Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Dîrok û Berxwedan

KCK: Bi azadiya jinê re wê civak û jiyan azad bibe

KCK'ê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir û got, "Bi azadiya jinê re wê civak û jiyan jî azad bibe."

Edîtor: Nucan Serdoz
07/03/2024 - 7:51
di nav Dîrok û Berxwedan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
KCK: Bi azadiya jinê re wê civak û jiyan azad bibe
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê peyamek weşand, têkoşîna jinan a li qada navneteweyî silav kir û got, “Weke Tevgera Azadiyê ya Kurdan em diyar dikin ku bi jinan re ne, piştgiriyê bi têkoşîna wan re dikin.”

KCK’ê di şexsê Sakîne Cansiz (Sara) de şehîdên têkoşîna azadiya jinê bi bîr anî û got, “Em di wê baweriyê de ne ku bi azadiya jinê re civak û jiyan jî azad dibe.”

Peyama Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye:

“Em 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz dikin. Em têkoşîna jinan bi baweriya ku azadiya jinê wê bibe azadiya hemû mirovahiyê silav dikin û weke Tevgera Azadiya Kurd radigihînin ku em li ba jinê ne û hevgirtina xwe ya bi têkoşîna wan re tînin ziman.

Di pêşketin û civakîbûna mirovahiyê de cihê xweza, hest û hişmendiya jinê gelekî girîng e. Yekbûn, parvekirin û taybetiyên civakî yên jinan di civakbûna mirovan û pêşxistina jiyana civakî, fikir, zanîn, çand û hunerê de roleke pêşeng lîstiye. Jinê bi keda xwe pêşengiya pêşketina civakê kir. Xebatên herî bingehîn û girîng ên jiyana rojane jî di nav de hemû nirx û pêşketinên ku bi kêrî mirovahî û civakê tên, keda jinê sereke ye. Watedayîna jiyana mirovan, exlaq û estetîkbûn encama van hest û hewldanan e ku jinê xwe tevlî kiriye. Bi kurtasî em bi hebûna xwe ya mirovî deyndarê jinan e.

Serdemên ku cewher û rengê jinê di jiyanê bi xurtî tê dîtin, di heman demê de serdemên azadî, wekhevî lê hebû û zext, desthilatdarî û mêtingerî lê tune bû. Mirovahî bi hezaran û deh hezaran sal bi vî rengî jiya ye, jiyana wan di nava azadî û aştiyê de derbas bûye.

Dema ku xwezaya jinê ya civakî û azadiyê ji civakbûnê qut bû û ji hesta azadî, wekhevî, aştî û hezkirinê bêpar ma, ji aliyê mêran hedef hat girtin, hevsengiya jiyanê têk çû û jiyana azadîxwaz, wekhevîxwaz a li ser esasê hezkirin, aştî û parvekirinê ji holê rabû. Ji dîroka ku feraseta serdest a mêr bi pêş ketiye, jin bi zext, mêtingerî û tundiya sîstematîk re rû bi rû ma. Heman tiştên ku bi serê jinan de anîn, bi serê civakê de jî anîn. Azadî û aştî ji holê rakirin û serdema şer, tundî, dagirkerî û qirkirinê destpê kir. Ji ber ku jin civakîbûnê temsîl dike, dema jin hedef tê girtin û bindest dibe, civak jî tê hedefkirin û bindest dibe.

Modernîteya kapîtalîst ji ber ku xwezaya jinê, ked û bedena wê dimêje, lûtkeya feraseta serdest a mêr temsîl dike. Modernîteya kapîtalîst her cure raman, zanist, teknîk, hunerê kiriye zayendperestî û mêtingeriyê. Modernîteya kapîtalîst jî sîstemeke herî zêde civak û jiyanê dişkîne û îstîsmar dike. Pergala ku herî baş têkiliya nêzîkatiya jinê û nêzîkatiya civakê derdixe holê modernîteya kapîtalîst e.

