HALEB – Hêzên Rêveberiya Şamê çekên giran li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi cih kirin. Beriya bicihkirina çekan li derdora her du taxan, Hêzên Rêveberiya Şamê tevahî rêyên her du taxan girtin û stirên axî danîn.
Bi pêşengiya ciwanan bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berê xwe da satirên axî yên ku hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve hatine danîn û li hemberî girtina rêyan û dorpêçê xwepêşandan li dar xist.
Di xwepêşandanê de şêniyên sivîl banga vekirina rêyan û derbasbûna Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (QSD) kir.


