Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

“Dîroka berxwedanê ya PKK’ê vîneke ji pola, vîneke ku tu car naşikê ye”

Girtiyên PKK û PAJK’ê derbarê salvegera 40’emîn a Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê daxuyaniyek dan û gotin: “Dîroka berxwedanê ya PKK’ê vîneke ji pola, vîneke ku tu car naşike û bi bin nakeve daye avakirin. Ev, îro li Zap, Metîna û Avaşînê şênber e.“

Edîtor: Nucan Serdoz
14/07/2022 - 22:28
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
“Dîroka berxwedanê ya PKK’ê vîneke ji pola, vîneke ku tu car naşikê ye”
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Girtiyên PKK’ê û PAJK‘ê derbarê salvegera 40’emîn a Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê daxuyanî da. Li ser navê girtiyên PKK û PAJK’ê Denîz Kaya anî ziman ku di 14’ê Tirmeha 1982’yan de Rojiya Mirinê ya Mezin bi pêşengtiya Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek, li hemberê zilm û zexta dewleta Tirk hat destpêkirin û got: “Di serî de li hemberê qehremaniya 14’ê Tirmehê em şehîdên mezin ên berxwedanê bi bîr tînin û soza xwe ya pêkanîna xeyalên wan û bidestxistina serkeftinê dubare dikin.“

‘RUHÊ GEL Û GERÎLA BÛ YEK‘

Kaya bilêv kir ku anîna ser ziman a ruhê berxwedana 14’ê Tirmehê zehmet e û wiha pê de çû: “Berxwedana ku sala 1982’yan, li zindana Amedê hatiye destpêkirin çawa ku di dîroka mirovahiyê de berxwedanên ku hatine kirin wek çem herikbariya xwe nesekiniye. Ew ruh ji wê ruhî ne qut e her herikbariya xwe di roja me ya îro de jî jiyanî ye, zindî ye û bûye şopa heqîqeta mirovahiyê. Di wan pêvajoyan de di bin şert û mercên zehmet de faşîzma ku li ser gelan dihat meşandin; bi taybetî li Kurdistanê hêza ku li hemberê faşîzmê têkoşînek bê hempa û bê rawestan da meşandin kadroyên pêşeng ên PKK’ê bûn. Piştî derbeya 12’ê Îlonê dengê berxwedana destpêkê li zindana Amedê bilind bû. Ev ruh û hêz, rejîma 12’ê Îlonê bi bin xist, xeta azadiya gelan a PKK’ê gihand serkeftinê. Rêberê Gelan dibêje ruhê 14 Tirmehê PKK ye û vê rastiyê dibêje; ‘Ger gelê Kurd bixwaze hebûna xwe ya neteweyî biparêze û azadiya xwe bi dest bixe divê di serî de berxwedana 14’ê Tîrmehê, ruhê wê bibîne. Bi pişt re wê bibîne ku baweriya wan a jiyana demokratîk û azadiyê jî zelal bibe’. Ev ruhê ku li zindana Amedê hat bilindkirin bi yek dengî, yek helwestê û yek ruhî gel û gerîla bûn yek û bi hev re diruşmeyên “Bijî Serok Apo“, ‘’Bijî PKK’’, ‘’Şehîd Namirin’’ berz kirin. Mirov dikare bibêje ev dirûşme bi destanên qehremaniyê hatine nivîsandin û avêtin. Bi vî ruhî îro jî gel û gerîla bi yek ruhî, li hemberê heman faşîzmê dirûşmeya ‘berxwedan jiyan e’ diqîrin.“

