NAVENDA NÛÇEYAN – Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Tayîp Temel da zanîn ku şandeya DEM Partiyê wê roja duşemê biçin Îmraliyê û bi Rêber APO re hevdîtinê bikin.
Tayîp Temel diyar kir ku armanc beriya sersalê derketina qanûnên navberê ya Civaka Demokratîk derbikevin û got: “Ji bo wê proses diyar e. Komîsyon wê biçe giravê hevdîtin bike. Piştî ku hevdîtin pêkanî wê vegere çerçoveya qanûnî binere. Beriya hevdîtinên butçeyê an jî piştî hevdîtinên butçeyê wê bikarin li meclisê derbikevin. Ya girîng di nava meha mijdarê de ew îrade were diyar kirin. Em dixwazin 3 gav di meha mijdarê de bên avêtin. Yek, çûyîna komîsyonê li girava Îmraliyê, sererastkirina şert û mercên birêz Ocalan e û xebatên komîsyonê ji bo çerçoveya qanûnî.”
Tayîp Temel da zanîn ku şandeya DEM Partiyê ku ji parlamentera Wanê Pervîn Buldan, Parlamenterê Rihayê Mithat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol pêk tê wê roja duşemê biçin Îmraliyê û bi Rêber APO re hevdîtinê bikin.



