HESEKE – Bi hezaran şêniyên bajarên Hesekê, Holê, Til Temirê û Dirbêsiyê tev li şahiya salvegera 13`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê bûn ku li Parka 4`ê Nîsanê hate lidarxistin.
Endama Desteya Hevserokatiyê ya PYD`ê Foza Yusif jî beşdarî şahiyê bû û tê de axivî.
Foza got: “Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser bingeha ramanên Rêber APO û bi beşdariya kurd, ereb, suryan, asûr û ermenên li herêmê dest pê kir.”
Foza salvegera şoreşê li şehîdan pîroz kir û wiha domand: “Ev şoreşa şoreşa biratiya gelan û jinên azad e. Ji me dixwazin ku em dev ji destkeftiyên şoreşê berdin, lê ji bo ku em şoreşê bi ser bixin, me bi hezaran şehîd da. Me şerê DAIŞ`ê û rêxistinên tundraw kir ên ku xwestin em xwe teslîm bikin, lê em teslîm nebûn, heta ku em jiyaneke azad û mafên xwe bi dest bixin, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”
Foza diyar kir ku ew çanda yek ziman, yek netewe, yek al re dikin û dê pêkhateyên Sûriyeyê bi ziman, çand û nasnameya xwe tev li Sûriyeya siberojê bin.
Foza balkişand ser bûyerên li Siwêdayî û got: “Ew encama vê zihniyetê ye. Ji bo em vê nearamiyê bi dawî bikin divê em projeya neteweya demokratîk bi cih bînin. QSD`ê misogeriya rastîn a Sûriyeya demokratîk e û parastina gelê Sûriyeyê ye.”
Di dawiyê de Foza got: “Heke em mafên xwe di destûrê de dabîn nekin, wê demê em şertên li ser me tên ferzkirin qebûl nakin.”
Dûre hunermendê kurd Şerîf Omerî stran pêşkêş kirin û şêniyan bi coşeke mezin dîlan li ber stranên wî gerandin.



