Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Çekên Kîmyewî

Nameya Endamên Parlamenta Ewropayê ji OPCW re: Em ji nebûna vekolînek serbixwe pir bi fikar in

Endamên Parlamenta Ewropayê (PE) bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) kirin ku agahiyên li ser êrîşên dewleta tirk ên bi çekên kîmyewî bi lez lêkolîn bike.

Edîtor: Nucan Serdoz
27/04/2023 - 12:01
di nav Çekên Kîmyewî, Ewropa, Giştî, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Rêxistinên Hiqûqî yên Navneteweyî derbarê çekên kîmyewî de daxuyanî dan
ParvekeTweet
NAVENDA NÛÇEYAN – Endamên Parlamenta Ewropayê (PE) bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) kirin ku agahiyên li ser êrîşên dewleta tirk ên bi çekên kîmyewî bi lez lêkolîn bike.
OPCW ku rêxistineke nava dewletan e û navenda wê li bajarê Lahey ê Hollandayê ye, têkildarî agahî û belgeyên li ser êrîşên dewleta tirk ên bi çekên kîmyewî heta niha tu lêkolîn nekiriye. Ji ber vê yekê jî endamên Parlamentoya Ewropayê (PE) nameyek ji OPCW’yê re şandin.
Parlamenterên ji komên cuda yên PE’yê gotin, “Pêwîstî bi wê yekê heye ku îdîayên li ser bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyeyê ve li Herêma Kurdistanê ya Iraqê, bi rengekî lezgîn bê lêkolîn” û name ji OPCW’yê re şandin.
Endamên PE’yê dîmenên piştî êrîşên dewleta tirk, lêkolînên rojnamevanan ên li Başûrê Kurdistanê, lêkolînên Rêxistina Doktorên Serbixwe ya ji bo Pêşîlêgirtina li Şerê Nukleerî (IPPNW) û mikurhatina rayedarên dewleta tirk ên li ser bikaranîna gaza çavan dişewitîne, pêşkêşî OPCW’yê hatin kirin.
Name bi vî rengî ye:
“Weke endamên Parlamenta Ewropayê, îdîayên cihê baweriyê yên li ser bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyeyê ve li Herêma Kurdistanê ya Iraqê û nekirina lêpirsîneke serbixwe me dixe nava tirs û fikarên mezin.
Peymana Çekên Kîmyewî, bi taybetî li gorî ku di malpera we de cih digire, ji sedî 98 ê cîhanê ‘çar welat ne di nav de’ di bin parastina vê peymanê de ye, ku ev yek destketiyeke girîng e. Lê belê tecrûbeya kurdan nîşan dide ku çarçoveya ji sedî 98 jî gerdûnî nîne. Parastin bi wê yekê ve girêdayî ye ku divê dewleteke we hebe, ji bo bi navê we biaxive. Kurd xwedî dewletekê nînin ku daxwazeke bi vî rengî bikin.
Pêwîstî û şertê daxwaza dewletekê ruhê bingehîn ê vê Peymanê binpê dike, gerdûnîbûyîna wê ku gelekî girîng e înkar dike û ji bo afirandina cîhaneke ji çekên kîmyewî dûr, hewldanan asteng dike.
Artêşa Tirk bi xwe qebûl dike ku di şerê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de bi taybetî li Bakurê Iraqê gazên çavan dişewitîne bi kar tîne, ku ev gaz bi Peymanê hatiye qedexekirin. Rojnamevanên ku piştî êrîşên kîmyewî yên bombardûmana Tirk bi sivîlên xwecihî re axivîn, ku îdîa dikirin semptom bi wan re çêbûye, raporên bi fikar weşandin. Dîmenê welê hene ku nîşan didin, leşkerên Tirk xortûman dixin nava tunelên ku şervanên PKK’ê tê de bûn. Her wiha dîmen hene ku nîşan didin 2 gerîlayên Kurd êşa mirinê dikişînin.
