Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 10, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

Jinên Ciwan: Rêber APO erka pêşengtiyê daye me

Edîtor: Nucan Serdoz
12/08/2024 - 10:17
di nav Ciwan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe, Taybet, Video
Reading Time: 6 mins read
A A
Jinên Ciwan: Rêber APO erka pêşengtiyê daye me
ParvekeTweet

HESEKÊ- Jinên ciwan ên ku li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî aktîf di nava çalakiyên şoreşgerî de ne, tecrîd û polîtîkayên tecrîdê li ser Rêber APO tên meşandin şermezar dikin û diyar dikin ku weke jinên ciwan ew ê fikrên Rêber APO li her derê belav bikin. azadiya fîzîkî ya Rêber APO mîsoger bikin.

 

Berdevka Jinên Ciwan ên PYD’ê ya Helebê Ayşe Yûsif da diyar kirin ku Rêber APO di nava şert û mercên herî dijwar de li girtîgeha Îmrali de ji bo hemû gelên bindest 5 parêzname nivîsandiye û got, “Dibe ku Rêber APO di zindana Îmraliyê de be, lê nêrîn û fikrên wî azade. Li ser vê bingehê em weke jinên ciwan, Em weke jinên ciwan ên Efrînê dubare dikin ku em ê her tim li ber xwe bidin û pirtûkên Rêber APO bixwînin.”

Yûsif da zanîn ku dema ku Rêber APO dixwînin wan her tim hîs dikin ku ew bi Rêber APO re ne û wiha berdewam kir: “Rêber APO bi jin û ciwanan dest bi vê têkoşînê kir û ev 50 sal in ev têkoşîn berdewam dike û serkeftinên îro jî li ser esasê vê têkoşînê hatin avakirin.”

Ayşe Yûsif bal kişand ser wê yekê ku Rêber APO ciwan û jin kiriye bingeha civakê û got, “Ji ber vê yekê ger ciwan têk biçe wê civak jî têk biçe, lê em ê ti carî rê nedin vê yekê. Ji ber vê yekê Rêber APO erkên sereke dan jin û ciwan, ji ber ku em pêşeroja civakê ne, em pêşeroja gerîla ne.”

 

Hevseroka Meclisa Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Heva Bekir diyar kir ku tecrîd bandor li tevahî civakê û hemû jinên ciwan kiriye û got, “Divê em jî bibêjin ku ev bandor bûye hêrs û hêrsa tolhildanê bi taybetî li dijî Dewleta Tirk a dagirker ev 41 meh in, zêdeyî 3 sal in ti agahiyek ji Rêber APO re nehatiye girtin.”

Bekîr diyar kir ku weke jinên ciwan di têkoşîna li dijî komployê de xwedî erkên mezin in û got, “Divê em Rêber APO ê ku 26 sal in li Îmraliyê ji bo me têdikoşe û di wê demê de 5 parêzname nivîsandiye xwedî derbikevin û vê tekoşînê bikin bingeha kar û xebatên xwe”

Heva Bekir gotina Rêber APO ya ‘parastina min li ku be ez li wir im’ bi bîr xist û got, “Ev keda ku Rêber APO li Îmrayê kir, hişt ku îro her jineke ciwan de karekterek xurt ava bibe. Vê yekê hişt ku jinên ciwan ên îro bibin xwedî kesayetek, nasname, hêz û azweriya Jinê. Em li hemberî hemû dewletên ku hewl didin nasnameya me tine bikin, bi hêrs in. Îro jinên ciwan li ser esasê paraznameyên Rêber APO li ber xwe didin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Heva Bekir diyar kir ku weke jinên ciwan ew ê fikrên Rêber APO li hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bikin.


Berdevka Jinên Ciwan ên PYD’ê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sandî Reşît diyar kir ku dijmin dixwaze gelan parçe bike û ji hev qut bike û got, “Ji ber ku ew jî dizanin ku hemû civak xwedî yek fikir, yek dil, yek dest be, dê dawî li dijmin û dewlet were. Dijmin vê naxwaze. Ji ber vê yekê tecrîda li ser Rêbertî girantir dikin.”

