NAVENDA NUÇEYAN- Li gundewarê Şamê û li bajêr, di 24 saetên dawîn de di 2 bûyerên cuda de, 2 ciwan ji aliyê endamên ewlehiyê yên hikumeta veguhêz a Şamê ve hatin kuştin.
Li gundê Rewda yê herêma Zebedanî, ciwanekî ji 2012`an ve ji rejîmê ve qut bûye, di serdegirtina mala wî de hate kuştin.
Her wiha duh endamên ewlehiyê li taxa Ruknedîn a Şamê ciwanekî ji gundê Merba yê Derayê kuştin. Lê agahiyên der barê bûyerê de û sedemên wê nehatin zanîn.
Li gorî daneyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) hejmara kesn di tesfiyekirinê û bûyerên heyfhilanînê de ji destpêka 2025`an ve hatine kuştin, 884 kes e jê 16 zarok, 838 mêr û 30 jin hene.



