KOLN – Li Kolnê (Almanya), Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger amadekariyên xwe ji bo meşa ku dê di 8ê Mijdarê de were lidarxistin didomînin.
Çalakvan, ku li kolanên herî qerebalix ên bajarê poster û broşur belav kirin, gotin, “Em her kesî, bi taybetî gelê xwe yê welatparêz û ciwanan vedixwînin ku beşdarî vê meşê bibin.”
Endamên ciwan ên TCŞ diyar kirin ku ew bi şev û roj ji bo ku meşa 8ê Mijdarê di çarçoveya înîsiyatîfa ““Ji Rêber APO re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” de were lidarxistin, dixebitin.


