Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

Gerîlayê HPG’ê Şehîd Fedakar li Şengalê hate bîranîn

Edîtor: Nucan Serdoz
12/02/2025 - 19:58
di nav Biranîna Şehîdan, Ciwan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe, Taybet, Video
Reading Time: 5 mins read
A A
Gerîlayê HPG’ê Şehîd Fedakar li Şengalê hate bîranîn
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN– Gerîlayê HPG’ê Fedekar Şengalî ku di sala 2019’an de di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, bi merasîmek girseyî hate bibîranîn. Di merasîmê de soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.

Merasîma bîranînê ji bo rûhê hemû şehîdên Kurdistanê bi deqeyek rêz girtinê destpê kir.

Dayîkên ku tevlî merasîmê bûn, mûm pêxistin û dirûşmeya, “Şehîd Namirin” berz kirin.

Li ser nave fermandariya YBŞ’ê Xemgîn Şengalî axivî û anî ziman ku îro li Tişrînê bi hezaran Fedakarê Kurdistanê berxwe didin û bi hezaran Şengalî jî di riya wan de dimeşin.

Xemgîn Şengalî behsa kesayet û têkoşeriya Şehîd Fedakar kir û wiha axivî: “heval Fedakar ji malbatekî welatparêz hatiye dinê. Ji kela berxwedanê Girzerîkê û êşîra Hebabê yê şerker bû. Heval Fedakar li hemberî fermanê xwedî hêrsek mezin bû û ji ber vê di sala 2016’an de tevlî nav refên YBŞ’ê bû. Piştî şehadeta Mam Zekî êdî hêrs û kîna ser dilê wî hîn zêdetir bû û ji ber vê berê xwe da nav refên HPG’ê.”

Xemgîn Şengalî di dawiya axavtina xwe de sersaxî ji malbatê re xwest û wiha dawî li axavtina xwe anî: “em li ser nave fermandariya YBŞ’ê carekê din sersaxî ji tevahî malbatê şehîdan dixwazin. Em ê her hewl bidin layiqî şehîdan bibin. Bila serê gelê û Rêber Apo sax be.”

Di merasîmê de li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Şemê Remo axivî û wiha got: “em di serî de sersaxî ji malbatê şehîd Fedakar re dixwazin. Heval Fedakar ji bo kesekî an ji xwe şehîd nebû, ew ji bo welat û gelê xwe şehîd bû. Ji bo tevahî gelan cane xwe feda kir. Taybetî jî ji bo jinên Êzidî yên ku li kolan û sûkan hatine firotin û qetilkirin xwe feda kir. Divê gelê me ji lîstîkên ku tê lîstin haydar be. Em hîna jî ji fermanan xilas nebûne. Dagirker dixwazin carekê din gelê ji fermanê derbas bikin. Ji nan û avê zêdetir pêwîstiya me bi yekîtiyê heye. Ji bo em rewşa 2014’an dubare jiyan nekin, divê herkes fedakarî bike. Bila herkes bizanibe ku ger hêza me nebûya û me xwe li ser felsefeya Rêber Apo rêxistin nekiriba em ê ber bayê biketana. Em ji ber fikir û felsefeya Rêber Apo li ser piyan e û hêza me ya xweparastinê heye.

Li ser nave Rêveberiya Xweser a Şengalê jî Cigirê Hevserokê Desteyê Dexîl Îbrahîm axivî û sersaxî ji malbat û ji Rêber Apo re xwest.

Di merasîmê de birayê Şehîd Fedakar Tehsîn Şeref jî axivî û wiha got, “em spasî ji herkesê ku li vir amade ne dikin. Şehîd Fedakar ne tenê birayê min e, birayê herkesî ye. Ez bi şehadeta birayê xwe serbilind im. Ez li tevahî malbatên Şehîdan pîroz dikim û dibêjim serê gelê me, gerîla û Rêber Apo sax be.

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hate xwendin û teslîmî malbatê hate kirin.

Li ser navê biriyargeha navandî ya HPG’ê name ji malbata Şehîd re hate şandin û di namey de sersaxî ji malbata Şehîd re hate xwestin û soza şopandina rêya hevrê Fedekar Şengalî hate dayîn.

Dawiya merasîmê li ser jiyan û têkoşîna şehîd senevizyonek hate pêşandan. Merasîm bi dirûşmeya ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Rêber APO: Ger gel bi xwe nemeşe, nikare bigihîje armanca xwe

Nivîsa Pêş

Têkildarî 15ˋê Sibatê li Helebê ji jinên ciwan panel

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Têkildarî 15ˋê Sibatê li Helebê ji jinên ciwan panel

Têkildarî 15ˋê Sibatê li Helebê ji jinên ciwan panel

Li Halebê ji bo azadiya Rêber APO meşeke girseyî

Li Halebê ji bo azadiya Rêber APO meşeke girseyî

Manşet

  • Şehîd Ehmed Omer Bi Rêya Deriyê Sînor ê Sêmalka Ber Bi Başûrê Kurdistanê Ve Hate Şandin
  • Li Geverê Bi Hezaran Kes Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan
  • Xwepêşandana Ciwanan Li Ber Avahiya Spiegel Hamburgê
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina  Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.