HESEKÊ – Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz, Komîna Tenduristî ji xwendekarên Peymangeha Tenduristî ya bajarê Hesekê pêk te, ava kirin. Avakirina komîn bi armanca pêşxistina tenduristîya cîvakî, lêkolîn û çareserkirina pirsgirêkên civakê hat organîze kirin.
Komîna Tenduristî ji bo destpêkirina projeya xwe ya berfireh çûn gûndê Dawûdîyê ya bajarê Hesekê. Li gorî çavdêriya destpêkê yên xwendekarên li gûndê Dawûdîyê, pêdivîyan gûndîyan bi zanîna bingehîn a tenduristiyê heye.
Xwendekarêk bi navê Nevian Îbrahîm, ji beşdarî xebatên Komîn bû û wiha got: “Ez li fakulteyê tibê dixwînim. Wek Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz, em kom bi kom di nav gund de digerin da ku bibînin rewşa tenduristî gundî çawa ne. Em şeniyan kontrol dikin û meyze dikin ku em ê çawa dikarin alîkar bibin.”
Jinek Ciwan bi navê Xacimile, endama Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ji Wêran, diyar kir ku Komîna Tenduristî destpêkê li gundê lêkolîn bikin kîjan nexweşî herî zêde belav bûne: “Nexweşiyên li gund bi taybetî di nav kal û pîran de, wek şekir û pirsgirêkên dil en. Dema min jinek 120 salî dît, ez matmayî mam. Ev der gundekî pir xwezayî ye.”
Komîna Tenduristî ya Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ya bajarê Hesekê diyar ku we xebatê hefteyek carek bidomin.


