Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25’ê Mijdarê

Edîtor: Nucan Serdoz
25/11/2023 - 20:00
di nav Çalakî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Rojava, Rojhilata Navin, Şerê Gelê Şoreşgerî
Reading Time: 7 mins read
A A
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25’ê Mijdarê
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN – Bi hezaran jin û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo piştgiriya jinan û têkoşîna wan a li hember tundiyê, bi boneya 25`ê Mijdarê bi dirûşma “Li dijî hemû cureyên tundî û dagirkeriyê, Jin, Jiyan, Azadî” meşiyan.

Li kantona Qamişloyê bi hezaran jin ji pêşiya Çerxerêya Osman Sabrî dest bi meşê kir. Beşdaran wêneyên şehîd Sakîna Cansiz, Bêrîtan, Zîlan, Şîlan, Arîn, Jîna Emînî û wêneyên Rêber Apo hildan. Her wiha pankartên “Li dijî hemû rengên tundiya dewletê û zîhniyeta baviksalar, Jin, Jiyan, Azadî”, “Ji bo têkbirina tundî û dagirkeriyê tê bikoşe” hildan.

Meş li Çerxerêya Şehîd Rûbar Qamişlo veguherî mîtîngê. Li wir, endama Koordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed axivî û têkoşîna jinan li hember tundiyê silav kir. Remziye Mihemed destnîşan kir ku di nav civakê de û li qada siyasî jin rû bi rûyî tevahî cureyên tundiyê ne, pêşengên şoreşa jinan ku bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî li berxwe didin, tên hedefgirtin.

Remziye wiha pê de çû: “Îro roja jinan e. Têkoşîna me li hember tevahî cureyên tundiya dewletê, pergala baviksalarî û pergalên dagirkirinê berdewam e. Ta ku bigihêjin azadiyê û civaka xwe ji vê zihniyetê rizgar bikin.”

Remziye bal kişand ser girîngiya yekkirina nêrînên jinan û xurtkirina birêxistinbûna wan û got: “Ji bo ku em li hember tevahî cureyên tundiyê bibin yek, bavperestî, dagirkerî tune bikin û axa xwe ya dagirkirî rizgar bikin. Li hember vê girseyê û li eniyan, em ê bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî bigihêjin azadiya xwe. Bi îlhama şoreşê û serhildana jinan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku beriya du salan dest pê kiriye, dê şoreşê bi ser bixin.”

Meş bi berzkirina sloganên şoreşgerî, mezinkirina têkoşînê li hember zîhniyeta baviksalar bi dawî bû.

REQA

Li Reqayê jî bi sedan jin û endamên Meclisa Jinan a Sûriyeyê, partiyên siyasî, tevahî saziyên sivîl, leşkerî yên bajêr tevlî meşê bûn ku ji aliyê Meclisa Kombûna Jinan a Zenbûya ve hate lidarxistin.

Jin ji pêşiya Nexweşxaneya Zarokan a Reqayê heta Qada Jina Azad meşiyan. Li qadê hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid ev axaftin kir: “Ev qad, şahidê gelek sûcên DAIŞ`ê yên li dijî jinan e. Her sal wek îro em soza xwe ji tevahî jinan re nû dikin ku têkoşîna me berdewam e ta ku tevahî jin rizgar bikin.”

Piştî ku axaftin bi dawî bû, parka bi navê “Qada Jina Azad” hat vekirin.

MINBIC

Li Minbicê jî, bi sedan şênî ji Çerxerêya Mîzan ber bi çerxerêya El Meseb ve meşiyan. Li ber çerxerêyê, berdevka Kombûna Jinan a Zenûbya daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de, berxwedana jinan li herêmên dagirkirî û li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hate silavkirin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin taybetmendiya jinan li herêmê ku berpirsariyê radikin, cihê xwe li tevahî qadan digirin û hate diyarkirin ku jinên herêmê bi pêşengiya şoreşê, ji jinên li cîhanê re bûne mînak.

HESEKÊ

Li kantona Hesekê jî bi sedan jin û şêniyên kantonê ji pêşiya Çarxerêya Şehîd Arîn Mîrkan a li taxa Mişêrfê dest bi meşê kir. Meş li sûka navendî ya bajêr veguherî mitîngê. Jinên ji pêkhateyên cuda bi cil û bergên xwe yên neteweyî meşiyan. Li sûka navendî bi navê Koordînasyona Kongra Star berdevka koordînasyonê Rîhan Loqo axivî û bal kişand ser girîngiya vê rojê, hêz û hevgirtina jinan li hember tundiya li ser wan tê kirin.

