NAVENDA NÛÇEYAN – 24 xwendekarên ku li Zanîngeha Hacettepe ji aliyê komeke nijadperest û faşîst hatin êrîş kirin û ji aliyê polîsan ve li nexweşxaneyê hatin binçavkirin, hatin serbest berdan.
Xwendekarên ku dema li benda hevalên xwe yên birîndar li derveyî nexweşxaneyê bûn hatibûn binçavkirin, serbest hatin berdan.
Di 27ê Cotmehê de, komeke girêdayî “Ocaxên Tirkan” , ku xwe wekî “Îdealîst” bi nav dikin, li kampusa Zanîngeha Hacettepe ji bo “merasîma radestkirinê” kom bûn. Piştî merasîmê, ku dirûşmeyên nijadperestî hatin gotin, komê êrîşî xwendekarên ku berê hedef girtibûn kir. Komê bi tiştên tûj ên wekî kêr êrîşî xwendekaran kir, û xwendekarek ji serê xwe birîndar kir. Xwendekarên birîndar, ku yek ji wan bi giranî birîndar bû, birin nexweşxaneya Bajêr. Xwendekarên ku li ber nexweşxaneyê li benda hevalên xwe bûn, ji aliyê polîsan ve rastî êrîşê hatin û 24 kes, ku hin ji wan xwendekarên birîndar bûn, hatin binçavkirin.
24 kes serê sibê ji bo lêpirsînê birin qereqola polîsan. Dozgeriyê pênc kes bi daxwaza girtinê sewqî dadwer kirin û ji bo 19 kesên din jî tedbîrên kontrolê girtin. Pênc kesên ku sewqî Dadgeha Cezayê Aştîyê hatin kirin bi şertê kontrolê serbest hatin berdan.