Bêguman jinan ji destpêkê heta roja me ya îro feraseta serdest a mêr û jiyana koledar, mêtinger qebûl nekiriye û li ber xwe daye. Bi saya vê dijderketin û berxwedana jinê, hişmendiya azadiyê û vîna civakê her tim zindî maye. Di cewhera têkoşîna bênavber a dîroka mirovahiyê ya li dijî pergala serdestî, mêtingerî û qirkirinê hatiye meşandin de sekna jinan a azadîxwazî û berxwedêrî heye.

Têkoşîna azadiyê ya jinê di dîrokê de tu carî kêm nebûye, berevajî wê her tim bi pêş ketiye û mezin bûye, gihiştiye astekê ku di serdema me de pêşengiya têkoşîna azadiyê ya civakê dike. Li her derê jin bi pêş ve diçin û pêşengiya têkoşînê dikin. Niha bi dirûşma JIN JIYAN AZADÎ li her derê têkoşîna azadî û rizgariyê geş dibin.

Di pêşketina tevgera me û şoreşa Kurdistanê de guhertin û veguhertin, ked û pêşengiya jinê roleke bingehîn lîst. Tevgera me hêz û motîvasyona xwe ji hêza jinê û azweriya jiyana azad digire. Şoreşa Kurdistanê bi reng û pêşengiya jinê bi pêş dikeve. Bêguman bidestxistina vê xisletê ya şoreşa Kurdistanê encama nêzîkatiya Rêber Apo ye. Rêber Apo azadiya jinê xiste navenda têkoşînê, nirxek mezin da jinê, rê li ber rêxistinbûn û vîna jinê vekir. Vê yekê tevgera me û şoreşa Kurdistanê cuda kir, jin bi hêz kir û hêz da. Rêber Apo ji bo pêşxistina hişmendî û têkoşîna azadiya jinê ked û hewldaneke mezin da. Bi nêzîkatiyên bîrdozî û felsefî ku pêşxist, model û paradîgmayeke nû ya jiyanê li ser bingeha azadiya jinê pêş xist. Ev keda Rêber Apo îro li hemû cîhanê ji aliyê jinan ve tê dîtin, nirxê didinê û xwedî lê derdikevin. Jin di azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de di refên herî pêş de cih digirin û pêşengiya kampanyaya azadiyê dikin. Em vê helwesta jinan gelek watedar, bi nirx dibînin û di vê roja watedar de careke din spasiyên xwe pêşkêşî hemû jinan dikin.

Di Têkoşîna Azadiya Jinên Kurdistanê de ku bandorê li cihanê kir, bi hezaran û deh hezaran jin şehîd bûn. Di vê têkoşînê de kesayetên mezin ên rêber û pêşengên weke Sakîne Cansiz-Sara derketin holê, nasname û karakterê têkoşîna azadiya jinê ava kirin. Rêber Apo diyar kir ku têkoşîna azadiya jinê têkoşîna Sakîne-Sara ye. Em di şexsê hevrê Sakîne-Sara de ku di gerdûnîkirina têkoşîna azadiya jinên Kurdistanê de roleke mezin lîst, hemû şehîdên azadiyê yên jin bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em bawer dikin ku heke jin azad bibe, wê civak û jiyan jî azad bibe. Bi vê baweriyê em careke din 8’ê Adarê li hemû jinên cihanê pîroz dikin, hevgirtina xwe ya bi têkoşîna wan re tînin ziman û serkeftinên mezin ji wan re dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji ciwanên Mexmûrê ji bo bîranîna Şehîd Sara Hogir

Nivîsa Pêş

Milîsên KBDH’ê li dijî xeta erdgazê çalakî pêk anîn

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Milîsên KBDH’ê li dijî xeta erdgazê çalakî pêk anîn

Milîsên KBDH’ê li dijî xeta erdgazê çalakî pêk anîn

YJA Star: Em bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berxwedanê bikin bingeha jiyana xwe

YJA Star: Em bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' berxwedanê bikin bingeha jiyana xwe

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.