Reşît, anî ziman ku ger yek gotinek ji Rêber APO derkeve dê siyaset biguhere û got, “Ji ber vê yekê dijmin dixwaze Rêberti ji gel, gerîlayên azadiyê û ciwanan qut bike. Em li dijî vê yekê li ber xwe didin. Em bingeha fikrên Rêber APO de  li ber xwe didin. Niha jî em hê bêtir nêzîkî wî bûne. Niha em hewl didin ku di ramanên wî de hin zêdetir kûr bibin.”

Sandî Reşît diyar kir ku ji zarokên 7 salî heta 70 salî her kes li ser vê fikrê perwerde bûye û wiha got: “Em hewl didin fikrê Rêber APO li hemû cîhanê belav bikin. Çiqas êrîş tên ser me, kes nikare îradeya me bişkîne Gel ji dijmin re dibêje, “Tu kes nikare me ji Rêber APO qut bike.”

Reşît da zanîn ku Rêber APO bawerî û hêzeke mezin daye jinan û got, “Niha em hewl didin hêza ku Rêber APO daye me biparêzin. Em dizanin ku beriya ku fikrê Rêber APO derkeve holê, em weke jin di çar dîwaran de asê mabûn. Em ji tenê bi xwarinçêkirinê û zewacê dihatin naskirin. Lê Rêber APO ev rewş guhert. Em weke jinên ciwan êdî dikarin li her qadê û her di her çalakiyê de cihê xwe bigirin. Ji ber vê yekê em her tim hewl didin vê kedê biparêzin û cevhera xwe biparêzin.”


Endama Yekitiya Jinên Ciwan Helîme Mihamed diyar kir ku ne tenê Rêber APO hemû gelên bindest tecrîd kirine, û got, “Dijmin jî dizane ku dema Rêber APO gotinekî bêje wê şoreş çêbibe. Jixwe şoreşek çêbûye. Li vir şoreşa jinê pêk hat û ev saya Rêber APO bû. Dijmin çi bike bila bike, heta ku em azadiya fizkî ya Rêber APO pêk binin em ê her tim li kolanan bin û li ber xwe bidin.”

Mihamed da zanîn ku dijmin her tim hewl dide keda jinên ciwan qels bike û got, “Ji ber ku dizane  dema jin bibe îrade dîrok tê nivîsandin. Lewma dijmin hewl dide jinan tine bike. Weke Yekîtiya Jinên Ciwan erka me ya sereke ye. Ji bo jinên ciwan ên ku Rêber APO nas nakin, em ê bi her kesî re Rêber APO bidin nasîn. Bi taybetî em pirtûkên Rêber APO li her derê belav bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Em di bin siya darên welatê xwe ya xweşîk de dibin hevalê hevdû

Nivîsa Pêş

Yekîneyên Şehîd Dogan Zinar 15’ê Tebax’ê Silav Kir: 5 dagirker hatin cezakirin 13 jî birîndar bûn.

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Yekîneyên Şehîd Dogan Zinar 15’ê Tebax’ê Silav Kir: 5 dagirker hatin cezakirin 13 jî birîndar bûn.

Yekîneyên Şehîd Dogan Zinar 15'ê Tebax'ê Silav Kir: 5 dagirker hatin cezakirin 13 jî birîndar bûn.

Jinên Ciwan ên Mexmûrê: Em bi Rêber Apo re hene

Jinên Ciwan ên Mexmûrê: Em bi Rêber Apo re hene

Manşet

  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Newroz li Kobanê bi meşaleyan hat pîrozkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Înîsiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn li ser geşedanên Sûriyê civîya û li hemberî dagirkeriyê helwest nîşan da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJ: Emê xwedî li xewn û xeyalên şehîd Berçem derkevin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TAYBET – Jinên Eyn Îsa: “Em tu carî dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wê li axa xwe qebûl nakin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.