Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Dîrok û Berxwedan

‘Em ê bi coş û moralê fîşeka destpêkê bi ser bikevin’

Edîtor: Nucan Serdoz
10/08/2023 - 20:00
di nav Dîrok û Berxwedan, Giştî, Hevpeyvîn, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
‘Em ê bi coş û moralê fîşeka destpêkê bi ser bikevin’
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Yek ji şerên herî giran ên dîroka Rojhilata Navîn di sedsala 21’ê de diqewime. Di rewşeke bi vî rengî de gerîlayên YJA Starê Barîn Batma, Hêvî Ozalp û gerîlayê HPG’ê Mîkaîl Çekdar ji ANF’ê re axivîn.

‘ARMANCA HÊZÊN FAŞÎST WÊ PÊK NEYÊ’

Gerîlaya YJA Starê Barîn Batman Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê û gelê Kurdistanê yê welatparêz pîroz kir û şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi bîr anî. Barîn Batman bal kişand ser girîngiya 15’ê Tebaxê ji bo têkoşîna gelê Kurd û got, “Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo gerîlayên Kurdistanê û gelên bindest  nîşaneya jinûve vejînê ye. Avabûna nasnameyeke azad e. Piştî Pêngava 15’ê Tebaxê li nava gelê Kurdistanê wêrekiyeke mezin, îradeyeke ji pola rû da û li ber dewleta Tirk a faşîst sekinî. Di vê demê de jî bi şênberî tê dîtin ku li hemberî îradeya gelê Kurd ti hêz nikare bisekine. 15’ê Tebaxê bangeke ji bo azadiyê bû û ciwanên ku baweriya xwe bi vê bangê anîn di her serdemê de ber bi çiyayên azad ve beziyan. Em jî weke gerîlayên Kurdistanê soz didin ku mîrateya hevalê Egîd ji me re hiştiye dewam bikin. Dewleta Tirk her tim dibêje ‘me gerîla tune kir’ û şerê psîkolojîk dimeşîne, polîtîkayên qirêj dewam dike. Lê ya rast ew bi xwe jî ji gotinên xwe bawer nake; li Metîna, Avaşîn û Zapê li gel êrîşên dijmin hemûyan jî gerîla bi îradeyeke ji pola şer dikin. Ev yek li pêş çavan e. Bi îdeolojiya Rêberê me û bawerî û hêza ji ruhê 15’ê Tebaxê, em pê bawer in ku em ê di vî şerî de bi ser bikevin. Xaka Kurdistanê wê ti carî ji dewleta Tirk a faşîst re nebe yar.”

‘RUHEKÎ HER TIM ZINDÎ MA’

Gerîlayê HPG’ê Mîkaîl Çekdar jî got, “Pêngava 15’ê Tebaxê dengê destpêkê yê lingê şoreşê li Kurdistanê bû” û bal kişand ser girîngiya 15’ê Tebaxê. Çekdar got, “15’ê Tebaxê ji bo me çiqasî girîng be, ji bo gelê me jî ewqasî girîng e. Li welatekî ku tirs û mirin lê serwer bû, 15’ê Tebaxê nîşaneya vejîn û jinûve hebûnê ye. Di 15’ê Tebaxê de hevalê Egîd bi çalakiyê artêşa Tirk a faşîst têk bir, dijmin şoq kir. Ji bo me bû hêz û çavkaniyeke mezin a moralê. Ji bo hevrêyên me yên şehîd û xelkê me yê welatparêz bû bersiveke mezin. Tirseke mezin xist nava dilê dijminên me hemûyan û ev çalakî bû sedem ku em xwe bigihînin vê serdemê. çawa ku av bi herikînê naqede, digihêje çemekî din û bi hev re mezin dibe, tevgera gerîla jî bi wî rengî mezin bû. Ji roja destpêkê û vir ve dijmin hewl dide gerîla tune bike, lê belê gerîla mîna avekê ye, her ku diherike mezin dibe. Kesekî bi tenê jî bimîne ev îdeolojî, ev ruh wê dewam bike. Ji ber ku hevalê Egîd berxwedaneke welê da destpêkirin, ruhekî welê afirand ku li Kurdistanê ruhekî şer ê bi vî rengî di dîrokê de kêm caran hatiye dîtin. Heta niha bi sedan hevrê û fermandarên me li ser şopa fermandarê me yê mezin hevalê Egîd şer kirin û şehîd bûn. Li gel vê yekê li Zap, Metîna û Avaşînê ev ruh li holê ye. Em qala tiştekî xeyalî nakin. Her tişt li pêş çavan e. Artêşa Tirk a faşîst her cûre çekên qedexekirî li dijî gerîla û xwezaya Kurdistanê bi kar tîne, tevî vê yekê jî nikare îradeya gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bişikîne. Me ev ruh ji hevalê Egîd, hevala Zîlan, hevala Bêrîtan wergirt. Li ser mîrateya ku wan ji me re hiştin em bi hêz dibin. Em ev ruh in. Bi taybetî jî hêzê ji modernîteya demokratîk a Rêberê me û îdeolojiya wî ya azadiya jinê werdigirin. Hêzên hegemonîk çiqasî bixwazin me ji aliyê fîzîkî ve tune bikin jî ji aliyê fikrî ve ti carî nikarin tune bikin. Îdeolojiya Rêberê me li cîhanê belav bûye. Em di wê baweriyê de ne ku em ê dijmin ji Rojhilata Navîn û Kurdistanê biavêjin. PKK hêviya jiyanê ya Rojhilata Navîn e. Em di wê baweriyê de ne ku li Kurdistanê bi rengekî azad bi Rêberê xwe re bijîn.”

