Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

33 meh in agahî ji Rêber APO nayê girtin: 475 serlêdan bê encam man

Edîtor: Nucan Serdoz
25/11/2023 - 19:00
di nav Analîz, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Rêber APO
Reading Time: 4 mins read
A A
33 meh in agahî ji Rêber APO nayê girtin: 475 serlêdan bê encam man
ParvekeTweet

STENBOL – Agahînewergirtina ji Rêber Apo 33 meh li dû xwe hiştin. Ji 25’ê Adara 2021’ê heya niha 475 serlêdanên hatine kirin jî bê encam mane.

Ji Rêber Apo 24 sal in di Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê de di şert û mercên tecrîdeke giran de ye û Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konarê li Îmraliyê, 33 meh in agahî nayê girtin. Mafê hevdîtina bi malbatê û parêzeran ên Abdullah Ocalan û girtiyên din re, bi “cezayên dîsîplînê” yên bi awayekî sîstematîk wekî hincet tên nîşandan, tê astengkirin.

Parêzer herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de piştî greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guvenê hatibû destpêkirin, hevdîtin bi Rêber Apo re çêkiribûn.

Rêber Apo û Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar herî dawî di 12’ê Tebaxa 2019’an de hevdîtin bi malbatên xwe re kirin. Ji wê rojê heya niha daxwazên hevdîtinê yên malbatan ya bê bersiv hatine hiştin an jî bi îdiaya cezayên dîsîplînê hatine redkirin. Piştî 21 salan Rêber Apo cara ewil di 25’ê Adara 2021’ê de bi rêya telefonê hevdîtin bi birayê xwe Mehmet Ocalan re kir, lê ew hevdîtin jî di nîvî de qut bûbû. Ji wê çaxê heya niha tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin.

475 SERLÊDAN BÊ ENCAM MAN

Li Îmraliyê tecrîda mutleq ku di lîteratura navneteweyî de wekî “incommunicado” yê binavkirin, bênavber didome û hewldanên ji bo hevdîtinê yên malbat û parêzeran jî didomin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê û malbat, her hefte ji bo hevdîtinê hem serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê hem jî i Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dixin. Ji 25’ê Adara 2021’ê ku herî dawî di vê demê de hevdîtin bi Rêber Apo re hatibû kirin, 330 serlêdanên parêzeran û 145 serlêdanên malbatan hatine kirin. Lê belê hemû serlêdan an bêbersiv hatin hiştin an jî bi “cezayê dîsîplînê” ku hinceta wê nayê nîşandan, hatin astengkirin.

BIRYARA QEDEXEKIRINA PARÊZERAN A NÛ

Piştî serlêdana parêzeran a ji bo hevdîtinê, di 31’ê Cotmeha 2023’yan de hat diyarkirin ku 6 mehan cezayê hevdîtina bi parêzeran re hatiye dayîn.

BI SEDAN KES BER BI GEMLÎKÊ VE MEŞIYAN

Her wiha ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo û rakirina tecrîdê jî di çarçoveya pêngava “Azadî ji Rêber Apo, çareserî ji pirsgirêka kurd re” de li seranserê cîhanê çalakî didomin. Di vê çarçoveyê de herî dawî di 18-19’ê Mijdarê de li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi pêşengiya gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl, ber bi navçeya Gemlîk a Bûrsayê ve Meşa Azadiyê hat lidarxistin. Tevî hemû astengiyan jî girse xwe gihand Gemlîkê û di daxuyaniya xwe ya li vir de banga ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo û rakirina tecrîda li ser wî û bi awayekî demokratîk çareserkirina meseleya kurd hat kirin.

HEDEP’Ê SERÎ LI WEZARETA DADÊ DA

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan û parlementer, têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo 2’yê Mijdarê de daxuyanî dan û piştî vê daxuyaniyê bi daxwaza hevdîtinê serî li Wezareta Dadê dan. Di daxwaznameya serlêdanê de, hat xwestin ku demildest divê hevdîtin bi Rêber Apo re bê kirin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

KCK: PKK Tevgera zihniyeteke mezin û hêza civakî ye

Nivîsa Pêş

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25’ê Mijdarê

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25’ê Mijdarê

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25’ê Mijdarê

Meşa dirêj a ciwanan ji bo azadîya Rêber Apo û salvegera PKK tê li darxistin

Meşa dirêj a ciwanan ji bo azadîya Rêber Apo û salvegera PKK tê li darxistin

Manşet

  • Ji şervanekî Elewî peyamekî ji bo hemû gelê Sûriyê: Demokrasî di QSD de ye
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava
  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bangek Ji Ciwanên Hesekê Ji Bo Ciwanên Bakur Ji Bo Seferberiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kurd û dosten xwe li dijî qedexeya li ser PKK’ê dadikevin qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanan Li Rihayê Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.