Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

Fedaiyê şerê Cîloya Biçûk: Zagros Avaşîn

Zagros Avaşînê ku ji Metîna heta Şengalê, ji Şengalê heta Zapê di gelek qadan de berxwedaneke mezin raber kir, derbên giran li dagirkerên ku xwestin têkevin tunelên şer xist û rê neda dijmin.

Edîtor: Nucan Serdoz
06/04/2024 - 13:00
di nav Biranîna Şehîdan, Giştî, Mijarên Girîng
Reading Time: 4 mins read
A A
Fedaiyê şerê Cîloya Biçûk: Zagros Avaşîn
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Di meha Gulanê de li hember dagirkeriyê berxwedana Cîloya Biçûk hîn mezintir dibe. Gerîla li hember leşkerên Tirk ên dagirker gelek çalakiyên bi bandor pêk anîn. Gerîlayên ku di tunelên şêr ên Cîloya Biçûk de bûn, bi kelecaneke mezin amadekariyên çalakiyên nû dikirin. Di 28’ê Gulana 2021’an de piştî ku dijmin xwest bi çekên kîmyewî êrîşî gerîlayan bike, gerîlayan li dijî leşkerên Tirk çalakiyeke bi bandor li dar xistin. Yek ji wan gerîlayên ku di çalakiyê de cih girt û li dijî dagirkeran bi ruhê fedaî şer kir gerîla Zagros Avaşîn (Ferdî Mergel) bû.

Li Kurdistanê welatparêzî pêşî ji malbatê destpê dike. Têkiliyên dê, bav, ax, cîran, eşîr, hevaltî, gund û hemwelatiyan di bin heman sîwanê de cih digirin. Gelê Kurd hevalhez û wêrek e. Ji bo vê jî malbatên Kurd zarokên xwe hînî edalet, pakî, wefadarî û wêrekiyê dikin.

Zagros Avaşîn di sala 1996’an de li gundê Vartinîsê yê Mûşê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Zagros Avaşîn ku bi dilsoziya bi nirxên Kurdewarî re mezin bû, di temenê xwe yê biçûk de Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas kir. Zagros ku zilm û zordariya dewleta Tirk a li ser gelê Kurd qebûl nekir, gelek caran hate binçavkirin, êşkencekirin û girtin. Zagros Avaşîn li hemberî dijmin bi hêrs dibe. Zagros Avaşîn ku gelek di bin bandora şehadeta du pismamên xwe yên gerîla de mabû, biryar da ku xeyalên xwe yên zarokatiyê pêk bîne û li ser vê bingehê di sala 2015’an de ji eyaleta Xerzanê tevlî nava refên gerîla bû. Mîna ku siberoja xwe dîtibe, ji rêxistinê navê Zagros Avaşîn girt.

Piştî serpêhatiyeke kurt diçe qadên Parastinê yên Medyayê. Piştî ku li vir perwerdeya xwe ya bingehîn dibîne, bi komek gerîla re ber bi Şengalê ve diçe. Zagros Avaşîn ku li dijî êrîşên qirker ên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser gelê Şengalê bi biryardarî li ber xwe da û di gelek çalakiyên bi bandor ên li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de cih girt. Gerîla Zagros ku bi hevrêyên xwe re çeteyên DAÎŞ’ê ji axa pîroz derxistin, 2 salan ji aliyê gelê Êzidî ve hate hezkirin. Piştî ku erkên xwe yên şoreşgerî bi rêk û pêk bi cih anî, careke din bi yekîneya xwe ya gerîla re berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û diçe herêma Zapê.

HETA GULEYA DAWÎ LI BER XWE DA

Gerîla Zagros ku di şerê li Zapê û bi taybet li herêma Çiyayê Reş de roleke girîng lîst. Ji bo ku dijminê dagirker derbas nebe, bi ruhê fedaî bi ser dijmin de çû. Gerîla Zagros ku li Zapê berxwedaneke mezin nîşan da û derbên herî giran li dijmin xist, piştre berê xwe da tunelên şer ên li herêma Cîloya Biçûk. Zagros Avaşîn ku di demeke kin de beşdarî çalakiyên li tunelên şer bû, li dijî artêşa Tirk tecrûbeyeke mezin a berxwedanê bi dest xist.

ŞEHÎD ZAGROS Û RONAHÎ LI TUNELAN BÛN MERTAL

Dema ku artêşa Tirk di 28’ê Gulana 2021’an de li Cîloya Biçûk kete tunelên şer û xwest çekên kîmyewî bi kar bîne, gerîla Zagros Avaşîn bi hevrêya xwe Ronahî Xelîl re çalakî pêk anî, derbên giran li dijmin xistin. Gerîla Zagros Avaşîn heta guleya dawî li dijî dewleta Tirk a dagirker şer kir, tevî hevrêya xwe Ronahî Xelîl tevlî karwanê şehîdan bûn. Şehîd Zagros û Ronahî ji bo ku dijmin nekeve tunelên şer bûn mertalên zindî. Îro bi hezaran hevrêyên wan ji bo bibin layiqî van şehîdên leheng li her qadê li dijî dijminê dagirker berxwedaneke mezin nîşan didin.

Çavkanî: ANF

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Şoreşger ên Kobanê civînekî girseyî li dardixin

Nivîsa Pêş

YCWK’ê li Amedê li dijî Îstasyona Bazê çalakiyek li dar xist

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
YCWK’ê li Amedê li dijî Îstasyona Bazê çalakiyek li dar xist

YCWK’ê li Amedê li dijî Îstasyona Bazê çalakiyek li dar xist

Fermandara YPJ’ê Şehîd Sorxwîn û şehîd Arîn li Qamişlo hatin oxirkirin

Fermandara YPJ'ê Şehîd Sorxwîn û şehîd Arîn li Qamişlo hatin oxirkirin

Manşet

  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava
  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.