Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Çekên Kîmyewî

Xwendekarên Zanîngeha Rojava ji bo piştevaniyê bi xwendekarên Rojhilat û Îranê bang kir

Meclisa Xwendekarên Zanîngeha Rojava ji bo piştgiriya xwendekarên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di Serhildana ʹʹJin, Jiyan, Azadîʹʹ de, daxuyaniyek da.

Edîtor: Nucan Serdoz
14/03/2023 - 14:34
di nav Çekên Kîmyewî, Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Manşet, Mijarên Girîng, Xwendekarên
Reading Time: 3 mins read
A A
Xwendekarên Zanîngeha Rojava ji bo piştevaniyê bi xwendekarên Rojhilat û Îranê bang kir
ParvekeTweet

QAMIŞLO – Meclisa Xwendekarên Zanîngeha Rojava ji bo piştgiriya xwendekarên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di Serhildana ʹʹJin, Jiyan, Azadîʹʹ de, daxuyaniyek da.

Daxuyanî li avahiya Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişloyê hat dayîn û ji aliyê Berdevka Meclisê Selwa Ebûd ve hat xwendin.

ʹBI PÊŞENGIYA JINÊN CIWAN KIRASÊN REŞ HAT QETANDINʹ

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” de rola xwendekaran berçav e û hate gotin: ʹʹBi taybetî rola xwendekarên jin di pêşengtiyê de diyarker e. Bi pêşengiya jinên ciwan, civakê kirasên reş û teng ku her kêlekî wê ji aliyê rejîma zilimkar a Îranê ve hatibû dirûtin, têne qetandin. Ev tirs û xofekê dixe nava dilê rejîma zilimkar a Îranê ku dixwaze rejîma xwe mayînde bike.”

Xwendekaran di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ev 44 sal e dewleta Îranê girtin, kuştin û darvekirin kiriye şêwazê parastina rejîma xwe û bal kişand ser jehrîkirina xwendekarên keç û got: “Bêguman ev ji bo rejîma Îranê ne hedefekî ji rêzê û tesadûfî ye. Heya niha di nava bajarên Rojhilat wekî Sine, Mehabad, Îlam, Kirmaşan, Seqiz, Merîwan û Bokan de û di nava bajarên Îran de jî Tehran, Qom, Îsfehan, Kerej û Şîraz de xwendekarên 170 dibistanan rastî êrişên gazên kîmyewî hatine û zêdetirî 7 hezar xwendekar hatine jehrîkirin. Ji nava wan jî herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di nava wan de hin jê xwendekarên zanîngehan in, lê piranî dibistanên navîn û amadehî ne.”

ʹREJÎM NIKARE BAHOZA AZADIYÊ ASTENG BIKEʹ

Di daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hate kirin ku xwendekarên jin êdî dîwarê tirsê hilweşandine û daxwaza guhertineke demokratîk dikin. Her wiha hate gotin: ʹʹLê rejîma Îranê wê êriş û çewisandinan nikaribin bahoza guhertin û azadiyê asteng bike. Ev bahoza azadiyê koka xwe ji tevgera ciwanên şoreşger a 1968`an digire û niha li hemû çiya, deşt û bajarên Kurdistanê belav bûye.”

Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ku felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” ya Rêber Abdullah Ocalan, niha bûye dirûşma sereke ya serhildana gel û hat destnîşankirin ku navenda ciwanên şoreşger bi Şoreşa Rojava û Rojhilat re êdî li Rojhilata Navîn e û ala pêşengiyê jî di destên ciwanên Rojhilat û Îranê de ye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ciwan û xwendekarên jin ên Rojhilat û Îranê ne bi tenê ne û wiha hat domandin: ʹʹEw wekî xwendekarên Zanîngeha Rojava bi her awayî di nava piştgiriyê de ne.”

BANGA PIŞTGIRIYÊ

Xwendekarên Zanîngeha Rojava bang li hemû ciwan û xwendekarên şoreşger ên cîhanê kir û got: ʹʹDilê şoreşa azadiyê niha li Rojhilat û Îranê lê dide. Werin em bi hev re torên piştgiriyê bi ciwan û xwendekarên Rojhilat û Îranê re ava bikin. Rejîmên dîktator û hegemon wê bi rêya piştgiriyên şoreşgerî re hilweşin.ʹʹ

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Heya niha 13 hezar xwendekar ji ber êrîşên bi gazên jehrî hatin dermankirin

Nivîsa Pêş

Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ya heqîqetê berdewam dike

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ya heqîqetê berdewam dike

Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ya heqîqetê berdewam dike

Sehildanên Rojhilatê Kurdistan bi peşengtiya ciwan û jinan dewam dike

Sehildanên Rojhilatê Kurdistan bi peşengtiya ciwan û jinan dewam dike

Manşet

  • Ciwanên Ewrûpî Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî
  • Kovara ‘Ozgur Halk’ Dest Bi Weşana Dijîtal Kir
  • Ji Bo Bîranîna Şehîd Karker û Şehîd Brûsk
  • Karasu: Êrîşên Li Ser Rojava Provokasyoneke Li Dijî Pêvajoyê Ne
  • Ciwanan Li Ber Navenda Partiya CDU Ya Li Munsterê Performansek Şanoyî Pêşkêş Kirin
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ên Ku Ji Bo Piştgiriya Bi Rojava Hatibûn Hatin Binçavkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPG – YPJ: Rizgariya Jinan Di bin Êrîşê de ye Berxwedan Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.