Enter your email Address

Pazartesi, Şubat 2, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Ji bo hevdîtina bi Rêber Apo serî li NY hate xistin

Buroya Hiqûqê ya Asrinê derbarê astengkirina hevdîtina bi malbat û parêzerê Rêberê Gelan Abdullah Ocaln serî li Neteweyên Yekbûyî da û xwest bi lezgînî gavekê biavêjin.

Edîtor: Nucan Serdoz
21/05/2022 - 11:22
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
Ji bo hevdîtina bi Rêber Apo serî li NY hate xistin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo pêwendî bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê de ne bê danîn û hevdîtin bi wan re bê kirin serî li Komîteya Nêzîkatiyên Hov, Dijmirovî yan jî Biçûkxistinê yên Din an jî Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (SPT) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dane.

Di serlêdanê de binpêkirinên mafan ên heya niha hatine kirin hatine diyarkirin û serlêdanên ji bo vê yên li Dadgeha Qanûna Bingehîn, Wezareta Dadê, Komîsyona Vekolandinê ya Mafên Mirovan, Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Înfazê ya Ceza û Dadgeriya Înfazê hatine destnîşankirin. Parêzeran di serlêdanê de diyar kirine ku tu encameke erênî ji serlêdanan negirtine û gotine ku muwekîlên wan di çarçoveya “incommunicado”yê de hatine desteserkirin.

Her wiha di serlêdanê de xala 7’an û xala 10’an ên Peymana Mafên Medenî û Siyasî ya Navneteweyî (ÛMSHS) hatine bibîrxistin. Di berdewama serlêdanê de li ser cezayê hucreyên yên li muwekîlan tên birîn û ji ber van serlêdanên ji bo hevdîtinê tên taloqkirin an jî astengkirin jî hatiye sekinandin û ji bo vê xala 45’an a Pîvanên Standard ên Neteweyên Yekbûyî yên Derbarê Girtiyan de hatiye bibîrxistin.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê diyar kirine ku di çarçoveya pêwendiya bi derve re muwekîlên wan bi qedexeyeke ji sedî sed re rû bi rû ne û ev yek divê wekî hepsa “incommunicado / desteserkirinê” bê nirxandin. Parêzeran destnîşan kirine ku ev bi her awayî dijî belge û standardên mafên mirovan ên navneteweyî ne.

BIRYARA DMME’YÊ

Di serlêdanê de li ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî hatiye sekinandin ku di 18’ê Adara 2014’an de piştî serlêdana Rêber Apo tespît kiribû ku li girtîgehê nebûna derfetên pêwendîdanînê yên pêşî li ber tecrîda civakî digirin, sînorên li ber xwegihandina agahiyan û astengiyên li ber serdêran hemû binpkirina qedexeya îşkenceyê ne.

Parêzeran di serlêdanê de diyar kirine ku ji 25’ê Adara 2021’ê ve tu xeberê ji muwekîlê xwe nagirin û gotine: “Ev yek bi her awayî xetereyeke potansiyek di xwe de dihewîne.”

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê di serlêdana de destnîşan kirine ku bi qasî serê derziyê jî haya wan ji şert û mercên ku muwekîlên wan tê de ne tune ye û xwestine demildest hevdîtinê bi muwekîlên xwe re bikin.

13 MEH IN PARÊZER NIKARIN XEBERÊ JI MUWEKÎLÊN XWE BISTÎNIN

Parêzeran di berdewama serlêdanê de gotine: “13 meh in parêzer tu xeberê ji muwekîlên xwe nagirin û ev yek fikara ji bo tenduristiya wan, şert û mercên ew tê de ne zêde dikin. Parêzer daxwaz dikin ku ji bo demildest pêkanînên ‘incommunicado’ yên li ser Rêber Apo û muwekîlên din bi dawî bibin demildest divê gav bên avêtin û ji bo tespîtkirina ewlehiya muwekîlan divê serlêdana Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F’yê bê kirin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Gerîlayên HPG û YJA STAR: Emê van çiyayan ji dijmin re bikin jehr

Nivîsa Pêş

Polîsan destûr neda ku cenazeyê Mehmethan Yildiz were veşartin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Polîsan destûr neda ku cenazeyê Mehmethan Yildiz were veşartin

Polîsan destûr neda ku cenazeyê Mehmethan Yildiz were veşartin

Êrîşên ku li çiyayên Cûdî hatibû destpêkirin, bi liv û tevgera hewayî berdewam e

Êrîşên ku li çiyayên Cûdî hatibû destpêkirin, bi liv û tevgera hewayî berdewam e

Manşet

  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin
  • Ciwanên HDK Li Enqerê Ji Bo Rojava Slogan Nivîsandin
  • Li Edenê Ji Bo Rojava Xwepêşandan
  • Ciwanên Kobanê piştî hevpeymanê carekî din li qadan in
  • Ciwanên Welatparêz Li Geverê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji şervanekî Elewî peyamekî ji bo hemû gelê Sûriyê: Demokrasî di QSD de ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.