Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

Ciwanan pirsgirêkên xwe nîqaş kirin: Çareserî têkoşîn e

Edîtor: Nucan Serdoz
28/07/2024 - 17:18
di nav Ciwan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Kûr Bûyin, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Ciwanan pirsgirêkên xwe nîqaş kirin: Çareserî têkoşîn e
ParvekeTweet
DÊRSIM – Nûnerên rêxistinên ciwanan ên beşdarî Mîhrîcana Munzurê bûn, di panela “Koçberî, xizanî û bêkariyê” de pirsgirêkên xwe û rêyên çareseriyê nîqaş kirin.
22’yemîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê ku bi dirûşma “Em ê destûrê nedin xespkirina xweza û îradeya me” li Dêrsimê tê lidarxistin, di roja 4’an de didome. Di çarçoveya bernameyê de li Kolana Hunerê panela “Koçberî, xizanî û bêkarî” hat lidarxistin. Ciwanan di panelê de li ser mijarên behsa xeberê nîqaş kirin. Hevşaredarên Dêrsimê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî û gelek welatî tev li bûn. Gamze Yentur moderatoriya panelê kir û endamê Ciwanên Demokrat ên Nû Ertan Çita, endama Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Rezan Kaganarslan, Hevserokê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Muslum Koyun, endamê Tevgera Ciwanên Sosyalîst Dogan Can Saritaş û endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Kedê (EMEP) Berkan Yegîn weke axêver tev li bûn.
DI DU SALAN DE 7 HEZAR KESAN KOÇ KIR 
Di panelê de ji ewil endamê YDG’ê Ertan Çita axivî û got ku pirsgirêka sereke ya ciwanan, pirsgirêka polîtîkbûnê ye. Çita, wiha domand: “Dixwazin ciwanan bixin nava çanda populer. Armanca pergalê ew e ku ciwanan dejenere bike û ji cewhera xwe dûr bixe. Li Kurdistanê yek ji girîngtirîn pirsgirêk, koçberiya ciwanan e. Rastiyeke gel a Dêrsimê heye ku bi îradeya serdest re lihev nake û serî li ber pergalê natewîne. Ciwanên Dêrsimê şewitandina gundan û koçberî dîtin. Heman tişt îro bi rêbazên cuda tên kirin. Dixwazin ev der vala bibe. Di nava 2 salên dawî de 7 hezar ciwan ji Dêrsimê koç kirin. Piraniya wan jî ji ber sedemên aborî diçin. Pirsgirêkên ciwanan bi têkoşînê û bi xwe birêxistinkirinê dikarin bên çareserkirin.”
‘KOÇBERÎ Û BÊKARÎ GIRÊDANA XWE BI TECRÎDÊ RE HEYE’ 
     
Endama Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Rezan Kaganarslan jî hêzên naxwazin pirsgirêka kurd çareser bikin, li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet xistine meriyetê. Kaganarslan, got ku van polîtîkayan têkiliya xwe bi tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan heye û wiha got: “Bi tecrîdê dixwazin ciwanan jî bidin koçberkirin. Koça ciwanan tê wateya hilweşîna civakê. Ciwanên ji koka xwe dûr dikevin pir bi hêsantir tên asîmîlekirin. Pergal dizane ku bi vî awayî dê tune bibin.”
Di berdewamê de Kaganarslan anî ziman ku koçberî polîtîkayên baş hatine plankirinin û wiha pê de çû: “Tu tiştekî ev zîhniyeta balafirên şer difirîne bide ciwanan tune ye. Dixwazin bi bêkarî û xizaniyê ciwanan kontrol bikin. Ciwan bi deyndarî ji zanîngehê mezûn dibin, bi deyndarkirinê dixwazin rê li ber bigirin ku berê xwe nede tu cihekî din.” Kaganarslan, girtin û binçavkirinên di demên dawî de ji ber govendên kurdî tên kirin jî bi bîr xist û da zanîn ku ciwan dikarin çareseriyên xwe peyda bikin.
‘DIVÊ EM BIBIN YEK Û BI HEV RE TÊBIKOŞIN’
Endamê Meclisa Ciwanan a EMEP’ê Berkan Yegîn jî diyar kir ku pergalê ciwan neçar kiriye ku dema dixwînin ji neçarî bixebitin. Yegîn, got ku perwerde êdî dibe piyasa û hejmara dibistanên terîqetan hema hema bi qasî yên dewletê bûne. Yegîn, wiha pê de çû: “Piştî em mezûn bûn heqdestê xizaniyê digirin. Nêzî du milyon zarok weke hêza kar tên bikaranîn û bêyî ewlehiya kar hebe didin xebitandin. Gelek jê mirin. Divê em li ser bifikirin bê ka mercên guherînê li ku ne. Divê em biryarê bidin bê ka em ê çawa bigihijin wê pêşeroja em dixwazin bijîn. Weke ciwanên Kurdistanê em li gelek qadan têdikoşin. Ne tenê li dijî govendên me, li dijî zimanê me jî êriş hene. Ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê hebe divê em têbikoşin. Em dikarin li dora bernameyeke navendî bibin yek û têbikoşin.”
‘DIVÊ EM BIBIN GUHERÎN’
Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyun jî daxuyand ku hedefa esasî ya rejîmê ciwanin û ev tişt anî ziman: “Dîtina pirsgirêkên ciwanan dê bike ku pirsgirêkên civakê bên dîtin. Heke em pirsgirêkan bibînin wê demê em ê bibin guherîna ku em dixwazin bikin. Divê her ciwan bi berpirsyartî tevbigere û amûrên hilweşandina pergalê bi kar bîne. Em pergaleke ku kedkar tê de ne birçî û xizan nayên tepisandin dixwazin. Heke em vê bixwazin divê em biguherînin.  Her cihê ku em ji hêla rêxistinbûnê ve vala dihêlin dê faşîzm li wir xwe birêxistin bike. Ji bo rûxandina faşîzmê yan em ê xwe birêxistin bikin an jî dê birêxistin bikin.”
Endamê Tevgera Ciwanên Sosyalîst Dogan Can Saritaş jî got ku divê her kes li dijî êrişên ser ciwanan bên gel hev. Saritaş, anî ziman ku dê bibin yek û dikarin dîrokeke nû ava bikin.
Panel, bi beşa pirs-bersivan bi dawî bû. Mîhrîcan, bi çalakiyên cuda didome.
Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Qamişlo turnoveyekî karate

Nivîsa Pêş

Sitranek Ji bo Şehîd Vejîn Jiyan

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Sitranek Ji bo Şehîd Vejîn Jiyan

Sitranek Ji bo Şehîd Vejîn Jiyan

Ciwanên endamê TCŞ’ê Grîgny şehîdên YRK’ê bi bîr anîn

Ciwanên endamê TCŞ'ê Grîgny şehîdên YRK'ê bi bîr anîn

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

Herî zêde hatine xwendin

  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.