Enter your email Address

Cuma, Aralık 12, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Berxwedêrên rêya serkeftinê – Bîranina Şehîd SABRÎ CÎLO

Ji bo bîranina 11 gerîlayên azadiyê kû li Şehîd Xursî ji ber bikar anîna çekên kîmyewî şehîd ketin

Edîtor: Nucan Serdoz
24/01/2023 - 1:43
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nirxandin, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Berxwedêrên rêya serkeftinê – Bîranina Şehîd SABRÎ CÎLO
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Di despêka êrişên dagirkeriyê di dîroka 14’ê Nîsanê de heya îro leşkeren dewleta dargirkera tirk çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî li hember gerîlayen azadiya Kurdistan bi kar tînen. Di dema dawiye de HPG nasnameyan 11 Hevalen qehreman parvê kir kû ji ber bi kar anîna çekên kimyawî û bombeyên qedexekirî bi awayeke pir dijwar di roja 5’ê Mijdarê di sala 2022 şehîd ketin.

Wezareta şerê taybet a di bin fermandariya Hûlûsî Akar de ye, eşkere kir ku şehadeta van hevrêyên me di şer de bûye, lê derew kiriye. Bi vê derewê hewl daye ku sûcê şer ê bi çekên kîmyewî veşêre. Hûlûsî Akar ê kîmyewî û sûcdarê şer, bêyî ku li ber xwe bikeve îdîa kirk u çekên kîmyewî bi kar neaniye, lê belê eşkere bû ku artêşa Tirk beriya ji Saca bireve di vê bûyerê de gelekî çekên kîmyewî bi kar aniye û bûye sedema şehadeta 11 gerîlayên azadîya Kurdistan.
Ajansa me ya Nûçe Ciwan dosyeke taybet despêk kirîbû ji bo wan Şehîdan bi bîr tînen.

Nasnav: Sabrî Cîlo
Nav paşnav: Xemgîn Şahînoglû
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Zubeyde-Muslum
Dem û cihê şehadetê: 5’ê Mijdara 2022 / Zap

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîla Sabrî Cîlo kû li Zapê Şehîd ketî bûn ev agahî parve kir:
Hevrêyê me Sabrî li keleha berxwedanê ya Zagrosan li Geverê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû ku vê qadê bi dehan fermandarên leheng afirand û her tim pêşengî ji Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê re kir. Hem ji ber ku malbat û derdora wî welatparêz bû, hem jî apê wî hevrêyê me Sabrî di sala 1997’an de li nava refên azadiyê şehîd bû, partiya me PKK û têkoşîna gerîla ji nêz ve nas kir. Hevrêyê me Sabrî ku êrîşên dijmin ên li ser gelê me ji nêz ve dît û bi xwe bi serê wî ve hat, ji ber vê yekê li hemberî dijmin bû xwedî hêrseke mezin, kete nava lêgerîna wê yekê ku vê hêrsa xwe veguherîne têkoşînê. Li ser vê bingehê baweriya xwe pê anî ku têkoşîna herî encamgir û bi bandor li nava refên PKK’ê tevlîbûna li nava gerîla ye û sala 2015’an beşdarî nava refên gerîla bû.

Piştî ku tevlî nava gerîla bû navê apê xwe yê şehîd bûye li xwe kir û ala wî ya têkoşînê hilda. Bi vî rengî dest bi meşa gerîlatiyê kir. Hevrêyê me Sabrî ku li Zapê dest bi gerîlatiyê kir, li her qada Zapê ma, li her bihosta vê qadê ked da, xwêdan rijand, li her rêyên qadê şopa xwe hişt. Bi kenê li ser rûyê xwe li her qadê bû çavkaniya moralê, cihê xwe di dilê hevrêyên xwe de girt. Ji roja ku tevlîbû û pê ve ji çalakiyan heta bi karên pratîkê di her qada jiyanê de bi fedakarî tevlî bû. Operasyonên dijmin ên li ser Zapê hemû dît, tevlî têkoşîna li hemberî van operasyonan bû û bû xwedî tecrûbe û danheviyeke girîng. Li gel vê yekê bi hin hunerên xwe yên di nava rêxistinê de bi pêş ve bir, hema hema li her derê tevlî kar bû, bersiv da pêwîstiyên kampê û di nava hevrêyên xwe de bû xwedî cihekî diyarker. Li Zap û Çemçoyê qad, kamp û kar nema ku tevlî nebû. Heta bi eyaleta Avaşînê bersiv da pêwîstiyên hevrêyên xwe.

Ji 14’ê Nîsanê dema ku dijmin dest bi êrîşê kir û pê ve li qada Sacayê tevlî çalakiyan bû, pêwîstiyên binesaziyê bi cih anî, piştgirî da hevrêyên xwe yên li tunelên berxwedanê şer dikirin. Piştî ku dijmin êrîş bir ser Qadên Berxwedanê yên Sacayê, xwe ji bo çepera berxwedanê ya Şehîd Xursî pêşniyar kir û li vê derê heta sê mehan fermandarî ji çepera berxwedanê re kir. Di vê pêvajoya berxwedanê ya sê mehan de bi sekna xwe ya milîtanî û performansa xwe ya bilind a şer, bû yek ji fermandarên Pêşeng ên gerîlatiya sedema nû. Ji bo têkbirina van êrîşên berfireh ku tê wateya jinûve meşandina komploya li hemberî Rêberê me, tevger û gelê me, xwedî biryardarî bû û ev biryardariya xwe bi çalakiyên berfireh nîşan da, pêşengî ji çalakiyan re kir. Hevrêyê me Sabrî di her firsendê de diyar dikir ku wê rê nede êrîşên nemerdane yên dijmin û bi vî rengî bawerî û biryardarî da derdora xwe, ev helweseta xwe heta dawiyê dewam kir, bû çavkaniya hêz û moralê ji hevrêyên xwe re. Dijminê ku li hemberî vê îradeya xurt bêçare ma û tenê bawer dikir ku bi bikaranîna çekên kîmyewî dikare encamê bi dest bixe, êrîşên kîmyewî giran kir. Di encama van êrîşên bi çekên kîmyewî de fermandarê pêşeng ê Zapê hevrêyê me Sabrî heta nefesa xwe ya dawî bêyî ku tawîzê ji îradeya Apoyî bide şer kir û derbên giran li xeyalên dagirkeriyê yên dijmin xist.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ŞEHIDÊN ME YÊN BERXWEDANÊ XWEDIYÊ HEQIQÎ YÊN HEMÛ PÊŞKETINANIN (1)

Nivîsa Pêş

Kalkan: Îmrali ne tenê Îmrali ye, dewama komploya navneteweyî ye

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Kalkan: Îmrali ne tenê Îmrali ye, dewama komploya navneteweyî ye

Kalkan: Îmrali ne tenê Îmrali ye, dewama komploya navneteweyî ye

Hêzên Şengalê li dijî sîxuran dest bi operasyonê Tolhildanê kirin

Hêzên Şengalê li dijî sîxuran dest bi operasyonê Tolhildanê kirin

Manşet

  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Divê Îmralî Êdî Ji Sembola Tecrîdê Were Derxistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.