Enter your email Address

Cuma, Aralık 12, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

4’emîn Konferansa Ciwanên PYD’ê li Esslingen pêk hat

4’emîn Konferansa Ciwanên PYD’ê li bajarê Esslingen ê Stuttgartê bi beşdariya nêzî 70 ciwanên Rojava yên ji çar aliyên Ewropayê hatin lidarxistin.

Edîtor: Nucan Serdoz
11/05/2024 - 21:05
di nav Ciwan, Ewropa, Giştî, Kurdistan, Nûçe, Rojava
Reading Time: 5 mins read
A A
ParvekeTweet

ESSLINGEN – Li Esslingenê bi beşdariya nêzî 70 ciwanên ji gelek navendên cuda yên weke Danîmarka, Wien, Bochum, Bremen, Stuttgart û Munchenê 4. konferansa PYD’ê hate lidarxistin. Konferans bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî deqîqeya rêzgirtinê meclîs hate hilbijartin.

Perspektîfa erebî ya ku berê hatibû amadekirin hat xwendin. Di perspektîfê de behsa girîngiya Rojava û hewldanên Rêbertiyê yên ji bo Rojava hatin kirin. Her wiha diyar kir ku tovên ku Rêbertî li Rojava çandiye şoreşa civakî ava kiriye. Di axaftinan de bal hat kişandin ser pêwîstiya ciwanên Rojavayî yên li Ewropayê bi rola xwe bilîzin.

Piştî perspektîfê Hevserokê PYD’ê Salih Mûslûm bi rêya ZOOM’ê tevlî konferansê bû. Salih Mûslûm di axaftina xwe de konferans pîroz kir û girîngiya lidarxistina Konferansê di heyameke wiha de anî ziman. Mûslûm di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên li dijî ciwanên xwe û girîngiya rêxistinkirina ciwanan li hemberî hemû êrîşan kir û got:

“Dijmin bi taybetî giraniyê dide ciwanan. Dixwaze ciwanan ji rê derxe û ji civakê dûr bixe. Ciwanên bê rêxistin dikevin xefika dijmin. Yekane rêya xweparastinê jî xwe birêxistinkirin e. Divê meclîs û komunên ciwanan li her derê bin. Divê hûn komîteyên xwe ava bikin. Belkî hûn îro li Ewropayê bin, lê hûn pêşengên şoreşê ne.

Ger îro li her derê rêveberiya xweser û Şoreşa Rojava hatiye naskirin bi saya keda ciwanan e. Bi hezaran ciwan şehîd ketin. Divê em van nirxan li her derê biparêzin. Hûn jî parçeyek ji vê têkoşînê ne. Gelek ciwanên şehîd berê hatibûn Ewropayê, lê ji bo parastina xaka xwe vegeriyan. Divê hûn jî xwe birêxistin bikin û xizmeta axa xwe bikin.

Ji ber ku ev tekoşîna pîroz tê meşandin, em dikarin bibêjin ku em îro li Ewropayê Kurd in. Bi vê minasebetê ez careke din konferansa we pîroz dikim, di xebatên we de serkeftinê dixwazim û ji welatê xwe, şehîdan û Rêbertiya xwe ya Rêber APO re dilsoz bimînin.”

Piştî axaftina Salih Mûslûm axaftina vekirinê hat kirin. Di axaftinê de behsa şoreşa Rojava hat kirin. Detayên axaftinê wiha ne:

“Pêşeroja vê şoreşê ciwan in. Dijmin jî vê yekê baş dizane. Ji ber vê yekê jî dixwazin wan ji welat, çand û civaka xwe dûr bixin. Ciwanên Rojava ji dîrokê heta niha her tim bûne xwedî hezkirin û germahiya welatê xwe. Li ku bû, Ciwanên Rojava hewl dan li wir bin. Divê em dijmin ji ber ku em anîn vir poşman bikin. Divê em ji bo doza xwe li vir bijîn. Em her roj şehîdan didin. Em parçeyek ji vê şoreşê ne, divê em li gorî wê bijîn, ji bo doza xwe bijîn. Hûn sirgûnên şoreşê ne.

Em gelê bê nasname ne. Ziman û nasnameya me qedexe ye. Heta ku em yek bin em jî hene. Divê em ji bo xizmeta şoreşê, şehîdan û welatê xwe bijîn. Ciwan beşa herî girîng e. Ji bo ku em nekevin xefika polîtîkayên asîmîlasyonê yên spî divê rêxistinbûna xwe mezin bikin.” Piştî vê yekê navberek çêbû.

Piştî navberê nirxandinên rêxistinî hatin kirin. Di vê beşê de ciwanan nêrînên xwe anîn ziman. Ciwan digotin:

“Giringiya rêxistinbûna ciwanan û kêmasiyên ku heta niha dîtine anîn ziman. Ciwanan bal kişandin ser girîngiya windakirina xwe di xefikên Ewropayê de û gotin ku divê neyê jibîrkirin ku ev der ne welatê wan e. Li vir her kes me wek mêvan dibîne. Ger xwediyê mêvanê xwe nerehet be, hêsan e ku ji me re bêje. Divê em xwe weke parçeyekî şoreşê bibînin. Li vir hêza me ya rêxistinî heye. Loma jî divê em hestyar nebin. Divê em bi xwe hin tiştan ava bikin û li bendê nebin ku kesek din were û ji bo me bike. Divê em bi derfetên xwe biafirînin. Li her derê cîhanê behsa hêza Kurdan tê kirin. Divê em vê hêzê di nava xwe de bibînin. Jin û ciwanên Kurd çawa li dijî DAIŞ’ê bi ser ketin. Divê em li vir jî vê berpirsiyariyê, vê hezkirina welat ava bikin. Mirov dikare ji hin tiştan aciz bibe. Lê dibe ku em yekîtiya xwe ava bikin. Her kes çiqas bixwaze me ji hev qut bike jî em dikarin yekîtiya xwe ava bikin û xurt bikin.”

Piştî axaftinê ji bo rêveberiya nû hilbijartin hat kirin. Ji bo hevserokatiyê Zîlan Hadî û Firat Kobanê hatin hilbijartin.

Piştî ku hevserok hatin hilbijartin plansazkirin hat kirin. Axaftina girtinê ji aliyê Mehmûd Sebrî ve hat kirin. Li vir bal hat kişandin ser girîngiya rola ciwanên Rojava yên li Ewropayê dijîn. Konferans bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Jinên Ciwan li Stûttgartê bi pêşengiya TekoJIN ji bo Rêber APO meşiyan

Nivîsa Pêş

ROJEVA 12’Ê GULAN 2024’AN

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
ROJEVA 1’Ê GULAN 2024’AN

ROJEVA 12'Ê GULAN 2024’AN

Li Tebqa şehîd Mizgîn hat bibîranîn

Li Tebqa şehîd Mizgîn hat bibîranîn

Manşet

  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.