KOLN – Ciwanên Kurd û enternasyonalîst ji bo Meşa Dirêj a azadiya fîzîkî ya Rêber Apo amadekariyan dikin.
Bangên ji hunermendan ji bo beşdarbûna Meşa Dirêj berdewam dikin. Komîteya amadekariya meşê banga hunermendê TEV-ÇAND Serhat Çarnewa li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal weşand.
Serhat Çarnewa, ku banga meşa “Azadî û Demokrasî” kir, bang li hemû ciwanên li Ewropayê dijîn kir ku beşdarî Meşa Dirêj bibin, ku dê di 9ê Îlonê de li Kolnê dest pê bike û li Dortmundê biqede.
Piştî koroya strana Kulîka Azadiyê, Serhat Çarnewa bang kir: “Divê hemû ciwan werin ‘Meşa Dirêj’, û em ê tevlî we bibin! Werin em ber bi azadiyê ve biçin.”
Meşvanên azadiyê dê di 9ê Îlonê de li Koln, Almanya bicivin. Ew ê di 10ê Îlonê de li Kolnê, di 11ê Îlonê de li Düsseldorfê û di 12ê Îlonê de li Dortmundê gavên ber bi azadiyê ve bavêjin. Piştî Meşa Dirêj, ciwan wê di 13ê Îlonê de li Dortmundê beşdarî Festîvala Çanda Kurdistanê bibin.



