HESEKE – Xelkê bajarê Hesekê ji bo qîmetdayîn û piştgiriya QSDˊê têkildarî rola wê ya parastina herêmê, pêkanîna ewlehî û aramiyê, li Parka 4ˊê Nîsanê ya bajêr şahiyek li dar xist.
Bi sedan ji pêkhateyên bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê bi hildana alên QSDˊê û diruşmên piştgiriyê tev li şahiya li Parka 4ˊê Nîsanê bûn.
Di destpêka şahiyê de li ser navê QSDˊê fermandar Hisên Selmo axivî û got: “QSDˊê moral û hêza xwe ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû etnîk û olên wê werdigire û ev pêkhate li hemû eniyan û di tevahî êrişan de piştgiriyê didin.”
Selmo diyar kir ku “Vîna QSDˊê ji hêza malbatên şehîdan û pêkhateyên herêmê ye. Ji berê vê yekê em bang li gelê xwe dikin ku ji bo parastina herêmê li hember êriş û gefan tev li van hêzan bibin.”
Di dewama axaftina xwe de Selmo destnîşan kir ku QSDˊê barekî giran hildaye ser milê xwe û hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê ji bo xwe ji zulm û komkujiyan biparêzin bang li QSDˊê dikin.
Di dawiyê de Hisên Selmo got weke çawa tevahî pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞˊê parastin, dê QSDˊê tevahî pêkhateyên Sûriyeyê biparêze.
Piştî axaftinê hunermend Sefqan Orkêş, Yara Ehmed, Sîpan Agirî û Keder Hisên stranên piştgiriya QSDˊê û yekitiya niştîmanî ya Kurdî gotin.
Di dawiyê de li ber stranên şêniyan govend gerandin.



