Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

IPPNW: Dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar tîne, divê lêpirsîn were destpêkirin

IPPNW’ê derbarê êrîşên ku dewleta Tirk bi çekên kîmyewî dike, raporek amade kir. IPPNW’ê got ‘Delîl hatin bidestxistin’ û xwest bila lêpirsîn were destpêkirin.

Edîtor: Nucan Serdoz
12/10/2022 - 17:11
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
IPPNW: Dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar tîne, divê lêpirsîn were destpêkirin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîtiya Bijîjkên Navneteweyî yên li Dijî Şerê Atomê / Bijîşkên Xwedî Berpirsyariya Civakî (IPPNW) diyar kir ji bo were tespîtkirin artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar tîne, divê lêpirsîneke serbixwe were destpêkirin.

Dr. Josef Savary û Dr. Jan van Aken li ser navê IPPNW Swîsreyê raporek nivîsandin û diyar kirin Wezîrê Parastinê yê Yirk Hûlûsî Akar diyar kiriye ku wan di dema operasyonên li dijî PKK’ê de gaza rondikrêj bi kar anîne û got “Ev tê wateya binpêkirina Peymana Çekên Kîmyewî û divê civaka navneteweyî vê rewşê bişopîne.”

DELÎL HATINE BIDESTXISTIN

Heyeteke ji IPPNW Swîsre û Elmanyayê di 20-27’ê Îlona 2022’an de çûbûn Başûrê Kurdistanê. Heyetê diyar kir di vê serdana xwe de wan hinek delîl bi dest xistine ku artêşa Tirk di hinek waran de Peymana Çekên Kîmyewî bin pê kiriye.

Di nav delîlên ku heyetê bi dest xistine, ev tişt hene: Li qadeke ku êdî kes lê tune artêşa Tirk ji bo hilberandina klorê konteynirên hîdroklorîk asît û ya dermanê kincan bi kar aniye. Di heman demê de qutiyên maskeyên gaza yên ji bo parastina ji çekên kîmyewî jî hene. Heyetê di rapora xwe de qala dîmenên bi çekên kîmyewî jî kir. ANF’ê ev dîmen par ve kiribûn. Di van dîmenan de leşkerên Tirk cîhaza ji bo şandina gazê ya ber bi şikeftekê de, amade dikirin.

HEYETA PDK’Ê HEYET ASTENG KIR

Di raporê de hate diyarkirin PDK’ê heyeta ji çar kesan pêk dihat a IPPNW’ê asteng kiriye û ji ber vê heyetê nekariye bi mexdûrên êrîşên kîmyewî re hevdîtinê bike. Di raporê de hate gotin “Heyetê bi endamên parlementoyê, saziyên civaka sivîl, çalakvanên civakî jî tê de bi gelek kes û saziyan hevdîtin kiriye. Derbarê îddîayan li ser komek vîdeo û wêneyan jî hate sekinandin.”

Di raporê de hate diyarkirin Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar di daxuyaniyekê de li xwe mikur hatibû ku li Garê di dema êrîşekê de ‘gazeke rondikrêj’ bi kar anîne. Di raporê de ev tişt jî hate gotin “Gaza rondikrêj dikare ji bo kontrola serhildanên xwepêşandanan were bikaranîn lê li gorî Peymana Çekên Kîmyewî nabe ku li qadeke leşkerî were bikaranîn.”

‘DEWLETA TIRK PEYMANA ÇEKÊN KÎMYEWÎ BIN PÊ DIKE’

Di raporê de ev tişt jî hate gotin “Divê were diyarkirin rabirdûyeke dewleta Tirk heye ku di şerên çekdarî de çavê xwe ji qedexekirina bikaranîna gaza rondikrêj re digire. Di sala 1999’an de li Elmanyayê jî hinek analîz hatibû kirin û hatibû îspatkirin ku artêşa Tirk di têkoşîna li dijî PKK’ê de gaza rondikrêj bi kar tîne. Hatiye tespîtkirin ku artêşa Tirk di sala 2010’an de bombeyên gaza rondikrêj a di kategoriya leşkerî de hilberandiye û ev tê wateya binpêkirina Peymana Çekên Kîmyewî. Derketiye holê ku di sala 2004’an de jî leşkerên Tirk li qadên leşkerî perwerdehiya gaza rondikrêj stendiye.”

‘DIVÊ HEYETÊN SERBIXWE WERIN AVAKIRIN’

Di raporê de balê dibin ser vî tiştî hinek şop û delîl hene ku artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê li dijî PKK’ê çekên kîmyewî bi kar aniye û hate gotin di payîza 2021’an de li Werxelê piştî şer li herêmê bîdonekî 30 lître yê asîta hîdroklorîk û bîdonekî 5 lître yê dermanê kincan hatiye tespîtkirin. Li gorî heyetê ev madde dikarin ji bo hilberandina klorînê werin bikaranîn.

Heyetê bal kişand ser qutiyên maskeyên gazê yên ku leşkeran li pey xwe hiştine û ev tişt got “Li ser qutiyan nivîsa C2A1 heye. Ev pirs derdikeve holê ku leşkerên Tirk çima xwe ji maddeyên kîmyewî biparêzin. Hikumeta Tirk heta niha PKK sûcdar nekiriye û negotiye ku PKK li Bakurê Iraqê çekên kîmyewî bi kar aniye.”

Di raporê de hate diyarkirin ji ber gumanên ku artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar aniye, divê OPCW lêpirsîneke serbixwe bide destpêkirin.

Heyetê ji bo kesên êrîşan bandor li wan kiriye jî bang li Rêxistina Tendirustiyê ya Dinyayê kir ku bila alîkariya tibbî bide van kesan.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG: Dagirkerek hate cezakirin û dagirkeran 27 caran çekên kîmyewî bi kar anîn

Nivîsa Pêş

Mîhrîcana 3`yemîn a Şehîd Bawer Agir dest pê kir

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Mîhrîcana 3`yemîn a Şehîd Bawer Agir dest pê kir

Mîhrîcana 3`yemîn a Şehîd Bawer Agir dest pê kir

Ciwanên Minbicê şehîdên berxwedana rûmetê bi bîr anîn

Ciwanên Minbicê şehîdên berxwedana rûmetê bi bîr anîn

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.