Enter your email Address

Pazartesi, Şubat 2, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Ji qatîlan wê hesab were pirsîn

Komîteyê Têkiliyên Derveyîn a KCK’ê di daxuyaniya piştî qetilkirina Mehmet Zekî Çelebî li Silêmaniyê, weşand de, ragihand ku heke li dijî van sûîqastan hêzên siyasî yên Kurdistanê helwestan nîşan nedin dibe ku mafê lêvegerandinê bihê bikaranîn.

Edîtor: Nucan Serdoz
21/05/2022 - 21:16
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
KCK: “Bi ruhê serhildanê yê Şeladizê li her deverê helwestê nîşan bidin”
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – KCK‘ê diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê bi hevkariya dewleta Tirk û PDK’ê, penaberên siyasî dihên qetilkirin û got: “Temamê dinyayê jî dengê xwe ji van kuştinên bi siyasî re nake û  ji xwe re lê dinihêre. Komîseriya penaberan a NY’ê û hikûmeta Başûrê Kurdistanê, ji ber ku heta bi niha li hember van kuştinên bi siyasî tu helwesteke bi cidî nîşan nedane û ji van kuştinan berpirs in.“

‘HER KES WÊ NEÇAR BIMÎNE KU PARASTINA XWE BIKE‘

KCK’ê bal kişand li ser hêzên siyasî yên li Kurdistanê û gel, li hember van kuştinan divê di asta herî bilind de helwesta xwe nîşan bidin û wiha pê de çû: “Helwestên wan li dijî qetilkirina welatparêz û şoreşkeran divê bi aşkerehî be. Berovajî wê, her kesek wê neçar bimîne ku parastina xwe bike û mafê xwe yê rewa bi kar bîne li dijî van êrîşan. Li gel ku bi me ne xweş wiha bibe, heke bûyerên vî rengî biqewimin jî divê bihê zanîn ku em jê nabin berpirsyar.’’

‘NIKARIN BI ÊRÎŞÊN WIHA BI KURDAN GAV BI PAŞ DE BIDIN AVÊTIN‘

Di berdewamiya daxuyaniyê de KCK’ê wiha got: “ Bi van qetilam û kuştinên polîtîk dixwazin gelê Kurd, şoreşker û welatparêzan bitirsînin, biçewisînin û gav bi paş de bidin avêtin. Dewleta Tirk ji binketina bi hevkariya PDK’ê ya li dijî Tevgera Azadiyê û gerîla; bi gera bi telefonê li mirovan an jî bi axavtina rû bi rû xwarina gefan li wan, kirina şantajê û tirsandinê û kirina sîxur hewil dide xelas bibe. Ji vê polîtîkaya xwe têr encam nagire. Ji wê boneyê Kurdan wek dijmîn dibîne û dikuje. Li gor dewleta Tirk  her Kurd neyar e û divê were kuştin. Di şexsê Mehmet Zekî Çelebî de ev yek cardin aşkere bû. Lê divê bihê zanîn ku bi van êrîşan gav bi Kurdan bi paş de nayê avêtin. Berovajiyê wê, pê hêrsa Kurd zêdetir dibe û eniya Kurd a azad mezintir dibe. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan bi berdêlên giran û şehîdan bûye ku têk naçe.’’

‘DIVÊ RÊVEBIRIYA SILÊMANIYÊ Û BERPIRSÊN POLÎTÎK BI ERKA XWE RABIN‘

KCK’ê anî ziman ku divê rêveberiya Silêmaniyê û berpirsiyarên polîtîk bi erka xwe rabin û wiha dom kir:‘’Bi van êrîşan bi zanebûn hewil didin ku bajarê Silêmanî bikin navenda kuştinên polîtîk. Bi kirina şantajê li welatparêz, partî û saziyan hewil didin bê bandor bikin û bikişînin nav tifaqa qirêj. Kurd tev bertek nîşanê hevkariya qirêj a PDK’ê ya bi dewleta Tirk re didin û di vê polîtîkaya hevkariyê de PDK’ê bi tenê dihêlin. Bajarê Silêmaniyê yê navenda welatparêziya Kurd e, dixwazin neewle bikin ku mirov nekare lê bijî. Rêveberiya Silêmaniyê û berpirsyarên polîtîk divê bi erka xwe rabin û hişyar bin li hember vê rewşê û helwesteke xuyayî nîşan bidin. Divê planê ji paş re yê van kuştinan bi hemû hûrguliyên xwe ve bihê aşkerekirin. Hêviya gelê Kurd û malbatên mirovên me yên hatin qetilkirin ji wan ev e.’’

‘HEWLÊR BÛYE SÎ Û STARA QATILÊN KURDAN‘

KCK’ê destnîşan kir ku Hewlêr bûye sî û stara qatilên Kurdan û ev tişt got: “Qatilên li Silêmaniyê sûîqastên siyasî dikin tev direvin Hewlêrê. Hewler êdî bûye navenda parastina qatilên Kurdan. PDK’ê dest bi nêçîra Kurdên ku wek wê nafikire kiriye. Helwesta polîtîk a PDK’ê ya gav ji hevkariya xwe bi dewleta Tirk re bi paş de naavêje bi ser de dorê li qadên gerîla digire, kemînan dadiîne, îstixbaratê dide dewleta Tirk û êrîşên yekser dike.“

‘JI QATILAN WÊ HESAB BIHÊ PIRSÎN‘

KCK’ê diyar kir ku wê ji qatilan hesab bihê pirsîn û wiha dawî kir: “Gelê me yê ve rewşê dibîne, bêguman divê helwesteka aşkere nîşanê PDK’ê bide. Banga me li Xaça Sor, Komîseriya Penaberan a NY’ê û rêxistinên mafên mirovan ên saziyên navneteweyî yên bi mafên penaber û mirovên polîtîk re têkildar in ew e ku li hember kuştinên polîtîk ên bi hevkariya MÎT-Parastinê, helwest nîşan bidin. Mafê gelê Kurd û Kurdên azad ê li hember êrîşa bi her awayî parastina xwe ya cewherî bi pêş de bibin heye. Ji qatilan wê teqez hesab bihê pirsin.“

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Çalakiya basa gerok li Kobanê di roja 3’yemîn de dewam kir

Nivîsa Pêş

Milîsên Rohat Dengdar ên HBDH‘ê li Amedê li dijî qereqoleke polîsan çalakiyek li dar xistin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Milîsên Rohat Dengdar ên HBDH‘ê li Amedê li dijî qereqoleke polîsan çalakiyek li dar xistin

Milîsên Rohat Dengdar ên HBDH‘ê li Amedê li dijî qereqoleke polîsan çalakiyek li dar xistin

LEZGÎN: Li dijî baregeha leşkerên Tirk a li Başîqa êrişa bi mûşekan

LEZGÎN: Li dijî baregeha leşkerên Tirk a li Başîqa êrişa bi mûşekan

Manşet

  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin
  • Ciwanên Kurd Li Berlînê Piştgiriya Xwe Ji Bo Rojava Nîşan Dan: 14 Rojên Xwepêşandanên Bênavber
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin
  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin
  • “Li Kurdistanê Em Serketin û Emê Serbikevin”

Herî zêde hatine xwendin

  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mûrat Karayilan: Berdêla Xwe Çi Dibe Bila Bibe, Em ê Rojava Bi Tenê Nehêlin!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.