Van dîmenên dawî Seroka Yekîtiya Tabîbên Tirk Prof. Şebnem Korûr Fîncanci îqna kir ku xwest mijar bi rengekî serbixwe bê lêkolîn, lê belê dema ku ev yek anî ziman hate girtin û vê yekê jî nîşan da ku Tirkiye xwedî hin tirsan e ku pêwîstiyê bi veşartinê dibîne. Her wiha delîlên di asta duyemîn de jî hene yên weke konteynirên kîmyewî û qutiya maskeya gazê. Dema ku ev dane hatin komkirin, Rêxistina Doktoran a Serbixwe ya ji bo Pêşîgirtina li Şerê Nukleerê (IPPNW) têrker dît ku banga lêpirsîneke serbixwe bike. Wan bi xwe hewl dan ku mîsyoneke lêpirsînê bimeşînin, lê belê dema xwestin biçin herêmê û bi sivîlên ketin bin bandora mijarê hevdîtinê bikin, hatin astengkirin.
Daneyên ku me jorê bi bîr xistin ji bo we gelekî naskirî ne, lewma jî divê hûn zanibin ku pêwîstiya bi lêpirsîneke serbixwe ya li herêmê bi lezgînî heye. Bêguman em nikarin encama lêpirsîneke bi vî rengî texmîn bikin, lê belê eger nîşan bide ku Tirkiyeyê bi rastî jî çekên kîmyewî bi kar aniye, hingî ev yek wê bibe gava destpêkê ya girîng a ji bo rizgarkiriya ji çekên kîmyewî.
Em weke nûnerên Ewropî yên hilbijartî ji bo xwe weke wezîfeyê dibînin ku vê rewşa metirsîdar destnîşan bikin û ji bo lêkolînkirineke rast a li ser mijarê çi ji destê me bê bikin.”
Parlamenterên endamên Parlamenta Ewropayê yên mohra xwe danîne binê nameyê bi vî rengî ne:
ALFONSI Francois (Greens/EFA) ; SCHIEDER Andreas (S&D) ; VILLUMSEN Nikolaj (THE LEFT)
ARENA Maria (S&D) ;
AUKEN Margrete (Greens/EFA) ; BITEAU Benoit (Greens/EFA) ;
 BJÖRK Malin (THE LEFT) ; BOURGEOIS Geert (ECR) ;
CAREME Damien (Greens/EFA) ; CASTALDO Fabio Massimo (NI) ; CHAIBI Leila (THE LEFT) ;
COMIN I OLIVERES Antoni (NI) ; CORMAND David (Greens/EFA) ; CORRAO Ignazio (Greens/EFA) ; D’AMATO Rosa (Greens/EFA) ; DELBOS- CORFIELD Gwendoline (Greens/EFA) ;
DELLI Karima (Greens/EFA) ;
DEMIREL Oezlem (THE LEFT) ; FRAGKOS Emmanouil (ECR) ; GREGOROVÁ Markéta (Greens/EFA) ; GRUFFAT Claude (Greens/EFA) ; GUSMÃO José (THE LEFT) ;
HEIDE Hannes (S&D) ;
JADOT Yannick (Greens/EFA);
KANKO Assita (ECR) ;
 LARROUTUROU Pierre (S&D) ; MACMANUS Chris (THE LEFT) ; MATIAS Marisa (THE LEFT) ; MELCHIOR Karen (Renew) ;
MIRANDA Ana (Greens/EFA) ; PAPADAKIS Demetris (S&D) ;
PEDICINI Piernicola (Greens/EFA) ;
PETER-HANSEN Kira Marie (Greens/EFA);
PISAPIA Giuliano (S&D) ;
 PONSATI Clara (NI) ;
PUIGDEMONT Carles (NI) ;
 RIBA I GINER Diana (Greens/EFA) ; RIVASI Michèle (Greens/EFA) ; RODRÍGUEZ PALOP Eugenia (THE LEFT) ;
ROOSE Caroline (Greens/EFA) ; SANTOS Isabel (S&D);
SATOURI Mounir (Greens/EFA) ;
SIDL Guenther (S&D) ;
SINCIC Ivan Vilibor (NI) ;
SMERIGLIO Massimiliano (S&D) ;
SOLE Jordi (Greens/EFA) ;
TOUSSAINT Marie (Greens/EFA) ; URBAN CRESPO Miguel (THE LEFT) ; VILLANUEVA RUIZ Idoia (THE LEFT) ; ZDANOKA Tatjana (NI)
Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG: Hevalê me Dilxwaz Gabar, yek ji milîtanên pêşeng ên partiya me PKK’ê

Nivîsa Pêş

Li Amedê li dozên li dijî rojnamegeran de îfadeya şahidên vekirî

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Amedê li dozên li dijî rojnamegeran de îfadeya şahidên vekirî

Li Amedê li dozên li dijî rojnamegeran de îfadeya şahidên vekirî

Li Qeladiz û Soran du jinên ciwan bi guman jiyana xwe ji dest dan

Li Qeladiz û Soran du jinên ciwan bi guman jiyana xwe ji dest dan

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.