Enter your email Address

Pazartesi, Şubat 2, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

HPG’ê nasnameya gerîlayek şehîd eşkere kir

Edîtor: Nucan Serdoz
02/03/2024 - 11:15
di nav Biranîna Şehîdan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
HPG’ê nasnameya gerîlayek şehîd eşkere kir
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya gerîlayê li Garê şehîd bû, eşkere kir û got: “Her çendî ku şehadeta hevrêyê me Dijwar ji me re giran jî be, bîranînên wî yên bi nirx wê ji me re bibin ronahî.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê gerîlayê ku di 2’ê Adara sala 2022’yan de li Garê şehîd bûyî bi bîr anî. HPG’ê got: “Her çendî ku şehadeta hevrêyê me Dijwar ji me re giran jî be, bîranînên wî yên bi nirx wê ji me re bibin ronahî.”

Daxuyaniya HPG’ê wihaye:

“Hevrêyê me Dijwar Tolhildan di 2’yê Adara 2022’yan de li Garê tevlî karwanê şehîdan bû. Hevrêyê me Dijwar jiyana xwe ya şoreşgerî li metropolên Tirkiyeyê yên ku herî zêde zextên dijmin lê bûn û piştre jî li navendên pergala kapîtalîst berdewam kir. Paşê hat çiyayên Kurdistanê yên ku di hesreta wê hebû û têkoşîna xwe hîn mezintir kir. Hevrêyê me yê ku her kêliya xwe bi hemû hêza xwe jiya û di nava refên gerîla de li ber xwe da; bi tevlîbûna xwe ya bênavber û hevaltiya xwe ya xurt di dilê her hevrêyên ku pê re xebitî de cih girt. Hevrêyê me Dijwar ji bo xeyalên ku di dilê xwe yê pak de afirandiye pêk bîne bênavber têkoşiya, bîranînên xweş û hevaltiyek ku tu carî neyê jibîrkirin di nava jiyana xwe ya şoreşgerî de cih kir.

Em sersaxiyê ji malbata hevrêyê me yê hêja Dijwar û hemû gelê me yê welatparêz ê Xelfetî û Kurdistanê re dixwazin.

Agahiyên nasnameya hevrêyê me Dijwar Tolhildan wiha ne:

Nasnav: Dijwar Tolhildan

Nav û paşnav: Mustafa Yalçinkaya

Cihê jidayikbûnê: Riha

Navê dayik û bav: Havva – Kasim

Dem û cihê şehadetê: 02.03.2022 / Garê

Hevrêyê me Dijwar li navçeya Xelfetî ya Rihayê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Hevrêyê me Dijwar ji ber ku xaka ku lê ji dayik bûye di nav qadên ku têkoşîna me de pêşî lê şîn bûye, çanda welatparêziyê serdest bûye, ji zarokatiya xwe ve partiya me PKK û têkoşîna me nas kir.mHevrêyê me yê ku weke her zarokê Kurd di temenê xwe yê biçûk de di dibistanên mêtingeran de dest bi nakokiyên jiyanê kir, hîn bû ku zimanê ku bi taybetî ji dayika xwe hîn bûye û di jiyana xwe de bi kar aniye, hatiye qedexekirin. Ji ber vê yekê hevrêyê me yê ku dest bi naskirina rastiya dijmin kir, tevî ku demekê dibistan xwendiye jî zîhniyet û pêkanînên dijmin ên qirkirinê qebûl nekir. Ji bo parastina cewhera ku afirandiye, bersiva pêwîst da dewleta Tirk a qirker. Hevrêyê me Dijwar ku ji biçûkatiya xwe ve ji bo debara malbata xwe di gelek karan de dixebitî, bi kesayeta xwe ya kedkar di nava derdora xwe de hat hezkirin. Hevrêyê me Dijwar ku di dema pêşketina Şoreşa Azadiyê ya Rojava de dest bi şopandina têkoşîna azadiya gelê me kir, li hemberî êrişên çeteyan ên li dijî destkeftiyên gelê me hêrseke mezinpê re çêbû. Bi taybetî ji ber ku dewleta Tirk êrişên çeteyan bi rê ve dibir, hişt ku hevrêyê me Dijwarji bo têkoşînê têkeve nava lêgerînê. Hevrêyê me yê ku dizanîbû cihê herî baş a li dijî êrişan tevlîbûna nava refên gerîla ye li çiyayên Kurdistanê ye, lê ji ber hin sedemên cuda nekarî vê daxwaza xwe bi cih bîne. Hevrêyê me Dijwar ku di destpêka sala 2017’an de çû Ewropayê, li vir jî têkoşîna xwe domand. Hevrêyê me yê ku demekê di nava xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz de cih girt, bi tevlêbûna xwe ya çalak beşdarî rêxistinbûn û hişyarkirina ciwanên Kurd ên li Ewropayê bû. Hevrêyê me Dijwar ku di sala 2019’an de dema ku êrişên dijmin ên li ser gelê me û Tevgera me di asta herî jor de bû, kete nav lêgerîna ku divê weke ciwanekî Kurd ê welatparêz û şoreşger erka xwe bi cih bîne. Hevrêyê me hemû şert û mercên ku pergala kapîtalîst pêşkêşî wî kiribûn red kir û berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Biryardarî û îradeya hevrêyê me Dijwar di asta herî jor de bû, di her kêliya jiyanê de bi coşa ku bigihêje çiyayên azad ên Kurdistanê re bi awayekî çalak cih digirt. Hevrêyê me yê ku bi perwerdeya şervanê nû yê ku dîtî xwe bi jiyana çiya û gerîlatiyê re adapte kir, bi saya tecrubeyên xwe yên bîrdozî û rêxistinî yên berê, di demeke kin de bû gerîlayekî jêhatî. Hevrêyê me yê ku bi perwerdehiya li çiyê dît, bandorên neyînî yên pergala kapîtalîst a li ser xwe yek bi yek ji holê rakir û taybetmendiyên mirovê azad ên Modernîteya Demokratîk di kesayeta xwe de bi cih kir. Di heman demê de hevrêyê me yê ku bi erk û berpirsyariyên pêvajoya dîrokî ya ku em weke gel û Tevger di nav de ne, ji bo bersivê bide pêvajoya şerê dijwar xwe di warê leşkerî de pêşxist û jêhatî bû. Di vê wateyê de ji bo pisporiya taktîkên gerîlayên serdema nû kete nava hewldaneke dijwar. Hevrêyê me Dijwar dizanîbû ku weke milîtanekî Apoyî li her derê ked û xebat pêwîst e, ji bo hemû hevrêyên xwe di her xebata ku tê de cih girt de durist, kedkar û berhemdar bû. Hevrêyê me yê ku di çêkirina tunelên şer de kedeke mezin da û girîngiya wê ya ji bo têkoşîna me îro zêdetir derketiye holê. Di hemû xebatên ku tê de cih girtiye bi eşq ked da û baweriya xwe ya bi taktîkên serdemê anî ziman.

