Enter your email Address

Perşembe, Aralık 18, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PJAK û KODAR bang kirin: Îşkence, girtin, darvekirin û kuştina jinan bûye karê rojane yê rejîma faşîst

PJAK û KODAR li dijî qetilkirina Jîna Emînî banga tevlêbûna xurt a ji bo çalakiyan kir û got: “Îşkence, girtin, darvekirin û kuştina jinan bûye karê rojane yê rejîma faşîst; eger ku civak pêşiya vê negire wê berdêla wê giran be."

Edîtor: Nucan Serdoz
17/09/2022 - 16:19
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
PJAK û KODAR bang kirin: Îşkence, girtin, darvekirin û kuştina jinan bûye karê rojane yê rejîma faşîst
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê û Civaka Demokratîk û Azad a Rojhelatê Kurdistan (PJAK-KODAR) li dijî qetilkirina jina ciwan Jîna Emînî (22) ya ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin bang kir.

Di daxuyaniya hevpar a PJAK û KODAR’ê de hate diyarkirin ku qetilkirina Jîna Emînî (Mehsa) ji aliyê hêzên dijî jin û rejîma faşîst, li dijî tevahiya civaka Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ye. PJAK û KODAR’ê anî ziman ku ev kiryara hovane a rejîma faşîst a Îranê ya li dijî jinan bi taybet jinên Kurd nayê qebûlkirin, pêwîstî bi nîşandayina helwesteke radîkal û azadîxwaz a ji aliyê hemû beşên civakê heye.

Di dewama daxuyaniyê de PJAK û KODAR destnîşan kir ku pirsgirêka azadiya jinan li Îranê bûye pirsgirêka herî mezin a welat û wiha domand: “Rejîma heyî ya Îranê bi awayekî sîstematîk û hovane gotinên li dijî jinê bi awayekî faşîstî belav dike û pêş dixe. Êşkence, girtin, înfaz û kuştina jinan bûye karê rojane yê vê rejîma faşîst. Îro li Rojhilatê Kurdistanê mijara azadiya jinê bûye naveroka sereke ya şoreşa azadî û demokrasiyê. Gel neçar in ku vê azadiya giranbiha bi dest bixin. Helbet her şoreşeke ku ji fikra azadiya jinê bêpar be û ji bo bidestxistina wê serî hil nede, wê ji her kesî bêhtir têk biçe.

Îro li Kurdistan, Îran û Rojhilata Navîn di têkoşîna azadiyê de cihê jinê di têkoşîn û civaka Kurd de ji her kesî re eşkere bûye. Ji ber vê yekê şoreşa ku di serî de girîngiyê bide azadiya jinê, bêguman wê bi ser bikeve. Îro têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd ji Efrîn û Kobanê heta Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û Seqizê bûye gerdûnî û kuştina bi hovane ya jinên Kurd, mînak a Jîna Emînî, nayê qebûlkirin. Roj bi roj bi saya têkoşîna azadiyê ya gelan, di serî de gelê Kurd, ji bo bidestxistina maf û azadiyên xwe yên mirovî bi israr û hişyartir dibin û bingeha serhildana neteweyî ava bûye.

Rejîma faşîst a dijminê jinê ya Îranê bi hincetên xwe yên otorîter, bi awayekî eşkere ewlekariya civak û jinan xistiye metirsiyê. Li dijî hemû beşên civakê bi berdewamî êrîşên plankirî û sîstematîk pêk tîne. Ger civaka me ya zana û wêrek îro pêşî li vê zilmê negire, bêguman wê sibe pir dereng be.

Bi vê minasebetê em wek Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) bi tundî qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê rejîma faşîst a Îranê ve şermezar dikin. Di serî de li jin, ciwan, em bang li rewşenbîr, girtiyên siyasî, çalakvanên sivîl, rêxistinên sivîl, partiyên siyasî, medyaya azad, karker, mamosta, bazirgan û esnafan û hemû kedkarên bindest dikin ku roja Duşemê 19’ê Îlonê qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê faşîzma Îranê şermezar bikin. Bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî – Şehîd Namirin” tevlî greva giştî bibin. Parastina civak û jinan bi taybetî Şiler Resûlî û Jîna Emînî erkeke mirovî, exlaqî û siyasî ye. Şoreşa azadiya jinê esasê şoreşa nû ya Kurdistan, Îran û Rojhilata Navîn e. Têkoşîna di vê rêyê de erka mirovî ya civak û neteweyên bindest e.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Gerîla ji bo bîranîna şehîd Alî Çîçek û Delal Nûrhak li dagirkeran da – 19 dagirker hatin ceza kirin

Nivîsa Pêş

Jîna Emînî ku bi îşkenceyê hate qetil kirin cenazeya wê hate veşartin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Jîna Emînî ku bi îşkenceyê hate qetil kirin cenazeya wê hate veşartin

Jîna Emînî ku bi îşkenceyê hate qetil kirin cenazeya wê hate veşartin

Panoramaya 2 salan a Pêngava ‘Dem Dem Azadiyê’ ya Tevgera Ciwanên Şoreşger

Panoramaya 2 salan a Pêngava 'Dem Dem Azadiyê' ya Tevgera Ciwanên Şoreşger

Manşet

  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.