QAMIŞLO – 7`emîn Festîvala Govendên Gelêrî ya Şehîd Ronahî Bawer ku ji 15`ê Îlonê bi beşdarbûna 23 komên ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan-Aşûr, Ermen, Çerkez ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kurdistanê dest pê kiribû, bi pêşandana govendên gelêrî di roja xwe ya sêyemîn de bi dawî bû.
Li Parka Azadî ya ku lê festîval tê li dar xistin de şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, mêvanên ku ji Başûrê Kurdistanê hatine, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl û hezkerên hunerê amade bûn.
Di çarçoveya bernameya roja dawîn de komên Şehîd Qereçox (Herêma Koçera), Koma Cirniye (Tebqa), Koma Şehîd Tolhildan (Hesekê), Koma Hunerên Gelêrî (Reqa), Koma Şehîd Welat (Qamişlo), Koma Şehîd Mizgîn (Amûdê), Koma Yarsosa ya Suryanî, Koma Vegera Efrîn û Koma Milî ya Duhokê govendên xwe pêşkêş kirin.
Piştî pêşkêşkirina govendan komîteya amadekar a 7`emîn Festîvala Govendên Gelêrî ya Şehîd Ronahî Bawer spasname diyarî 24 komên ku beşdarî festîvalê bibûn, kirin.
Paşê Hunermend Rêzan Bekir stran gotin, beşdarvanan jî li ber stranan govend gerandin.
Festîvala Govendên Gelêrî ya Şehîd Ronahî Bawer a ku 3 rojan dewam kir, bi gerandina dîlanan, di roja xwe ya sêyemîn û dawî de, bi dawî bû.


