Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Gerîlayên YJA Starê: Rêber Apo me fêrî têkoşînê kir, em kirin mirov

Gerîlayên ciwan ên YJA Starê diyar kirin ku Rêber APO ji tevahî mirovahiyê re vejîneke nû ye û wiha gotin: “Em dixwazin xwe bigihînin asta heqîqeta Rêber Apo. Bi rastî Rêber Apo em kirin xwebûn. Rêber Apo me fêrî têkoşînê kir.”

Edîtor: Nucan Serdoz
21/05/2024 - 11:00
di nav Giştî, Hevpeyvîn, Kûr Bûyin, Kurdistan, Mijarên Girîng, Nûçe, Rêber APO
Reading Time: 5 mins read
A A
Gerîlayên YJA Starê: Rêber Apo me fêrî têkoşînê kir, em kirin mirov
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Gerîlayên YJA Starê Bêrîtan Havîn û Zeyneb Cûdî ji ANF’ê re axivîn û bi berferehî hestên xwe ji bo Rêber APO anîn ziman.

Gerîla Bêrîtan di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku dema mirov rastiya Rêber APO û heqîqeta ku xwe gihandiyê binêre, dibîne ku di zarokatiya xwe heta ber bi avabûna partiyê xwe ava kiriye û wiha got: “Rêber Apo fikirên li dijî Kurdbûnê di temenê xwe yê biçûk de dibîne û nakokiyan dijî. Bi taybetî di warê ziman, çand û weke ‘Kurd çima tune tê hesbandin û nikarin bi zimanê dayikê biaxivin’ nakokiyan dijî. Mirov dibîne ku Rêber Apo hîn di temenê xwe yê zarokatiyê de ev yek qebûl nekiriye. Ya rast Rêber Apo di zarokahiya xwe de tenê nakokî nejiya timî di nava têkoşînê de bûye û alternatîfa rewşa heyî pêş xistiye. Ev jî di têkoşînê gavên hîn xurtir avêtiye.”

Gerîla Bêrîtan anî ziman ku mirov dibîne ku bingehekî wê dîrokî û civakî heye û wiha domand: “Bi rastî Rêber Apo ji tevahî mirovahiyê re vejîneke nû ye. Heman demê bi derketina Rêber Apo re, derfetê guhertineke dîrokî ji bo jinê jî ava bûye. Ji ber bi saya Rêber Apo jinê karîbû xwe ji rewşa heyî rizgar bike. Rêber Apo jin kir çavkaniya esasî ya jiyan û civakê. Ji bo vê weke jin karîbû derketineke wisa dîrokî di roja îro de bide nîşandan.”

Di dawiya axaftina xwe de gerîla Bêrîtan ev tişt anî ziman: “Bêguman ruxandina koletiya jinê wê ne hêsan be. Ne wisa hêsane ku ew qalibên koletiyê bi hêsanî were şikandin. Ev jî têkoşîn û dem jê re divê. Bi avakirina partiyê û berhemên Rêber Apo re, di milê bîrdozî, felsefîk û dahûrînên ku der barê jin û civakê de pêşxistiye îlhamek daye avakirin. Esas mirov dikare bêje bi vê re weke jin kete ferqa hebûn û xwebûna xwe.”

‘RÊBER APO ME FÊRÎ TÊKOŞÎNÊ KIR’

Gerîla Zeyneb Cûdî got ku zarokên Kurd bi nîşaneya serketinê û bi gotina Rêber Apo re dest bi jiyanê dikin û wiha axivî: “Her zarokê Kurd dema ku çavên xwe li cîhanê vedike, bi tiliyên serketinê û bi gotina Rêber Apo re mezin dibe. Bi xwe em di herêmeke wisa de mezin bûn. Bi rastî dema ku em zarok bûn, me navê Rêber Apo dibihîst, an jî dîmenên wî me didît, ruxmî ne naskirinê kelecanekî em digirtin. Ger mirov bixwaze pênaseya Rêber Apo bike, pêwîste ku xwe bigihîne asta Rêber Apo. Bêguman em jî niha têkoşîna wê didin. Kêliyekî be jî em dixwazin xwe bigihînin asta heqîqeta Rêber Apo. Bi rastî Rêber Apo em fêrî xwe kirin, em kirin ya xwe, em kirin xwebûn. Rêber Apo me fêrî têkoşînê kir, em kirin mirov. Em di aliyê fizîkî de Rêber Apo nagirin dest. Rêber Apo baweriyeke, felsefeyeke, zanisteke. Rêber Apo ev e ji bo me, ji bo jinan.

Rêber Apo cihê xwe di dilê me de wisa girtiye û em di wê hewildanê de ne ku xwe bigihînin wê heqîqetê, em bibin ya xwe. Rêber Apo jî di nava nirxandinên xwe de dibêjê; ‘Xwe gihandina Nîrvanayê’. Em jî kengî gihîştin wê, wê dem em dikarin bêjin me xwe gihandiye hevaltiya rast a bi Rêber Apo re. Ev yek wê bihêle ku em rastir di rêya Rêber Apo de bimeşin û rast pênaseya wê bikin. Bêguman em hîna jî di destpêka rê de ne. Ew hewildan heye ku em li ser vê rêyê bimeşin.”

LI GERDÛNÊ DU ROJ NABIN

Gerîla Zeyneb Cûdî bal kişand ser hêstên azadiyê û pîvanên rast ên xwebûnê û wiha bi dawî kir: “Mirov dikare bêje ev hestên azadiyê ne. Çawa ku ji bo gerdûnê du roj nabin, ji bo jinekê jî heman tişte. Ji bo jin jî du çavkaniyên jiyanê nabe. Weke hevrê Sema dibêje; ‘Du roj nabin’ Rêber Apo jî ji bo me ev e. Me jî bi vî awayî xwe li derdora Rêber Apo kiriye xelekeke ji agir ku em bikaribin wî agirê geştir bikin û di wê de xwe bihelînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – Faşîzma Tirk 6 mehên din hevdtîina Parêzeran bi Rêber Apo re qedexe kir

Nivîsa Pêş

Li Rojhilatê Kurdistanê ji ber tevlîbûna Newrozê 5 kes hatin binçavkirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Rojhilatê Kurdistanê ji ber tevlîbûna Newrozê 5 kes hatin binçavkirin

Li Rojhilatê Kurdistanê ji ber tevlîbûna Newrozê 5 kes hatin binçavkirin

Besê Hozat: Divê teqez em azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bînin

Besê Hozat: Divê teqez em azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bînin

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.