Enter your email Address

Cuma, Aralık 12, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

Ciwanên ku bi hêrs dimeşin bang dikirin

Di roja 5'emîn a Meşa Dirêj e ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO destpê kir, ciwan ji bajarê Offenbûrg ê Elmanyayê meşiyan bajarê Lahrê. Ji ciwanên tevlî meşê bûn endama TêkoJIN Berjîn Guneş û endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) Demhat Akman bi ajansa me ya Nûçe Ciwan re axivîn.

Edîtor: Nucan Serdoz
10/02/2023 - 14:36
di nav Ciwan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
ParvekeTweet

LAHR – Di roja 5’emîn a Meşa Dirêj e ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO destpê kir, ciwan ji bajarê Offenbûrg ê Elmanyayê meşiyan bajarê Lahrê. Ji ciwanên tevlî meşê bûn endama TêkoJIN Berjîn Guneş û endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) Demhat Akman bi ajansa me ya Nûçe Ciwan re axivîn.

EM LI HEMBERÎ DEWLETA TIRK A FAŞÎST BI HÊRS IN

Endama TekoJIN Berjîn Guneş anî ziman ku mîna her salê îsal jî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşin û got, “Demeke em nikarin agahiyê ji Rêber Apo werbigirin. Weke ciwanên li Ewropayê em Komploya Navneteweyî qebûl nakin. Her sal em bênavber dimeşin. Îsal jî me ji bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê dest bi meşa xwe kirin. Ciwan bi coş û moraleke mezin dimeşin. Ji ber ku em bi biryar in, em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”

Guneş bal kişand ser erdheja giran a li Bakurê Kurdistanê û hêrs û xemgîniya xwe ya ji ber vê yekê anî ziman: “Gelê me di binê enqazê de ji sermayê dimire. Alîkariya ku divê bigihêje, hînê neçûye. Tevî ku çend roj berê agahî li ser rûdana erdhejê hebû jî dewleta Tirk a faşîst tedbîrên pêwîst wernegirt. Em li hemberî vê yekê bi hêrs in. Weke jin û ciwan, em dixwazin bang li xelkê xwe yê li herêma Tolhildanê dikin ku di salên 1970’î de ji ber polîtîkayên dijmin hate valakirin, bi taybetî jî bang li xelkê xwe yê ji herêma Mereşê koçî Ewropayê kirine, dikin; divê em xwedî li welatê xwe derkevin, di destê dewletan de nehêlin. Eger em ji dewletan re bihêlin wê Kurdistan ji destê me biçe. Divê em Kurdistanê bi destên xwe ava bikin. Ji ber ku heta Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad nebe, wê Kurdistan jî azad nebe. Dewleta Tirk a faşîst dibêje, ‘Kurdê herî baş Kurdê mirî ye’. Em li hemberî vê bi hêrs in. Em dixwazin ji bo azadiyê bimeşin. Rêber Apo jî li hemberî vê got, ‘Kurdê herî baş Kurdê azad e, ew Kurd e ku bi welatekî azad, bi nasnameyeke azad dijîn’. Em ê welatê xwe bi destê xwe ava bikin. Di vê erdhejê de li şûna şînê divê em hîn bêhtir bi hêrs bibin. Ev meş divê veguhere meşeke hîn dirêjtir. Bibe meşeke dirêj a hîn xurtir.”

HETA AZADIYA RÊBERÊ ME EM Ê NESEKININ

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) Demhat Akman jî got, “Em ji bo azadiya Rêberê xwe dimeşin” û wiha dewam kir: “Gelek ciwan li vê derê ne. Ne tenê em ciwanên Kurd, her wiha em tevî dostên xwe dimeşin. Ji ber ku Rêber Apo çarenûsa gelan hemûyan diyar dike. Em di wê baweriyê de ne ku Rêber Apo wê di demeke nêz de azad bibe. Berxwedana me, têkoşîna me, meşa me ji bo Rêberê me ye. Di vê demê de divê haya ciwanên Kurd ên li Ewropayê ji vê yekê hebe. Polîtîkayeke xurt a asîmîlasyonê tê meşandin. Li hemberî ciwanên nû tên, bi taybetî ciwanên li kampên penaberan e, dewlet ji bo wan bihelîne, wan dûr bixîne her tiştî dike. Ji bo vê jî dibêjin, em entegre bikin. Dixwazin mîna xwe bikin. Divê ciwan nekevin vê xefikê. Bi dîtina min divê ciwan asîmîle nebin. Ev meşa me meşeke pîroz e. Em di wê baweriyê de ne ku wê encameke erênî bi xwe re bîne. Em ê di demeke nêz de Rêberê xwe azad bikin. Baweriya ciwanan gelekî mezin e. Weke ciwan, heta azadiya Rêberê me em ê nesekinin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG: Artêşa Tirk a dagirker êrişan bi bombeyên qedexekirî dewam dike

Nivîsa Pêş

Heya niha li Suriyeyê 8 hezar û 685 qurbanî û birîndar hene

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Heya niha li Suriyeyê 8 hezar û 685 qurbanî û birîndar hene

Heya niha li Suriyeyê 8 hezar û 685 qurbanî û birîndar hene

Dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê nahelîn alîkariyên Rêveberiya Xweser derbas bin

Dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê nahelîn alîkariyên Rêveberiya Xweser derbas bin

Manşet

  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

Herî zêde hatine xwendin

  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkek di Roja Şeşemîn a Lîga Dibistanên Jinan de

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 4. Rewşa Ciwanan di Serdema Dîjîtal de: Dîlgirtina Sanal û Berxwedana Rastîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Rêxistina Exlaqî û Siyasî ya Ciwanan: Avakirina Sosyolojiya Azadiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Divê Îmralî Êdî Ji Sembola Tecrîdê Were Derxistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.