‘EM Ê BI COŞ Û MORALÊ FÎŞEKA DESTPÊKÊ BI SER BIKEVIN’

Gerîlaya YJA Starê Hêvî Ozalp destnîşan kir ku bi coş û moralê fîşeka destpêkê ya ku bi pêşengiya fermandar Egîd di 15’ê Tebaxê de hate teqandin, li çiyayên Kurdistanê berxwedan dewam dike. Hêvî Ozalp Pêngava 15’ê Tebaxê nirxand û anî ziman ku bi ruhê coş û moralê Pêngava 15’ê Tebaxê li Kurdistanê afirand, Tevgera Azadiyê bi pêş ket û got, “Pêngava 15’ê Tebaxê destpêkê li Rêber Apo, şehîdên şoreşê, hevalên di pozîsyona şer de li ber xwe didin pîroz dikim.”

‘BI HEZARAN HEVALÊN ME BI RUHÊ FEDAÎ YÊ EGÎD ŞER DIKIN’

Ozalp ragihand ku ruh û coşa fîşeka destpêkê bi salan e dewam dike û got, “Hevalên me bi vî ruhî xwe tevlî şer û jiyanê dikin. Eşkere ye ku bi moralê vî ruhê berxwedanê em tevlî dibin. Bi ruhê berxwedanê yê hevalê Egîd, hevalên me li eniyên şer li ber xwe didin. Bi hezaran hevalên me bi ruhê fedaî yê hevalê Egîd li ber xwe didin, şer dikin. Bi ruhê berxwedanê yê hevalê Egîd û hevala Zîlan ev rêwîtî wê bi ser bikeve. Ji bo şerê li Rojhilata Navîn û çiyayên Kurdistanê tê meşandin pêwîstî bi vî ruhî hıeye û şer bi vî ruhî tê meşandin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê bi vî rengî têbikoşin. Em ê bi vî ruhî bi ser bikevin. Bijî Pêngava 15’ê Tebaxê.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Şehbayê Tevgera Ciwanên Şoreşger Senevizyon li dar dixin.

Nivîsa Pêş

Meclîsa Encûmanên Ciwanên Kurd Daxûyanîyek li dijî Êrîşên Dewleta Tirk dan

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Meclîsa Encûmanên Ciwanên Kurd Daxûyanîyek li dijî Êrîşên Dewleta Tirk dan

Meclîsa Encûmanên Ciwanên Kurd Daxûyanîyek li dijî Êrîşên Dewleta Tirk dan

HPG: Hevrêyên me Rêzan û Bawer şehîd bûn

HPG: Hevrêyên me Rêzan û Bawer şehîd bûn

Manşet

  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.