KOBANÊ – Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Kobanî li navenda xwe komxebatek bi navê “Desthilatdarî- Dewlet û Demokrasî” lidar xist. Di komxebatê de, ku bi dehan ciwan û jinên ciwan beşdar bûn, hate destnîşankirin ku jiyaneke demokratîk, li dijî dewlet û desthilatdariya serdest, rêya herî baş ji bo civakê ye.
Komxebat bi deqeyek bêdengiyê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştî axaftina vekirinê, nêrînên Rêber APO li ser desthilatdarî, dewlet û demokrasiyê hatin xwendin. Di ronahiya van ramanan de, ciwanan li ser azadiya civakî, xwerêveberiyê û nirxên demokratîk nîqaşên giring kirin.
Beşdaran di çalakiyê de tekez kirin ku, di bin pêşengtiya ciwanan de, mirov dikarin civatek demokratîk ava bikin û têkoşîna rêxistinkirî ji bo vê yekê girîng e.
Di dawiya komxebatê de, Ciwanên Kobanî diyar kirin ku ew ê bi berdewamkirina çalakiyên bi vî rengî hişmendiya demokratîk xurt bikin.