RUHÊ 14’Ê TÎRMEHÊ

Kaya destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker, bi serhildana Agiriyê ye re got ‘Me Kurdistan xist bin erdê’, lê  ruhê 14’ê Tîrmehê vê gotinê vala derxist, ya ku roj bi roj bin ket dewleta faşîst a Tirk bû. Kaya anî ziman ku niha jî dewleta Tirk a faşîst dibêje ‘Em ê Kurdan tune bikin’ û li ser vî esasî, êrîşên dijwar û hovane yên di dîroka mirovahiyê de nehatine dîtin li ser gelê Kurd û li Zap, Avaşîn û Metînayê dimeşîne. Bi domdarî Kaya wiha got: “Lê divê dewleta Tirk baş bizane ku em weke gel û tevger xwedî dîrokeke berxwedanê ya wek 14’ê Tîrmehê ne. Îro têkoşîna me ya li dijî faşîzmê û dagirkeriyê ne tenê li Kurdistanê û ji hêla gelê Kurd ve tê hembêzkirin. Li tevahiya cîhanê hembêzkirina xeta Rêberê Gelan a ku xwe disipêrê jiyana demokratîk, ekolojîk û azadixwaziya jinê heye. Va ye ev ruhê ku li tevahiya cîhanê hatiye avakirin û nayê têkbirin, ruhê 14’ê Tirmehê yê li hemberê faşîzmê serî natewîne û berxwedanê bilind dike ye.“

‘PKK’Ê VÎNA JI POLA Û TU CARÊ NAŞIKÊ Û BI BIN NAKEVE AVAFIRAND‘

Kaya diyar kir ku niha Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li çiyayên azad rexmê hemû şert û mercan têkoşîna xwe bilind dikin û got: “Gerîlayên Azadiya Kurdistanê rê nadin dagirkeriyê û xiyanetê, hêza xwe ji vê dîroka kûr a berxwedaniyê ku xwe dispêre çalakiya Mazlûman, Çaran û 14’ê Tirmehê digre. Lewra ev dîroka berxwedanê ya PKK’ê vîneke ji pola, vîneke ku tu car naşike û bi bin nakeve daye avakirin. Ev, îro li Zap, Metîna û Avaşînê şênber e. Şervanên azadiyê, di wan çeperan de bi berxwedaniyeke bê hempa, bi berxwedaniyeke ku dîroka tu gelan nebûye şahidê wê, tu pirtûk nenivîsiye, tu helbest li ser nehatiye nivîsîn, dimeşînin. Dema mirov difikire û dibe şahîdê vê berxwedanê, ne gengaz e mirov li hemberê vî ruhî, li hemberî vê vînê neçe secdeyê. Pîrozbahiya herî mezin a ji bo gelê Kurd û Kurdistanê, heman demê ji bo tevahî mirovahiya pêşverû ev ruhê berxwedanê bi xwe ye. Ji ber ku îro di şexsê gerîla de mirovahî li ber xwe dide. Ev jî çavkanî û hêza ku ji 14 Tirmehan hatiye girtin e. Ji lew re, em, vê rastiyê pir baş dizanin ku ev hêza bi berxwedana nîv sedsalê hatiye avakirin tû caran li hemberê tu êrîşan têk naçe.“

Kaya anî ziman ku berxwedan, sekin û ruhê Mazluman, Çaran û 14’ê Tirmehê, bi giştî berxwedana zindana Amedê bi vegotina herî rast kûştina mirinê bû û bi van gotinan dawî kir: “Îro jî şervanên ku li ser şopa wan dimeşin, bi heman ruh û vînê li çiyayên Kurdistanê mirinê dikûjin, nemir dibin. Em Nemirên Kurdistanê bi rêzdarî û mînetdarî bi bîr tînin û wek girtiyên PKK û PAJK‘ê soz didin wê pêkanîna xeyalên wan bibe sedema jiyana me.“

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

KCK’ê sersaxî ji malbat, hevrê û hezkiriyên Kerîm Ehmed re xwest

Nivîsa Pêş

Li ser daxwaza Kemal Pîr, hemû êşkencekar tên ceza kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li ser daxwaza Kemal Pîr, hemû êşkencekar tên ceza kirin

Li ser daxwaza Kemal Pîr, hemû êşkencekar tên ceza kirin

Şehîdên 14’ê Tîrmehê li bajarê Kobanê hatin bi bîranîn

Şehîdên 14'ê Tîrmehê li bajarê Kobanê hatin bi bîranîn

Manşet

  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Divê Îmralî Êdî Ji Sembola Tecrîdê Were Derxistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.