Rîhan got: “Kombûna me li vir û hevgirtina me ya li gorî baweriya bi fikr û felsefeya Rêber Apo, hêza jinên Rojava û berxwedana wan ku dê bi îradeya jinan bi ser bikeve nîşan dide.” Rîhan anî ziman ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûryieyê bi hemû pêkhateyên xw dacetine qadan û wiha domand: “Ev yek ji tevahî cîhanê re berxwedan û hevgirtina gelên herêmê li hember pergalên ku tundiyê li dijî jinan dimeşînin, nîşna dide.”

Hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Vîviyan Beho Osê jî axaftinek kir û îşaret bi girîngiya yekitiya jinan di têkoşîna li hember zihniyeta baviksalar û hemû rengên tundiyê kir. Vîviyan diyar kir ku Şoreşa Rojava îradeya hemû jinên ku doza azadiya xwe dikin û hewl didin rê li tundiyê bigirin, temsîl dike.”

Piştî axaftinan, koma Tevgera Hîlala Zêrîn a Hesekê şanoyek têkildarî binpêkirinên mafên jinan pêşkêş kir.

Bi sedan jin, endamên partî, saziyên sivîl, HPC, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin li taxa Şêxmeqsûd a Helebê tevlÎ meşê bû ku ji aliyê Kongra Star ve hate lidarxistin. Meşê ji pêşiya Hola Civînan a 8`ê Adarê dest pê kir. Jinan bê navber dirûşmea “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin. Li qadeke nêzî Çerxerêya Zeytûn a li taxa Eşrefiyê, meş veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de, endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Velentîna Ebdo axivî û got: “Dewletên kapîtalîst di serî de dewleta Tirk a dagirker êrîşî herêmên me dikin û pêşengên me dikin hedef. Ji ber ku pê dihesin ev pêşeng li ser wan, desthilata wan û zîhniyeta wan a baviksalar xetere ye.”

Endama rêveberiya Akademiya Kongra Star Muna Kibik axivî û got ku bi saya damezirandina Tevgera Azadiya Kurdistanê jin pêş ketin û wiha domand: “Ne ji tevgerê û ji Rêber Apo bûya, jin wisa ev qas pêş nediketin.”

ŞEHBA

Li Şehbayê, bi sedan şêniyên kantonê bi pêşengiya jinan, koçberên kantona Efrînê ji naverasta navçeya Ehdasê ber bi Peymangeha Şehîd Viyan Amara ve meşiyan. Li pêşiya peymangehê, endama PYD`ê şaxê kantona Şehba û Efrînê Sureya Mistefa axivî û got: “Jinan xwe li gor dirûşma `Jin, Jiyan, Azadî` bi rêxistin dikin û li ser tevahî asta xwe bi pêş dixin. Jin li herêmê heta radeyeke mezin xwe îsbat kir û karî bi vê dirûşmê, qeydên koletiyê bişikîne, bikaranîn û desthilata li ser tune kir.”

Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Şehba û Efrînê Elîf Mihemed jî wiha axivî: “Rêber Abdullah Ocalan dibêje `Azadiya jinan, azadiya civakê ye’. Projeya wî ya ji bo avakirina civakekê li ser bingeha jiyana hevbeş û wekheviyê, ji herêmên Rêveberiya Xweser dest pê kir û berfirehtir bû. Hêdî hêdî di nav civakê de tê rûniştandin.”

DÊRAZOR

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya şaxê Dêrazorê çalakiyên ku di çarçoveya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de dest pê kiriye, îro bi meşekê bi dawî kir. Meş ji pêşiya avahiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê destpê kir û li Çerxerêya Kargehan veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de, bi navê Kombûna Jinan a Zenûbiya, endama kombûnê Îxlas El Ehmed daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de îşaret pê hat kirin ku jin li herêmê bi rêya mekanîzmaya xebatên xwe hewl didin ji koletiyê xilas bibin û jin wekî berê bikin jêdera hêzê û bingeha jiyanê.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku li hember sûcên li dijî jinan tên kirin û ji bo parastina azadiya jinan, têkoşîn berdewam dike.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

33 meh in agahî ji Rêber APO nayê girtin: 475 serlêdan bê encam man

Nivîsa Pêş

Meşa dirêj a ciwanan ji bo azadîya Rêber Apo û salvegera PKK tê li darxistin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Meşa dirêj a ciwanan ji bo azadîya Rêber Apo û salvegera PKK tê li darxistin

Meşa dirêj a ciwanan ji bo azadîya Rêber Apo û salvegera PKK tê li darxistin

Bi pêşengtîya Yekitîya Jinên Ciwan li Kobanê salvegera 45’emîn ê PKK hat pîroz kirin

Bi pêşengtîya Yekitîya Jinên Ciwan li Kobanê salvegera 45’emîn ê PKK hat pîroz kirin

Manşet

  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.