STUTTGART – Endamên Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN) bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber APO li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê çalakiya xwendina pirtûkê li dar xistin.
Jinên Ciwanan beşên ji pirtûka Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk ji parêznameyên Rêber APO ye xwendin û piştre têkildarî naverokê nirxandin kirin.
Di nirxandinan de bal hat kişandin ser Jineolojî.


