Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Çalakiyên gerîlayên HPG û YJA STAR’ê ji Bakur heya Başûr bê navber dewam dikin

Çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê ji Amedê heta Avaşînê bênavber didome. Di çalakiyan de bi qasî ku hate tespîtkirin 16 leşkerên Tirk ên dagirker hatine cezakirin û derb li helîkoptereke êrîşê hate xistin.

Edîtor: Nucan Serdoz
08/06/2022 - 15:55
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Çalakiyên gerîlayên HPG û YJA STAR’ê ji Bakur heya Başûr bê navber dewam dikin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê agahiyên dawîn ên li ser çalakiyên gerîla eşkere kir. Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Gerîlayên azadiya Kurdistanê wekî parêzvanên gelê Kurd û axa Kurdistanê bi ruhê fedaî yê Apoyî di her şertan de xeta xwe ya berxwedanê ya ji bo serkeftinê didomîne. Hêzên me ji Başûr heta Bakur çalakiyên xurt dike û careke din hesabê dagirkeran pûç dike. Hêzên me li Herêmên Parastinê yên Medyayê berxwedaneke dîrokî nîşan didin, operasyonên ku dewleta Tirk a dagirker bi hezaran leşker û teknolojiya pêşketî pûç dikin û derbên giran li dagirkeran dixin. Di çalakiyên xurt ên hêzên me de 16 dagirker hatine cezakirin, 5 dagirker birîndar bûne û derb li helîkoptereke êrîşê hate xistin.

Agahiyên li ser çalakiyan wisa ne:

LI HERÊMA AMEDÊ;

Di 23’ê Gulanê de dagirkerên li qereqola Taverê ya li Lîceyê ji aliyê hezên me bi taktîkên suîkastê hatine hedef girtin. Di encama çalakiyê de dagirkerek hat cezakirin.

Di 23’ê Gulanê de dagirkerên li qereqola Bilbilîkê ya Lîceyê ji aliyê hezên me ve bi taktîkên suîkastê hatine hedef girtin û dagirkerek hate cezakirin.

Arteşa Tirk a dagirker di 1’ê Hezîranê de li dijî qada Şehîd Serhed a navçeya Lîce ya Amedê dest bi operesyona dagirkeriyê kir. Ev operasyon ji aliyê hezên me ve hat şikandin û di 3’ê Hezîranê de bê encam vekişiya.

LI HERÊMA AVAŞÎNÊ

Di 7’ê Hezîranê de saet di 12.30’an de artêşa Tirk a dagirker tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê bi teqemeniyan bomberdûman kiriye. Dagirkeran hewl dane saet di 12.40’an de ber bi tunelên şer ve biçin lê hêzên me bi bombeyên destan, çekên şexsî û bi çekên giran li dagirkeran dan. Di heman rojê de saet di 13.20’an de dagirkeran hewl dan dîsa bi teqemeniyan êrîş bikin lê hêzên me li wan dan. Piştî lêdanên xurt teqemeniya dagirkeran teqiqaye. Di teqînê de 2 dagirker hatine cezakirin. Saet di 14.15’an de jî bi çekên giran li dagirkerên li dora tunelên şer hatine xistin.

Di van çalakiyên hêzên me de, 4 dagirker hatine cezakirin.

LI HERÊMA METÎNAYÊ

Di 7’ê Hezîranê de saet di 17.30’an de tîmên me yên nîvgerok ji sê milan ve li dagirkerên li dora tunelên şer ên Şehîd Savûşka ya Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dane. Milên yekemîn û duyemîn ên êrişê ji nêz ve li dagirkeran dane û 5 dagirker ceza kirin. Dema ku komek dagirkeran xwestine mudaxeleyî qada çalakiyê bikin jî milê sêyemîn ê çalakiyê li dagirkeran dane.

Di encama vê çalakiya êrîşê ya bi koordîne ya ku tîmên me yên gerîlayên nîvgerok pêk anîne, herî kêm 7 dagirker hatine cezakirin û 4 dagirker jî birîndar bûne.

Di 7’ê Hezîranê de saet di 22.30’an de hêzên  me li helîkopterên li ser Qada Berxwedanê Girê Cûdî digerin, dan. Di encama lêdana xurt de derbeke giran li helîkoptereke êrîşê hate xistin û helîkopter neçar ma ji qadê biçe.

LI HERÊMA ZAPÊ;

Di 7’ê Hezîranê saet 12:20 û 15:00’an de dagirkerên ku hewl didan xwe nêzî tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn bikin, bi çekên giran derb li wan hatiye xistin.

Di 7’ê Hezîranê  de saet di navbera 12:30 û 15:00’an de artêşa TC’ê ya dagirker piştî ku tûnelên şer ên Şehîd Hewrê ya li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn bi dijwarî bomberdûman kir, saet di 15:10’an de xwest pêşde biçe. Ev dagirker bi bombeyên destan û çekên ferdî hatin hedefgirtin û dagirkerek birîndar bû. Piştî destwerdanê, dagirker gavekê paşde vekişiyan.

Di 7’ê Hezîranê de dagirkerên ku dixwestin tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bombebaran bikin, ji aliyê hêzên me ve hatin derbkirin. Piştî destwerdana hêzên me, dagirker neçar man gavekê paşde vekişin.

Di 7’ê Hezîranê de saet di navbera 02.50-04.30’an de dagirkerên li derdora Qada Berxwedanê ya Karker ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve 3 caran bi taktîka sûîqestê hatiye gulebarankirin. Di van çalakiyan de 3 dagirker hatin cezakirin. Heman rojê saet 01.30’an de sensoreke leşkerî ya ku dagirkeran li derdora tunelên şer danîbûn, ji aliyê hêzên me ve hate rûxandin.

ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker yên bi çekên kîmyewî û teqemeniyan pêk anî;

Di 7’ê Hezîranê de tunelên şer ên Şikefta Birîndara û Şehîd Hewre yên herêma Zapê 19 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin.

Di 7’ê Hezîranê de jî Qada Berxwedanê ya Werxelê 9 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatiye bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi obus, helîkopterên êrîşê û balafirên şer;

Di 7’ê Hezîranê de herêmên Çemço, Kurojahro, Çiyareş, Karker, Şîkefta Birîndara, Şehîd Şahîn, Şehîd Harûn, Şehîd Tolhildan, Girê Rûbar, Karker, Girê Cûdî, Girê FM, Girê Ortê yên herêma Zapê, bi helîkopterên êrîşê, bi obusên ji qereqolên ser xeta sînor hatin avêtin û 38 caran ji aliyê balafirên şer ve hatin bombekirin.

Di 7’ê Hezîranê de çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê ya Avaşînê bi obusan ji qereqolên li ser xeta sînor û 7 caran jî bi balafirên şer hatiye bombekirin.

Di 7’ê Hezîranê de herêma gundê Qesrokê û herêma Serê Metîna bi obusan ji qereqolên li Kanî Masî û Bamernê yên di nava sînorên Başûrê Kurdistanê de hatin bombekirin. Heman rojê derdora gundê Bazê bi balafirên şer hatiye bombekirin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Dewleta Tirk ya dagirker li Efrînê 50 darên zeytûnê birîn

Nivîsa Pêş

Şêniyên Çilaxa li dijî dagirkeriyê meşiyan

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Şêniyên Çilaxa li dijî dagirkeriyê meşiyan

Şêniyên Çilaxa li dijî dagirkeriyê meşiyan

Kedkarê çapemeniya azad Hafiz Akdemîr hate bîranîn

Kedkarê çapemeniya azad Hafiz Akdemîr hate bîranîn

Manşet

  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.