Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Başûr

YJŞ: Şervana me Arya Zekî ji ber lehiyê şehîd ket

YJŞ’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervana wan Arya Zekî dema li ser erka xwe bû, ji ber barana zêde ku bû sedema lehiyê şehîd bû.

Edîtor: Nucan Serdoz
18/03/2023 - 14:31
di nav Başûr, Biranîna Şehîdan, Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Şerê Gelê Şoreşgerî
Reading Time: 3 mins read
A A
YJŞ: Şervana me Arya Zekî ji ber lehiyê şehîd ket
ParvekeTweet

ŞENGAL – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Jinên Şengalê bi daxuyaniyekê ragihand ku di 15’ê Adara 2023’yan de ji ber barana zêde li gelek gund û bajarê Şengalê lêhî rabû. YJŞ’ê got; “Di encama lêhiyê de şervana Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ’ê) Arya Zekî dema ku li ser erka xwe bû bi lêhiyê re rû bi rû hat. Piştî lêgerîna 2 rojan cenazeyê şervana me hat ditîn.”

Berfirehiya daxuyaniya YJŞ’ê wiha ye:

“Wek tê zanîn civaka me ya Êzidî di 73 fermanan re derbas bûye. Di sala 2014‘an de rastî îxanet, qirkirin û komkujiyeke mezin hat. Di vê fermana ku bi destên çeteyên DAÎŞ’ê ve hatiye kirin bi hezaran jin hatin kuştin û dîl hatin girtin û revandin, bi hezaran jin di bazarên koleyan de hatin firotin. Ji bo vê ev ferman wekî fermana li ser jinê hat pênasekirin. Yên ku herî zêde ji fermana 2014’an para xwe girtibûn jinên Êzidî ne. Vê carê jî rastî hovîtîya herî mezin ya dîrokê rû bi rû mabûn û li hemberî vê rewşê bê parastin hatibûn hiştin.

Jinên Êzidî ji bo ji fermana re bibin bersiv, tola gel û jinên ketine destê çeteyên DAÎŞ’ê hilînin, ji bo xwe rêxistin bikin, hêza xwe ya bi navê Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ’ê) ava kirin. Jina Êzidî ya ku xwe bi rêxistin kir, kêlî bi kêlî li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê şer kir û tola xwe hilandin. Ji ber vê jî keçên Êzidî bûn xwedî hêz û di roja me ya îro de hêza jinên Êzidî gihişt hezaran.

Hevrêya me Arya Zekî jî, yek ji wan sedan keç û xortên Êzidî bûn ku di 2018’an de dema dewleta dagirker a Tirkiyê mamê civaka Êzidî Mam Zekî şehîd dixe, berê xwe dane nava refên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ). Hevrêya me Arya, navê mamê civaka Êzidî dike paşnavê xwe û soza xwe dide gel û xaka xwe. Arya bi wî temenê xwe yê ciwan, dibe xwedî lêgerîneke pir mezin ya jiyaneke azad. Dilê şervana ciwan her tim ji bo azadiyê lêdida. Arya şerkeriya û dilwêrektiya xwe ji mamê xwe yê şehîd Şêx Xeyrî digire. Arya Zekî her tim di nav hevalê xwe bi dilnizmiya xwe û sadebûna xwe ve dihat nasîn û wê bi wî rengî jî di dilê hevalên xwe de were jiyîn.

Weke hevrêyên wê em di serî de ji malbata xwe ya hêja û tevahiya malbatên xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em dibêjin bîranîn şehîdên me wê bi azadiya xaka me û gelê me mîsogerkirina wê be.

Nasnameya hevrêya me wiha ye:

Nasnav: Aryen Zekî

Nav û paşnav: Neam Xidir

Navê dayîk û bav: Kamo – Xidir

Cih û dîroka dayîkbûyînê: 2004, Şengal, Xeyalê

Dîroka tevlîbûyîna: 2018, Şengal

Cih û dîroka şehadetê: 15.03.2023, Şengal”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG: Êrîşên dagirkeran li ser çeperên yên berxwedanê didominin

Nivîsa Pêş

YPS-YPS JIN’ê xwest di Newrozê de têkoşînê bilind bikin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
YPS-YPS JIN’ê xwest di Newrozê de têkoşînê bilind bikin

YPS-YPS JIN'ê xwest di Newrozê de têkoşînê bilind bikin

Agirê Newrozê li çiyayên Kurdistanê bi coşeke mezin hat pêxistin

Agirê Newrozê li çiyayên Kurdistanê bi coşeke mezin hat pêxistin

Manşet

  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Bi Deh Hezaran Kes Li Wanê Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî
  • Kovara ‘Ozgur Halk’ Dest Bi Weşana Dijîtal Kir

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.