HESEKE – Kongra Star û Tevgera Çand û Hunerê li bajarê Hesekê şahiyek li dar xistin. Şahî bi durşima “Azadiya Rêber Apo ya fîzîkî azadiya civakê ye, werin em hev re jinek azad, çandek azad civakek komînal ava bikin”, li Parka 4`ê Nîsanê ya bajêr hate lidarxistin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê, endama Kordînasiyoa Kongra Star Xalîda Botî bixêrhatina beşdaran kir û têkoşîna Rêber Apo silav kir.
Xalîda wiha dewam kir: “Em ji vê Qadê dengê xwe ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Apo bilind dikin. Ew ê ku dibjin dê tecrîda li ser rêbertî vîna me bişkîne, nizanim ku em hemû li ser rêya serok Apo ne. ”
Piştî axaftinê hunermehên jin Şehrîbana Kurdî û Sumeya Mihemed bi stranên xwe şahî bi coş kirin.
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
Ciwanên ku beşdarî şahiyê bûn bi Ajansa Nûçe Ciwan re axivîn.



