Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

15 Tebax: Dîroka Berxwedan û Serkeftinê

Dagirkeriya qirker û faşîst ilankiribû kû rastiya Kurdên serhildêr xistiye bin betonê û bin ax kiriye. Lê belê derketina Rêber APO û Pêngava 15'ê Tebax'ê, Kurdê mirî ji nûve zindî kir.

Edîtor: Axin Mahir Dicle
06/08/2024 - 7:32
di nav Analîz, Dîrok û Berxwedan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Rêber APO, Taybet
Reading Time: 6 mins read
A A
15 Tebax: Dîroka Berxwedan û Serkeftinê
ParvekeTweet

BEHDÎNAN-

SEMA CÛDÎ NIVÎSAND…

“Dagirkeriya qirker û faşîst ilankiribû kû rastiya Kurdên serhildêr xistiye bin betonê û bin ax kiriye. Wusa dizanî ku doza kurdên azadîxwaz ji holê rakiriye, bawer kiribû ku ev kabûs ji rojev û xewnên wî yên metirsîdar derketiye, ji bo vê rastiyê teqez bike jî siyaseta qirkirinê wekî siyaseteke rojane û mayinde ser netewa Kûrd da meşandin. Di dibistanan de qedexe, di jiyana nav bazaran de axaftin qedexe, ji ziman re qedexe, ji çand û hûnera Kurdan re qedexe, ji navên Kûrdî re qedexe, qedexe û her qedexe. Hêdî wusa lê hatibû ku ji bo Kurdekî, di xewna xwe jî qedexe bû ku bêje ez Kûrdim, zimaneke min jî heye, ez bi civak û çand û dîrok im. Mixabin ev siyaseta qirkirên faşîst ya ku li Bakûrê kûrdistanê dihate meşandin, wekî wê li her sê parçên din yên Kûrdistanê jî dihate meşandin, siyaseta inkar û asimlasiyonê peymana Lozanê de ser doza Kûrdan hatibû mûhirkirin, her çiqas 28 serhildanên Kûrdan rabûn jî lê nekarîn rastiya vê siyasetê bigûhere.

Em dîsa vedigerin li Bakûrê Kûrdîstanê, li parçeya ku qedera doza Kurda diyar dike, hem di qirkirinê de, hem de di azadkirinê de.  Rabûn û hişyarbûna xewnên azadiyê ji dijmin re bibu wekî kabûseke kûjer û mejiyên wan diququland. Her weha siyasetên qirkirinê û asimîlasiyonê  jî li ser Kûrdan bibû weke kabûsekî jiyana wan jehrî dikir. Lê Rêber APO  Rastiya ku dagirkeriya faşîsta Tirk jê di tirsiya di 1973 an de wexta ku got ‘Kûrdistan Bindest e’ dest pêkir, gelê Kûrd jî bi ciwanên xwe yên leheng mina Mazlûm Doxan, Xeyrî Durmuş, Sakîna Cansiz û bi ciwanên Tirk yên ji çanda çepgiriyê dihatin mina rê heval Heqî Karer, Kemal Pir yên bi rastiya azadiya gelê Tirk bi azadiya gelê Kurd re derbas dibe bawer kirin li dora xwe civand, wekî wan bi 10’an ciwanên Kurd û Tirk di wê dirokê de tevlî tevgera Azadiyê bûn. Dijminê qirker bi rastiya tevgereke Marksist, Lenînîst, azadîxwaz, demokrat, hemdem ku azadiya jin jî esas digre re, rû bi rû hat û pêvajoyeke bi tevger destpê kir. Di civaka me da hinekan ji dil û can bawerkirin, hinekan jî bawer nekirin, hinekan jî bi dûvê dijmin girtin û dijî doza azadiya gelê xwe sekinîn û xeta ixanetê ji xwe re hilbijartin.

