Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Têkoşîn Ozan: bi perspektîfa civaka azad, jin a azad bi pêngava PKK-PAJK’ê dewam dike

Endama Meclîsa PAJK'ê Têkoşîn Ozan destnîşan kir, jin û gelê Kurd ên ku di vê astê de ji aliyê îdeolojîk, leşkerî û siyasî ve xurt bûne, ji warê xwe nikarin bêne qutkirin û got, "Welatê me civakîbûn, exlaq û azadiya me ye."

Edîtor: Nucan Serdoz
08/03/2023 - 12:07
di nav Çalakî, Ciwan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Têkoşîn Ozan: bi perspektîfa civaka azad, jin a azad bi pêngava PKK-PAJK’ê dewam dike
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Endama Meclîsa Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) Têkoşîn Ozan bi wesîleya 8’ê Adarê ji ANF’ê re axivî.

Têkoşîn Ozan diyar kir ku pirsgirêka azadiya jinê pirsgirêka serdemê ye û got, “Pirsgirêka azadiya jinê ku di dîroka şaristaniyê de timî giran bû û heta niha dewam dike, êdî weke cewhera nakokiyên civakî hemûyan derdikeve pêş. Bêguman ev yek rewşeke ku bi têkoşîna azadiyê ya jinan şênber bûye. Azadiya jinê pirsgirêka esasî ha mirovahiyê ye. Bi hin mafên hiqûqî yên vê serdemê nikare bê tengavkirin. Azadiya jinê di heman demê de azadiya civakî ye. Rêber Apo dema ku têkoşîna vejîna neteweyî ya gelê Kurd bi karakterekî şoreşgerî sosyalîst da destpêkirin, pê hesiya ku heta jin ji zinarê koletiyê neyê rizgarkirin şoreşa azadiya civakî wê tenê encamên demkî bi xwe re bîne. Bi vê haydariyê ji destpêkê ve bi cidiyeteke mezin nêzî azadiya jinê bû. Di pêvajoya têkoşînê de kûr bû û di salên 1990’î de destnîşan kir ku pirsgirêka jinê divê bi tena serê xwe xwedî îdeolojiyekê be. Diyar kir ku îdeolojiya rizgariya jinê divê ji aliyê jinê ve bê kûrkirin û pênc pîvanên bingehîn wek nexşerêyekê diyar kir.”

Têkildarî her pênc pîvanan jî Têkoşîn Ozan wiha axivî:

“Pîvana destpêkê ew bû ku ji bo jiyaneke azad divê hebûna di bin serweriyê de red bike û welatê xwe azad bike. Bêyî welatparêziyê, bêyî jiyaneke azad ma dibe mirov qala azadiyê bike? Jiyanek di bin serdestiyê de nabe jiyaneke azad.

Pîvana duyemîn a Îdeolojiya Rizgariya Jinê ew e ku jin bi rengekî azad bifikire û xwedî îradeyeke azad be. Di nava wan şert û mercan de ku ziman, çand qedexe be, ked bê talankirin, hişmendiya dîrokî, hişmendiya rastiyê bê astengkirin, jin a ku nikare bi rengekî azad bifikire, nikare xwedî îradeyeke azad be. Li zemînên dewlet û desthilatdariyê ku sîstema bi serweriya mêr lê bi xurtî rêxistinbûyî ye, nepêkane ku jin lê azad be. Rêber Apo ji bo jinan qadên perwerdeya xweser, jiyana xweser, têkoşîna xweser afirand ku mejiyê serwer ê mêr lê nîne. Jinan pirsgirêkên xwe li zemînên xweser nîqaş kirin, li zemînên xweser bi nêrîna jinê pênase kirin.

Pîvanên sêyemîn û çaremîn jî ji bo welatê azad, nêrîna azad û îradeya azad, bingeha polîtîk e. Yanî pîvanên têkoşîna di nava her şert û mercî de ye, rêxistinbûn e. Eşkere ye ku mirov bi tena serê xwe nikare li nava xwezayê bijî. Dema li hev kom bû, dikarin hev temam bikin. Ev pêwîstiya bi civakîbûnê bi pêşengiya jinê pêk hat.

Pîvana pêncemîn jî estetîk e ku ruh dide jiyanê. Bedewî ye ku jiyanê jiyanî dike. Ev yek jî encameke ku bi kûrbûna li pîvanên din xurtir dibe. Bedewî ji bo welatê azad, ji bo nêrîna azad, ji bo îradeya azad asta têkoşîn û rêxistiniyê diafirîne. Bi bedewiyê berhema azadiyê ye. Ev pîvan weke pîvanên têkoşînê yên PKK’ê 50 sal in tê pratîkkirin.”

