HAMBURG – Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li navçeya Billstedt a Hamburgê amadekariyên ji bo meşa mezin a ku dê di 8’ê Mijdarê de li Kolnê were lidarxistin, didomînin. Calakvanan hewl didin bi xebaten ji bo meşa Kolnê xwe bighînin raya giştî.
Li gelek noqteyên Billstedtê poster hatin daliqandin, belavok hatin belavkirin. Endamên TCŞê tekez kirin ku armanca çalakiya agahdarî beşdarbûnek xurt di meşa pêşerojê de misoger bike. Her wiha peyama “Azadiya Rêbertiyê sedema jiyana watedar e” bigihînin civaka berfireh.
Ciwanan diyar kirin ku van çalakiyên li Hamburgê moral û motîvasyona meşa ku dê di 8’ê Mijdarê de li Kolnê were lidarxistin zêde dike û bang li raya giştî kirin ku beşdarî vê meşa watedar bibin.