Dîrok 1978  avakirina Partiya Karkerên Kûrdistan(PKK). Piştî şehadeta rêheval Haqî Karer ya ku bi destê ixanetkarên Kûrd yên Stêrka Sor ve hate eşkere kirin. Kabûsa tirsê di dilê dagirkeriyê de bi vejniqandineke gûr ew hejandin, baweriyên wî ber bi hilweşînê ve bi dîrokeke nû ve diçu. Bi vê tirsê dêwê (cenawir)) xwîn xwar û xedar di bedena faşîzma qirker de rabû isyanê, bi hovîtî siyaseta girtin û işkence vê carê bi darbeyeke leşkerî ser hemû Tirkiye û Kûrdistanê de despêkir. Bi sedan milîtanên partiya me, Kurd, Tirk û bi wan re bi hezaran sempatizanê tevgera me û yên çepên Tirkan û gelek tevgerên siyasî jî hatin girtin û di işkenceyên pir giran re derbasûn. Gelek bi teslîmiyetê re hatin mecbur kirin, gelekan jî serî hildan, bê guman yên ku serî hildan û riya bi şeref hilbijartin, milîtanên tevgera APO’yî bûn. Rê heval Mazlûm Doxan, Xeyrî Durmuş, Kemal Pir, Alî Çîçek, Sakîne Cansiz, Ferhat Kurtay, Mehmûd Zengîn, Necmî Öner û bi  dehan milîtanên nemir rastiya PKK weke agirekî bedena faşîzmê şewitandin û serî ne tewandin û bi gotina ‘Berxwedan Jiyan e’ ve zindanên faşîzmê kirin cihê vejîna tevgera Kurdistanê û dijmin mecbûrê çong şikandinê kirin. Bi agirê bedena xwe, bi hilbijartina mirina bi şeref, bi sekna ku ji işkencekaran re serî ne tewandin rastiya tevgera berxwedêr dan ferzkirin.

Bi pêşengtiya rêheval Sakîne Cansiz ku endama damezrînera PKK bû û ji işkencekarê Faşîst Esed Oktay re serî netewand, bû pêşengek û sembola jina Kûrd a PKK lî ya ku di serkeftinê de bi israr e û bi hevalên din yên jin re berxwedana zindana Amedê derxistin asta herî jor û bi vê re rastiya PKK ya nûjen, sosyalîst, demokrat, azadîxwaz biriqandin û gihandin her derî û berxwedan ji her alî ve temamkirin, li herderî deng veda rastiya Kûrdê azad, Tirkê azad, Jina azad, Civaka azad li her dera Kurdistanê, Tirkiye, hemû diniyayê belav kirin û bûn pêşengê tekoşîneke kû paşeroja xwe ya azad teqez kirin. Li ser şopa wan bi hezaran ciwan û jinên welatparêz yên ku berê ne dikarîn ji sînorên malbatî de, kevneşopiyên civakî derkevin û dûr biçin, dan ser şopa wan, bûn militan, şervanên azadiya gelan.

Li aliye din jî Rêber APO  ji bo erkên hevaltiya rast û xwedî derketina ji tekoşîna rêhevalên Şehîd û rastiya Berxwedana zindana derkeve, ji bo hebûna tekoşînê misoger bike, mezin bike, berdewam bike bê navber, bi kedek û tekoşîneke mezin li welatê Libnanê, qampa Beka bi israrek mezin ya ku serkeftin hertim esas girt û bi hejmarek hevalên xwe re xebitî. Cih peyda kir, dest bi perwerdeya milîtanên PKK kir û amadekariya vegera welat kirin. Amadekariya ku dest bi pêngaveke gelek mezin kir, pêngava ku wê dijmin ji binî de bi hejîne, ixanetkaran bi tirsîne, gelê Kurd bi bawerî bike, dest pêkir. Ew jî pêngava 15 Tebaxê di pêşengtiya rêheval Egîd (Mahsum Korkmaz) tekoşîna leşkeri bu pêngava ku wê bibe bersiva hemû pirsan, hemû baweriyan, bibe ilhama hezkiriyên azadiyê…”

*Wê berdewam bike…

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

60 saniyê de Nûçeyên Rojê

Nivîsa Pêş

Koma Rojava Di Cîhanê De Bû Şampiyon

Axin Mahir Dicle

Nivîsa Pêş
Koma Rojava Di Cîhanê De Bû Şampiyon

Koma Rojava Di Cîhanê De Bû Şampiyon

Êrîşên li ser çanda Kurd: 5 kes hatin binçavkirin

Êrîşên li ser çanda Kurd: 5 kes hatin binçavkirin

Manşet

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî
  • Kovara ‘Ozgur Halk’ Dest Bi Weşana Dijîtal Kir
  • Ji Bo Bîranîna Şehîd Karker û Şehîd Brûsk
  • Karasu: Êrîşên Li Ser Rojava Provokasyoneke Li Dijî Pêvajoyê Ne
  • Ciwanan Li Ber Navenda Partiya CDU Ya Li Munsterê Performansek Şanoyî Pêşkêş Kirin
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPG – YPJ: Rizgariya Jinan Di bin Êrîşê de ye Berxwedan Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ên Ku Ji Bo Piştgiriya Bi Rojava Hatibûn Hatin Binçavkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.