NAVENDA NÛÇEYAN – Li Sarıçam a Edeneyê jineke ciwan ji aliyê zilamekî ve rastî tundiyê hat.
Li taxa Gültepe ya Sarıçam a Edeneyê, jineke ciwan a 20 salî ku navê wê nehatiye eşkerekirin, li cihekî vala ji aliyê zilamekî ve rastî tundiyê hat.
Bûyer ji aliyê kesekîn din ku di rê de bû ve bi telefona wî hatiye kişandin, lê xuya ye ku wî mudaxele nekiriye.
Zilamê ku êrîşî wê kiriye ji cihê bûyerê reviyaye û derbarê rewşa jinê de ti agahî nehatiye bidestxistin.



