Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK’ê Seyît Riza bi bîr anî

Edîtor: Çekdar Amed
15/11/2022 - 17:13
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
KCK’ê Seyît Riza bi bîr anî
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Di 15’ê Mijdara 1937’an de yek ji pêşeng û rûspiyê gelê Kurd û gelê Dêrsimê yê bi rûmet Pîr Seyît Riza û 6 hevalên wî ji aliyê dewleta Tirk a qirker û mêtinger hatin darvekirin.”

EM DEWLETA QIRKER BI NEFRET ŞERMEZAR DIKIN

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin

“Em di şexsê serokê berxwedana Dêrsimê Pîr Seyît Riza û pêşengên berxwedanê Besê, Alîşêr û Zarîfe de hemû kesên ku di serhildana Dêrsimê de hatin îdamkirin û qetilkirin careke din bi bîr tînin. Em dewleta Tirk a qirker û mêtinger ku di dîroka mirovayetiyê de yek ji qirkirina herî mezin Qirkirina Dêrsimê pêk anî jî bi nefreteke mezin şermezar dikin.

Dewleta Tirk a qirker û mêtinger di dagirkeriya li ser Dêrsimê de yek ji qetlîama herî mezin a dîroka mirovayetiyê de kiriye û ev qetlîam ji bîra gelê Kurd û gelê Dêrsimê naçe. Ti carî ne mumkun e ku gelê Kurdistanê komkujî û qirkirinên dewleta Tirk bi taybetî jî komkujiya Dêrsimê ji bîr bike û xwedî li doza azadiyê dernekeve. Em Tevgera Azadiyê ya Kurd em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna hebûn û azadiya gelên Kurdistan û Dêrsimê bi ser bixînin û em ê hesabê van komkujiyan ji dewleta Tirk a dagirker a qirker bipirsin.

MÎNAKÊN VÊ QIRKIRINÊ GELEKÎ KÊM E

Dewleta Tirk xwedî feraset û karakterekî dijkurd e û weke qetlîamên din, ji ber nasnameya wê ya kurdewarî li Dêrsimê jî qirkirinek pêk anî. Dêrsim erdnîgariyeke wisa ye ku nasname û çanda Kurd û Elewî tê de hatiye avakirin û zindî tê hiştin. Ji ber vê taybetmendiya xwe dewleta Tirk Dêrsim kir hedef û dest bi operasyona li ser Dêrsimê kir. Dewleta Tirk di vê operasyonê de jin, zarok û kal û pîr tê de bi tevahî Dêrsim qetil kir û komkujiyeke mezin pêk anî. Komkujiya Dêrsimê bi hestên wisa hovane pêk hat ku di dîrokê de mînakên vê yekê pir kêm in. Zikê jinên ducanî bi sunguyan hatin qulkirin û pitikên di zikê dayikan de jî hatine qetilkirin. Ev pêkanînên dijmirovahî ne tenê di bîra gel de, di belgeyên dewletê de û di daxuyaniyên berpirsyarên komkujiyê de jî hene. Ev pêkanînên ku ji aliyê kesên ku piçik xwedî wijdan in û exlaqê mirovahiyê li cem wan heye nayên qebûlkirin, encax bi ferasset û karakterê dewleta Tirk a dijkurd ve dikare were ravekirin. Jixwe dewleta Tirk tişta ku wê demê li Dêrsimê kiriye veneşartiye, wekî tiştekî rast û serkeftî nîşan daye û xwedî lê derketiye.

Pêşengê berxwedana Dêrsimê Pîr Seyît Riza, ji bo pêşî li komkujiyê bigire û pirsgirêkê çareser bike, li ser vê bingehê, daxwaza rayedarên dewletê ya hevdîtinê qebûl kir, dûre bi komployekê dîl hate girtin û piştre hate darvekirin. Lê belê dema ku Seyît Riza gefa îdamê lê hat xwarin, got, “Em ê li ber we çong nedin” û dersa herî watedar a dîrokê da dijminê qirker û qetlîamker. Seyît Riza bi qebûlnekirina teslîmiyetê, berxwedan ji xwe re kir esas û bê tirs ber bi mirinê ve meşiya. Bi her awayî gelê Dêrsimê di bin pêşengiya gelek mirovên leheng û nemir ên wek Seyit Riza, Besê, Alîşêr û Zarîfe de li ber xwe da û teslîmî dijmin nebû û li Dêrsimê xwedî li rûmeta gelê Kurdistanê derket û parast. Ev helwesta Pîr Seyît Riza di pêkhatina kevneşopî û çanda berxwedanê ya gelê Kurdistanê de cihekî gelekî girîng girtiye.

DIVÊ HEVRÛYÎ RASTIYA DÊRSIMÊ WERE KIRIN

Yek ji rêbaza ku dewleta Tirk di qirkirina Dêrsimê de bi kar anî, çekên kîmyewî bû. Kesên ku ji ber êrîşan reviyan û xwe li çiya û şikeftên Dêrsimê girtin, bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Îro jî dewlet û artêşa Tirk a bi pêşengiya tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê li dijî Kurdan çekên kîmyewî bikar tîne. Lewma sûcên dewleta Tirk ên li dijî mirovahiyê ne nû ne, gelekî kevn in. Bêyî dîtin, qebûlkirin û rûbirûbûna vê rewşê, ne pêkan e ku li Tirkiyeyê behsa guherînê were kirin û xeyalê jiyaneke ya nû were avakirin. Guhertin û demokrasiya Tirkiyeyê encax bi rûbirûbûna qirkirina Dêrsimê pêkan e. Yên ku niyeta wan û cesareta wan a rûbirûbûna rastiya Dêrsim û gelê Kurd nîne, wê ferqa wan ji AKP-MHP’ê tunebe. Ji ber vê yekê her kesê ku ji demokrasî û nirxên mirovahiyê bawer dike, divê beriya her tiştî divê hevrûyî rastiya Dêrsimê bibe.

Em careke din di şexsê Seyît Riza û 6 hevrêyên bi wî re, Besê, Zarîfe û Alîşêr de kesê di Qirkirina Dêrsimê de hatine qetilkirin, bi rêzdarî bi bîr tînin. Gelê Kurdistanê heta niha bi berxwedan û têkoşînê hebûna xwe domandiye û ji niha û pê ve jî bi berxwedanê wê azadiya xwe bi dest bixe û bi vî awayî dersa herî bi wate bide dijminê qirker.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji ciwanên Kobanê pîrozbahiyên 27’ê Mijdarê

Nivîsa Pêş

Li Hesekê meş û li Şehbayê pêşangeha hunera şêwekariyê

Çekdar Amed

Nivîsa Pêş
Li Hesekê meş û li Şehbayê pêşangeha hunera şêwekariyê

Li Hesekê meş û li Şehbayê pêşangeha hunera şêwekariyê

Ciwanên şoreşger û jinên ciwan ên Apoyî yên li Merîwanê banga tolhildana şehîdan kirin

Ciwanên şoreşger û jinên ciwan ên Apoyî yên li Merîwanê banga tolhildana şehîdan kirin

Manşet

  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava
  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Endamên TekoJIN Li Avahiya SWR Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.