Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Prof. Peach: Pêngava li dijî tecrîdê berxwedana navneteweyî ye

Norman Peach anî ziman ku pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” berxwedaneke navneteweyî ya li dijî tecrîdê nîşan dide û got “Pêngavê nîşan da ku Abdullah Ocalan derveyî sînorên Kurdistanê jî tê nasîn û ji berjewendiyên siyasî yên dewletan tê parastin.”

Edîtor: Çekdar Amed
07/01/2024 - 10:01
di nav Analîz, Giştî, Kûr Bûyin, Li Seranserê Cîhanê, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Prof. Peach: Pêngava li dijî tecrîdê berxwedana navneteweyî ye
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Der barê sîstema Îmraliyê ya îşkenceyê de ku ev 25 sal e li hember Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, 10’ê Cotmeha 2023`yan li 74 navendên cîhanê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” dest pê kir.

`DI NÊRÎNÊN ABDULLAH OCALAN DE ŞER TUNE YE`

Norman Peach diyar kir ku wî di sala 1996`an yekem car li Şamê bi Rêber Abdullah Ocalan re nîqaş kiriye û got: “Wê demê me bi Abdullah Ocalan re Konfederalîzma Demokratîk nîqaş kir. Bingeha feraseta Abdullah Ocalan ew e ku şer bi şer naqede, tenê bi muzakereyê dikare bi dawî bibe. Ji bo jiyanê rizgar bike û şertên aşitiyê bi dan û standinan bike wê di şerên Ukrayna û Filistînê de jî bixwesta agirbestêk pêk werê.”

Pisporê hiqûqa navneteweyî Norman Peach diyar kir ku şert û mercên Îmraliyê yên dijî Rêber Abdullah Ocalan, qedexekirina hevdîtina malbat û parêzeran û “cezayên dîsîplînê” yên bêyî hincet li dijî hiqûqê ne. Peach da zanîn ku divê dewletên Ewropayê ji bo şopandina vê bêhiqûqiyê bikevin nava tevgerê û wiha got: “Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di 10 salên dawî de 3 caran darizandin û cezayên li dijî Abdullah Ocalan weke neheqî, şert û mercên girtîgehê weke binpêkirin şermezar kir. Dadgehê dît ku dewleta Tirk aşkera xalên 5 û 6 ên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpê kirine. Mixabin îmkana pêkanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a YE`yê tune ye. Ji bo vê yekê, divê dewletên Ewropî gavên ku heya niha neavetine biavejin.”

‘LI DIJÎ TECRÎDE BERXWEDANA NAVNETEWEYÎ’

Norman Peach destnîşan kir ku pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” di asta navneteweyî de berxwedana dijî tecrîdê û hiqûqa navneteweyî nîşan dide. Peach wiha dewam kir: “Pêngav dide xuyakirin ku êdî Abdullah Ocalan li derveyî sînorên Kurdistanê li cîhanê tê naskirin û li dijî berjewendiyên siyasî yên dewletên derdora Tirkiyeyê tê parastin. Ev pêngav dikare berxwedanê xurttir bike û hewldanên dewleta Tirk ên ji bo dûrxistina vê meseleya nerewa ji raya giştî vala derxe.”

‘DIVÊ LI DIJÎ DEWLETA TIRK MUDAXELEYÊN CIDÎ BIKIN’

Prof. Norman Peach anî ziman ku divê hemû welatên Ewropayê, ji bo rêgezên serdestiya hiqûqê yên ku pê ve girêdayî ne, bi cih bînin, mudaxeleyî pêkanînên Îmraliyê bikin û got: “Ji bo rakirina tecrîdê û serbestberdana Abdullan Ocalan bi tevlêbûna vê pêngavê re dîsa hat dîtin ku hema hema li hemû dewletên Ewropayê destekeke berfireh heye. Li tu cihî pejirandinek ji binpêkirinên wiha yên giran a hiqûqê re tune ye. Ji ber ku hemû dewletên Ewropayê di destûrên xwe de bi van rêgezan tev digerin, divê bi awayekî cidî mudaxeleyî hikumeta Tirkiyeyê bikin û li ser bicihanîna van rêgezan israr bikin.”

‘LI SER LEZBÛNA REWŞÊ DIVÊ HER TIŞT BÊ KIRIN’

Norman Peach destnîşan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan divê her kes bikeve tevgerê û got: “Ji bo ku gavên cidî li dijî dewleta Tirk bên avêtin. Divê welatî bang li hikûmetên xwe bikin û wan teşwîq bikin ku bi lez yasa, pîvan û rêgezên civakên xwe bicihbînin û ji bo daxwazên wê ji hevalbendên xwe yên nêzîk bikin her tiştî bikin. Li pêşiya ragihandinê ji bo pêkanîna rêgezan sond dixwûn lê dijî vê polîtîkayên dualî didin meşandin. Divê dawî li vê bînin.”

NORMAN PEACH KÎ YE?

Norman Peach mamosteyê rûmetê yê Zanîngeha Hamburgê ye, parlamenterê berê û pisporê hiqûqa navneteweyî ye. Di 12’ê Nîsana 1938’an de li bajarê Bremerhaven ê Almanyayê hatiye dinê. Peach li Wezareta Federal a Hevkariya Aboriyê li Bonn dest bi kariyera xwe kir. Li Navenda Lêkolînê ya Federasyona Zanistên Alman li Hamburgê karê xwe yê lêkolînerî berdewam kir. Peach di sala 1975′an de li zanîngeha Hamburgê bû profesorê zanistên siyasî û paşê li Zanîngeha Hamburgê ya Aborî û Siyasetê mamostetiya hiqûqa giştî kir. 9 salan serokatiya Komeleya Hiqûqnasên Demokratîk kir. Peach endamê Lijneya Şêwirmendiya Zanistî ya ATTAC, IALANA û IPPNW ye. Peach di navbera salên 2005 û 2009`an de li Parlamentoya Almanyayê parlementer bû û berdevka karên derve ya Die Linke (Partiya Çep) bû. Wî bi piranî li ser hiqûqa navneteweyî gotar û pirtûk nivîsandin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 7’Ê ÇİLEYÊ 2023’AN

Nivîsa Pêş

Gerîla TV dîmenê çalakiya li Zapê parve kir

Çekdar Amed

Nivîsa Pêş
Gerîla TV dîmenê çalakiya li Zapê parve kir

Gerîla TV dîmenê çalakiya li Zapê parve kir

Hejmara Çile-Sibatê ya Kovara Jinên Ciwan a Welatparêz derket.

Hejmara Çile-Sibatê ya Kovara Jinên Ciwan a Welatparêz derket.

Manşet

  • Yekîtiya Xwendekarên Kurd Ên Bordeaux Damezrandina Xwe Radigihîne
  • Tev Baranê, Ciwanên Kobanê Derketin Qadan
  • Şehîd Ehmed Omer Bi Rêya Deriyê Sînor ê Sêmalka Ber Bi Başûrê Kurdistanê Ve Hate Şandin
  • Li Geverê Bi Hezaran Kes Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan
  • Xwepêşandana Ciwanan Li Ber Avahiya Spiegel Hamburgê

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.