Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

NPG: Sala 20’emîn a Pêngava 1’ê Hezîranê pîroz be

Edîtor: Nucan Serdoz
31/05/2023 - 10:58
di nav Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
NPG: Sala 20’emîn a Pêngava 1’ê Hezîranê pîroz be
ParvekeTweet

BEHDINAN – Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (HSM) bi wesîleya salvegera 19’emîn a Pêngava 1’ê Hezîranê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Li hemberî Komploya Navneteweyî ya ku ku di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurdistanê pêk hatibû, bi pêşengiya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê pêngava 1’ê Hezîranê hatibû destpêkirin. Em salvegera 19’emîn a Pêngavê di serî de li rêberê me yê azadiyê Rêber Apo, li malbatên şehîdan, li gelê me yê welatparêz, li dostên gelê me û li hemû hevrêyan pîroz dikin. Em hemû şehîdên xwe yên qehreman ên ku bingeha vê pêngava dîrokî danînin û ji bo serkeftina wê kedên mezin dan, di şexsê heval Erdal, Adil, Nûda, Delal Amed, Atakan Mahîr, Kasim Engîn, Fazil Botan, Egîd Civyan, Gulçiya Gabar, Cûmalî Çorûm, Mizgîn Ronahî, Yaşar Botan û Leyla Amedan de hemû şehîdan bi bîr tînin û sozê didin ku em ê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê bigihêjin serkeftinê û bîranîna şehîdên xwe bidin jiyîn.

Wekî ku tê zanîn dewleta Tirk bi desteka hêzên paşverû yên herêmê û hêzên hegemonîk ên navneteweyî, di sala 1999’an de dijberiya xwe ya li hemberî Rêber Apo gihandin lûtkeyê û xwest encamekê bistîne. Lê belê pêşbîniya mezin a Rêber Apo û helwesta wî ya rast a li hemû zextan ev komploya navneteweyî pûç kiriye û deriyê çareseriya pirsgirêka Kurd li ser bingehê demokratîk vekiriye. Li ser vê bingehê Rêbertiya me bang li hemû hêzên gerîla kir ku şerê çekdarî rawestînin û ji sînorên Tirkiyeyê derkevin. Li aliyê din tevgera me û hêzên gerîla li ser vê banga Rêbertiya me ji qadên Bakur vekişiyan. Di navbera salên 1999-2004’an de, tevî vê nêzîkatiya bi aqilane û analîtîk a Rêbertiya me û tevgera me, dewleta Tirk ji bo çareseriyê tu gav neavêt, di heman demê de tevî meylên çete re bû yek polîtîkaya rizandina tevgera me ji xwe re kir esas. Bi taybet hikûmeta AKP’ê ya ku vê demê de hat ser desthilatdariyê, ji geşedanên asta herêmê sûd wergirt û li dijî tevgera me konsepta tasfiye û tinekirinê pêş xist da ku Komploya Navdewletî bigihêje encamê. Tevî hemû înkar, îmha û zextên 5 salan ên dewletê, tevgera me fîşekek jî neteqand û berpirsyariya xwe ya dîrokî cih anî. Ji ber vê li pêşiya tevgera me bi tenê ev rê mabû ku li dijî komplo û tasfiyekariya navneteweyî ya ku hikumeta AKP’ê pêş xistibû, dest bi pêngava berxwedanê bike. Li ser vî esasî Pêngava 1’ê Hezîranê ya dîrokî li dijî konsepta ‘ya teslîmiyet û yan jî îmha’ ya ku dûmahîka Komploya Navneteweyî bû, wekî helwesta bi rûmet a gelê Kurdistanê, berxwedana pîroz û biryardariya li ser xeta Rêber Apo hate rojevê.

PÊNGAVA 1’Ê HEZÎRANÊ ROLA PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ YA DUYEMÎN LÎST