Endama Meclîsa PAJK’ê Têkoşîn Ozan di dewama axaftina xwe de işaret bi girîngiya exlaqê ji bo mirovahiyê kir û got, “Pîvanên ku mirovan li gel hev dihêle û civakê xurt dike bi başiyê, nêzîkatiyên ku civakê belav dikin jî bi nebaşiyê hatine pênasekirin.”

Têkoşîn Ozan diyar kir ku nekuştina mirovan, derewnekirin, dizînekirin, tecawiznekirin, xwekontrolkirin ji pîvanên exlaqî yên vê çandê ye û got, “Di pêngavên şoreşgerî yên vê xakê de ev cewher her tim hebûn. Zerduştî ku li dijî koletiya serdema koletiyê weke hêza herî mezin a felsefî, berxwedana manewî derkeve holê, baweriya bi îradeya azad, welatê azad û civaka azad bû. Felsefeya Mîtraîzmê jî bi bingeheke felsefî hewldana ji bo herikîna xwezayî ya çanda civakî bû. Têkiliyên navbera jin û mêr wekhev bû, li dijî koletiyê di têkoşîna başiyê de herdu zayend bi rengekî wekhev berpirsyar bûn. Hem di wezîfeyên olî de hem jî di rêveberiya civakî de jin û mêr bi wekhevî xwedî rol bûn. Lewma di destpêka dîrokê de rêxistiniyên siyasî yên Kurdan ne bi rengê dewletên navendîperest bû, bi rêxistiniyên konfederal ên demokratîk bûn.”

Têkoşîn Ozan destnîşan kir, ku li gorî ew ji Heredot hîn bûn, jinên ji vê çandê li hemberî êrîşên dagirker û komkujiyê tevî mêran têdikoşiyan û got, “Her wiha dema ku piraniya mêran hatin qetilkirin, jinên mayî şer dewam dikirin û berxwedaneke efsanewî nîşan didan.  Ev rastiya ku yek ji taybetmendiyên bingehîn ên rêxistiniyên destpêkê yên konfederal ên Kurdan afirand, her wiha rêxistiniyên jinê yên xweswer ên efsanewî jî afirand. Tê gotin, jinên Amazon ên şerker ku tevlî şerê Troya bûn, ji rojhilatê Anatoliyê hatine. Jinên Amazon ên ji bo parastina Anatoliyê ji dagirkeran şer dikirin, rastiyeke vê çanda me ye. Ji hin daneyên ji dema Komagene û Roma mayî, tê fêhmkirin ku jinên Amazonê bi baweriya Mîtra mezin bûne, piştî ku mêr di şer de hatin kuştin ji bo parastina welat û çanda xwe rahiştine çekan û berxwedaneke welê kirine ku tirs berdane nava dilê dagirkeran û mêrên zordar. Vê kevneşopiyê di baweriya Zerduştî, Manî, Elewîtî, Yarsanî û Êzidîtî de jî dewam kir. Li Komagene di sekna bi pîvan a dayika Aîor Barzan de dewam kir. Di dema Safewî de li dijî Şah Abbas li Kela Dimdimê bi Gewrê Xatûn û Zarîn Xanim dewam kir. Di dema Osmaniyan de bi Fatma Reş a Mereşî dewam kir. Di terorîzma Îttîhat Terakkî de bi Zarîfe dewam kir. Li dijî faşîzma Kemalîst bi Rindixan, bi Besêyan dewam kir. Li dijî faşîzma Baasê bi Leyla Qasim dewam kir. Di vê serdemê de ev çanda berxwedanê bi perspektîfa civaka azad, jin a azad bi pêngava PKK-PAJK’ê dewam dike. Dema ku Rêber Apo di 8’ê Adara 1998’an de îdeolojiya rizgariya jinê ragihand, ev bingeha dîrokî ya bi rûmet jî jinûve afirand. Kes nikare jin û gelê Kurd ên ku ji aliyê îdeolojîk, leşkerî û siyasî ve ewqasî xurt bûye û bi rêxistin bûye ji warê wan qut bike. Welatê me civakîbûna me ye, exlaqa me ye, rabirdûya me ya berxwedêr e. Welatê me azadiya me ye.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Jinanî Gencî Têkoşer bajarên başurê kurdistan jibo 8ê adarê xemilandin

Nivîsa Pêş

ROJEVA 9’Ê ADARÊ 2023’YAN

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
ROJEVA 1’Ê ADARÊ 2023’YAN

ROJEVA 9’Ê ADARÊ 2023’YAN

Jinên Efrîn û Şehbayê ji bo 8’ê Adarê meşiyan

Jinên Efrîn û Şehbayê ji bo 8'ê Adarê meşiyan

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.