Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Bi kapîtalîzmê re têkoşînek demdirêj hewce dike

Edîtor: Nucan Serdoz
18/10/2022 - 0:10
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
Komplo taybetmendiya hêzên hegomonîk, desthildar û statukoparêz e
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –

Ji Dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan….

Pêşketina mirov ji nêz ve girêdana xwe bi hêza şêweyê ve heye. Li ser pêşketina mirov bandora şêwe yan jî bi gotinek din fikir û vîn, rewşa ruhî nebe, jiyana pratîkî jî pêş nakeve. Dema mirov dibe mijara gotinê, pêşî pêdivî bi şêweyek wisa ya pêşketina fikir heye. Heywan çima heywane? Ya rastî bi wan re jî di asta meyl de hinek tişt hene  ku,  dimeşin, nexwe heywan weke kevir nagindirin. Lê dema mirov, dest bi civakbûnê kir misoger aliyê wê yê fikir, ku giraniya xwe dida der bûyera hebûnê bû. Ji bo vê van dibêjim: Asta we ya pratîkî ji fikir qut bûye û pir
xetere. Ji ber ku di asta bûnewerên hov de xeteriyekê bi xwe re dihewîne. Li hember pirsgirêkên giran ên xwezayî, mirov bi fikir bersiv dide û hebûna xwe jî wisa berdewam dike. Pirsgirêkên civakî yên di nava xwe de jî, dîsa bi hêza fikir çareser dike. Kurtasî fikir, şêwe û xeyal nebe, jiyan jî nabe.

Hema bêje we fikirandin jibîr kiriye yan jî tiştên hûn weke fikir di hişê xwe de digirin ji jiyanê qutin. Ger em hîn şênbertir bêjin, jiyanek me ya şoreşgerî heye û fikra we ji wê qute. Weke nekariye bersivek hêjayî ji pirsa ji bo çalekiyek şoreşgerî fikrek çawa û çiqas bidin û hêjî nadin. Ji bo we şiyar bikim dibêjim ku ev şaşiyek çiqas xeternake. Nexwe ji bo hebûna civakî şertê sereke pêdiviya fikrek wisa ye. Emê niha li vir berfirehî dîroka fikrê mirovahiyê venekin. Pirsgirêkek me ya lêkolînkirina pêşketina fikrê mirovahî ya di tevahiya dîrokê de jî nîne. Ev mijarek akademîke, zêde hewce nake em li vir bigirin dest. Yên dixwazin dikarin dîrokê lêkolîn û lêgerîn bikin. Jixwe dîroka fikir weke waneyek mezin li hemû zanîngehên akademîk didin xwendin. Hinek qonaxên esasî yên dîroka fikir hene. Niha em dikarin kurtasî derbasî vê bibin. Di destpêkê de bi mirov re astek fikir a pir paşketî û
heta şêweyek fikir ya paşketî, hoveber hebû. Ew jî zêdetir biderketina efsûn, sihir û ol‟an re xwe dide der. Çi efsûn û sêhr, çi jî bizavên ol‟î ya rastî şêweya destpêkê ya fikrin. Ol jî fikreke, lê pir paş dîsîplîna ku em weke zanistî binav dikin dimîne rewşekê rave dike. Lê belê hêjî ol hebûna xwe didomîne û dê bidomîne jî. Efsûn û sêhr jî heye. Sedema vê eve: Ev bi hebûna mirov ve girêdayî ne.

Ma mirovek dikare bi temamî zanistî be?
Gelo dikare hemû tevgera xwe li ser bingeha zanistî pêşve bibe? Belê ev hemû di heman demê de pirsgirêkên felsefîkin. Di vê mijarê de îdîa heye û di astek zanistî de jî pêş dikeve. Lê wer diyar dibe ku negengaze xeyal, dogma û ol jî ji holê rabin. Ev jî di xwezaya mirov de veşartiye. Xwezaya mirov bi qasî hewce dike misoger neçare
cîh bide xeyal, dogma, mijarên weke nirxên pîroz tên binavkirin, heta exlaq û dilxweşiyê. Nexasim rewşa em weke dilxweşî binav dikin pêk neyê, negengaze ku mirovahî bi tenduristî pêş bikeve û jiyîna wê jî dê bi pirsgirêk be.
Xetimandina di bîrdoziya sosyalîzmê de, çavkaniya xwe ji dilxweşiyê digire. Ji ber pirsgirêka ol û dilxweşiyê rast negirt dest, bû sedema herî bingehîn a hilweşîna sosyalîzma pêkhatî. Ango her çendî zanistî û fikrê zanistî hewce dike, hêjî vê weke materyalîzma çors gotina; “Her tişt li gorî reçeteyê pêş dikeve” kirin, tê wateya nenaskirina mirov. Di sosyalîzma pêkhatî de hinekê materyalîzma çors hat pêkanîn. Encama ku derketî holê jî, hilweşînek pir xirab bû. Bêguman gelek dersên ku ji vê bên derxistin hene.