Bêguman Pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an jî weke Pêngava 15’ê Tebaxê di têkoşîna parastina hebûna gelê Kurdistanê de rol lîst. Pêvajoya nû ya têkoşînê ku bi Pêngava 1’ê Hezîranê dest pê kir, li hemberî pêvajoya îmhayê ya dewleta Tirk a ku hêzên Komploya Navdewletî piştgirî dayê, bersiveke xurt e. Pirsgirêka Kurd a ku Rêbertiya me ji sala 1993’an û vir ve hewl dide pêş bixe, bi rêya diyalogê, bingeha avakirina sîstema KCK’ê danî û bi giştî rê li ber paradîgmaya Rêbertiyê vekir ku bibe jiyanî.  Ruhê 1’ê Hezîranê ku li ser esasê hevgirtina têkoşîna gerîlayên azadiya Kurdistanê li çiyayan û helwesta serhildana gelê Kurd a li bajaran derketiye holê, ne tenê ji van hêviyan re bûye bingeh, tevî ku di encamê de hemû hewldanên bi nesamîmîbûna xwe têk çû jî dewleta Tirk di pratîkê de anî ser maseyê.Çi agirbestên ji sala 2006’an de dem bi dem pêk hatin, çi jî bi rêbazên diyalogê yên ku di Pêvajoyên Oslo û Îmraliyê de ji bo afirandina nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurdan, eşkere ye ku rola Pêngava 1’ê Hezîranê heye.  Di vî warî de mirov dikare qala bandorên siyasî yên pêngava dîrokî û bandora wê ya li ser mezinbûna têkoşîna me jî bike.

GERÎLAYÊN AZADIYÊ AMADE NE KU WEZÎFEYÊN XWE HEMÛYAN BI CIH BÎNIN

Bêguman çavkaniya esasî ya vê mezinbûn û pêşketinê ked, hewldan û paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a Rêber Apo û têkoşîna gerîla ya bi pêşengiya şehîdên me yên leheng e. Di pêvajoyê de ku bi Pêngava 1’ê Hezîranê destpê kir, di têkoşîna li dijî dijmin de ne tenê serdemeke pêngavî destpê kir, di heman demê de Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di nava xwe de jî kete nava pêvajoyeke pêngavî. Projeyên jinûve avakirinê yên ji bo çareserkirina rewşa xitimandî ya pêvajoya şer a bi salan û bicihanîna pîvanên gerîlatiya nûjen, hemû pêngavên bi bandora Pêngava 1’ê Hezîranê ne. Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk a serdema nû ku bi vê nêzîkatiyê hate afirandin, ji aliyekî ve li dijî teknolojiya herî nûjena  serdema me di mijara parastina qadên azad de performansa asta herî bilind nîşan da, ji aliyê din ve jî bi saya kûrbûna ruhê fedaî yê di nava xwe de afirand, perspektîfeke nû da rastiya şer, têkoşîn û berxwedanê. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê îro ne tenê mîna gerîlayên berê-klasîk li ser erdê şer dikin, li gel şerê bi pisporî yê li ser erdê her wiha li binê erdê û li hewa jî asta leşkerî bi pêş ve biriye.

Bêguman Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku li gel zor û zehmetiyan 39 salan bi rengekî destanî li ber xwe dan, lehengî kirin xwedî wê hêz, daxwaz û biryardariyê ne ku îro jî li ber her cûre êrîşên li ser hebûn û azadiya gelê xwe rabin û têk bibin. Bi taybetî li hemberî êrîşên 8 salên dawî yên rejîma AKP-MHP-Ergenekonê, bi taktîka şerê tunelan û şerê tîm ê pispor performanseke mezin afirandin û nîşan dan ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê têk naçin. Îro jî amade ye ku li ser rêya azadiya gelê me û Rêberê me, wezîfeyên xwe hemûyan bi cih bînin.

Li ser vê bingehê em salvegera 19’an a Pêngava 1’ê Hezîranê ya dîrokî careke din li gelê me, dostên me û hevrêyan hemûyan pîroz dikin, ji şervanên azadiyê yên ku di sala 20’an a Pêngava me ya pîroz de meşa ji bo azadiya Rêber Apo û gelê me bi biryardarî dewam bikin, ji gelê me û hêzên têkoşer hemûyan re serketinê dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 31’Ê GULANÊ 2023’YAN

Nivîsa Pêş

Tevgera Ciwanên Şoreşger û ciwanên PYD civinek li darxistin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Tevgera Ciwanên Şoreşger û ciwanên PYD civinek li darxistin

Tevgera Ciwanên Şoreşger û ciwanên PYD civinek li darxistin

Hevdîtina bi parêzer û malbatê li Rêberê Gelê Kurd qedexe kirin

Hevdîtina bi parêzer û malbatê li Rêberê Gelê Kurd qedexe kirin

Manşet

  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

Herî zêde hatine xwendin

  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

    YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Koordînasyona Komalên Ciwan banga ‘vegera li welat’ li ciwanan kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.