STENBOL – Di “Mitînga Aştiyê” ya bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Stenbolê tê lidarxistin de posterê Rêber APO hate hilgirtin.
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê dê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, li Qada Rihtimê ya Kadikoyê bi dirûşma “Li dijî şer û kedxwariyê dê demokrasî û aştî bi ser keve” mitîngê lidar dixe. Mitîng, piştî meşa bi beşdariya bi hezaran kes dest pê kir. Mitîng, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Girseya ku di mitîngê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kir, postereke mezin ê Rêber APO û alên wêneyê wî li ser bûn hilgirtin.



