Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Sîsê: Ez Dixwazim Weke şehîd Bêrîtan Bibim Gerîla – 18

Edîtor: Nucan Serdoz
16/09/2022 - 0:06
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
NPG’ê berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê pîroz kir
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –

Ji Bîranîna Gerîla…..

Serê sibehê, beriya ku tava rojê bide pencera odeya lê dinive, heval ji xew rabû. Nivînê xwe rast kir. Ji bo di taksiyê de bîzê wî venebe, bi taştêyek sivik xurîniya xwe şikand. Ji mala komunê derket û berê xwe da cihê ku Zana û Zînê li benda wî ne. Heval gihîşt wê derê û dît ku Zana û Zînê di taksiyê de li benda wî ne. Ji bilî Zana û Zînê, kurê wan ê biçûk Nebaz û Sîsê jî di taksiyê de bûn. Heval bi gotina, “rojbaş!” li taksiyê siwar bû.
-Hûn çawa ne? Hûn bê bela ne?
Berî hemûyan Sîsê, heval bersivand:
-Tu sax bî heval. Em hemû bê bela ne. Tu çawa yî?
Piştî bersivandinê, Zîne û Zana bêrê xwe dan Sîsê û keniyan… Sîsê ji bo ku berî dê, bav û birayê xwe Heval bersivand şerm kir.
Spîtiya rûyê Sîsê winda bû, bi carekê spîsor bû. Lê, ji bo ku Sîsê hîn zêdetir xiçil nebe, dayîka wê ji heval re got:
-Keça min wekîla me ye, dikare bi navê me hemûyan bersivê bide, heval…
Ji bo ku xelkê bajêr sêzdehê nîsanê berê xwe dabûn çolê, di derketina bajêr de wesaît wek moriyan diçûn û dihatin. Mirov ji wesaîtan ax biavêta hewayê li erdê nediket… Ji derketina bajêr heya Geliyê Qasimlo, Zana her Mihemed Arifê Cizrawî dabû ser teybê. Hemûyan bi kêfxweşî li Mihemed Arifguhdarî dikirin. Carekê du caran Zînê gote Zana:
-Êdî Mihemed Arif bes e; em Eyşe Şan guhdarî bikin, ne çêtir e?
-Ji ber ku Mihemed Arif mêr e, tu dixwazi îlehî em dengê jinekê guhdarî bikin, ne wisa?
-Na, bi serê Sîsê. Ez jî ji dengê Mihemed Arif pir hez dikim. Lê, ji derketina bajêr heya vê derê te her Mihemed Arif bi me da guhdarkirin, vê carê jî bila Eyşe Şan be.
-Min fêm kir ka ji bo çi tu Eyşe Şan dixwazî.
-Ji bo çi ez dixwazim tu Eyşê Şan bide ser? Bêje, ku em jî bizanibin.
-Ji ber ku ew jin e, tu cinsiyetparêziyê dikî.
-Tu ji min cinsiyetparêztir î. Eger ku ne wisa bûya, ji bo çi ji kengî de em Mihemed Arif guhdarî dikin?
Nêzîkî nîv saetê Zana kaseta Mihemed Arif neguherand. Piştî nîv saetê kaseta Mihemed Arifê Cizrawî ji teybê derxist, a Eyşe Şan xist çûnê. Wexta ku Zana kaseta Eyşe Şan da ser, Zîne dev li ken gote Zana:
-Ez dizanim, tu ji min zêdetir ji dengê EyŞe Şan hez dikî. Lê, tu ya di dilê xwe de vedişêrî…
-Ji bo çi, ez ji dengê Eyşe Şan hez dikim? Gelo ji bo ku ew jin e, ji ber wê yekê…

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Divê dîroka serdestiya Tirkiyê ji nû ve bê nivîsandin

Nivîsa Pêş

Konfederalîzma demoqratîk û erkên demê: Navendên Qadan -18

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Konfederalîzma demoqratîk û erkên demê: Navendên Qadan -18

Konfederalîzma demoqratîk û erkên demê: Navendên Qadan -18

Dîmeneke nû ya çalakiya gerîla hate weşandin

Dîmeneke nû ya çalakiya gerîla hate weşandin

Manşet

  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.