KOLN – Ciwanên Kurd û enternasyonalîst ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo amadekariyên Meşa Dirêj dikin.
Bangên ji hunermendan ji bo beşdarbûna Meşa Dirêj berdewam dikin. Komîteya amadekar a meşê banga hunermendê TEV-ÇANDê Aydin Amara li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal weşand.
Amara, ku bi saz û melodiyên xwe reng li bangê zêde kir, got, “Em ji bo 9’ê Îlonê amadekariyan dikin. Em bang li ciwanan û hunermendên xwe yên herêmî dikin ku beşdarî vê meşa azadiya Rêber bibin.”
Meşvanên azadiyê dê di 9’ê Îlonê de li Koln a Almanya bicivin. Ew ê di 10’ê Îlonê de li Koln, di 11’ê Îlonê de li Düsseldorf û di 12’ê Îlonê de li Dortmund gavên xwe yên ji bo azadiyê bavêjin. Piştî Meşa Dirêj, ciwan dê di 13’ê Îlonê de li Dortmundê beşdarî Festîvala Çanda Kurdistanê bibin.