Hevrêyê me ku di nirxandineke xwe de diyar kir ku yek ji armancên wî yên herî mezin ew e ku bibe hevrêyê Rêber Apo û dizanibû ku ev yek bi kûrkirina felsefeya Rêber Apo pêkan e. Li ser vê bingehê hevrêyê me yê ku her kêliya xwe bi xwendin û dahûrandinên Rêbertî derbas kir. Bi kesayeta milîtanî ya ku bi dest xistibû û bi hevaltiya xwe ya xurt re gavên xurt diavêt. Pêşniyara hevrêyê me Dijwar ku ji bo bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker ji sala 2021’an û vir ve li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi tundî pêş dixe, pêşniyara çûna herêmên ku şer lê dijwar e kir. Lê hevrêyê me di tunelên berxwedanê yên ji Metîna heta Avaşînê de têkoşîna lehengiyê ji nêz ve hîs kir û dilê wî her tim bi hevrêyên xwe re bû. Bi mezinkirina tempoya xwe ya li qadan û xebata xwe ya ji bo tevlîbûna şerê dîrokî fedekariyeke mezin meşandin, bû layiqî hevrêyên xwe yên di pêvajoya berxwedanê de şehîd bûne.

Şehadeta hevrê Dijwar ku bi kesayeta xwe ya durist, sade û gihîştî ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve hate hezkirin û mînak hat girtin, ji hevrêyên wî re giran bû. Bîranînên giranbuha ku li pey xwe hiştiye wê têkoşîna me ronî bike.”

 

1 Ji 21
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

7.

8.

9.

10.

11.

12.

13.

14.

15.

16.

17.

18.

19.

20.

21.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji HRE’yê çalakiya tolhildanê: 2 dagirker hatin kuştin

Nivîsa Pêş

Kongreya Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê dest pê kir

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Kongreya Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê dest pê kir

Kongreya Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê dest pê kir

Ji bo Şehîd Tolhildan Qendîl li Mihabadê Merasîmeke bi heybet hat lidarxistin

Ji bo Şehîd Tolhildan Qendîl li Mihabadê Merasîmeke bi heybet hat lidarxistin

Manşet

  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin
  • Ciwanên HDK Li Enqerê Ji Bo Rojava Slogan Nivîsandin
  • Li Edenê Ji Bo Rojava Xwepêşandan
  • Ciwanên Kobanê piştî hevpeymanê carekî din li qadan in
  • Ciwanên Welatparêz Li Geverê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bangek Ji Ciwanên Hesekê Ji Bo Ciwanên Bakur Ji Bo Seferberiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji şervanekî Elewî peyamekî ji bo hemû gelê Sûriyê: Demokrasî di QSD de ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.