Civaka mirov çima wisa ye? Jixwe diyalektîk vê mijarê hinek din ronî dike. Qanûnên bingehîn ên diyalektîkê hene. Ger ev bi materyalîzma çors ve ji rê neyên derxistin, ango em bikarin rewşa sosyalîzma ku heta roja îro me nas
kiriye derbas bikin, wê hêza me ya xwe fêmkirinê zêdetir be. Dema em zanistiyê wisa bi tenê digirin dest, herî kêm bi qasî dogmayên ol‟î xeteriyê rave dike. Zanistiyek hişk a weke determînîzm (qederperest) an jî materyalîzma çors jî tê gotin, zêde ne li gorî çêbûna mirove. Niha em naxwazin li vir derbasî felsefeyê bibin. Ango ruh pêşiye,
yan jî heyber? Em li vir pirsên felsefîk ên weke hiş heyber diyar dike,  yan jî heyber hiş diyar dike, lêkolîn nakin. Zanist çiqas pêş ketibe, hêjî ji van re çareseriyek peyda nekiriye. Pêşketinên herî dawî yên daneyên fîzîk, biyolojî û heta derûniyê, didin diyarkirin ku ev pirsgirêk qet ne hêsanin.

Tê nîqaşkirin gelo misqalên heyberî xwedî hebûnek hestiyarin an na. Heta piştî vê xalê veguhertina heyber û enerjî, dîsa têkilhevbûna ruh û heyberî ji holê tê rakirin. Kîjan beriya kîjanê tê? Ger em hinek din kûr bikin, ji fîzîk jî wêdetir –jixwe ji vê re metafîzîk tê gotin- an jî ji ruh wêdetir –ji vê re jî dibêjin xweda-, rewşên ku heta dawî jî hişê mirov ranakine. Ango bi mirov re îzafiyetek, ya rastî sînordariyek zêde heye. Her çendî xwe dixe dewsa xweda, dikare bê gotin dê mirov nekare wisa be, ger bibe jî wê dîsa jî nekare xwe ji pêkanîna qanûnên diyalektîkî rizgar bike. Bandora heyberî ya pêşketina fikir girînge û ev jiyanê diyar dike. Ancex pir heyberparêzî jî, pir ruhparêzî jî, rewşên ku mirov nikare ji nav derbikeve ava dikin. Îro di serdema me de pirsgirêka herî bingehîn eve. Ev li ber çavan, pirsgirêka mirovê destpêkê ya derketî hole bû. Lê di heman demê de pirsgirêka mirovê niha ye. Bi mirovên destpêkê re têgeh, hêz, fikir û perestiyek awarte heye. Ev hinekê hat dahûrandin, lê niha cureyên xeteriyên ku li yê berê neyê gerîn hene û ji wan re jî çareseriyên zanistî tê gerîn. Di navbera wan de cewaziyek pir kêm heye, dibe ku
pirsgirêkên niha ji pirsgirêkên mirovahî yên çend deh hezar sal berê girantirin. Ya rastî mirov dikare li vir mirov baştir bigire dest. Heta em dikarin bi aliyê wî yê fikrî re heyber û xwezayê jî têkilhev bigrin dest. Lê ev mijara me derbas dike. Niha zêde ketina nava felsefeyê ji hêla mijara me ve neku neçariyeke yan jî hewce ye. Lê belê em nikarin girêdana wê ya bi felsefeyê re jî çênekin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 18’Ê COTMEHA 2022’YAN

Nivîsa Pêş

Mehdî Ûrper: Şehîd Sara bi gotina ‘Emê bi ser bikevin’ peyama xwe da

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Mehdî Ûrper: Şehîd Sara bi gotina ‘Emê bi ser bikevin’ peyama xwe da

Mehdî Ûrper: Şehîd Sara bi gotina 'Emê bi ser bikevin' peyama xwe da

Ciwanên Şehbayê panelek derbarê şerê gelê şoreşgerî li darxistin

Ciwanên Şehbayê panelek derbarê şerê gelê şoreşgerî li darxistin

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Li her qadê kedeke bêsînor da û ciwanên Kurd tevlî nava refên têkoşînê kir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Desteya Werzîşê tamîrata stadyuma Şaredariya Reqayê dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.