Enter your email Address

Cuma, Aralık 12, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Şêniyên herêma Cizîrê têkoşer Hakî Karer û şehîdên şoreşê tevahî bi bîranîn

Şêniyên bajar û navçeyên herêma Cizîrê têkoşer Hakî Karer û şehîdên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne, bi bîr anîn.

Edîtor: Nucan Serdoz
18/05/2022 - 18:22
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
Şêniyên herêma Cizîrê têkoşer Hakî Karer û şehîdên şoreşê tevahî bi bîranîn
ParvekeTweet

Ji bo bîranîna şehîd Hakî Karer, şehîdên Meha Şehîdan, Meclisên Malbatên Şehîdan ên Hesekê, naçeyên Şedad, Til Birak, Til Hemîs, Tirbespiyê, Çilaxa, Girkê Legê û Dêrikê yên Herêma Cizîrê merasîmên bîranîn li dar xistin.

HESEKÊ

Li Hesekê Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo 59 şehîdên meha Gulanê merasîmek li hola Reşo ya li taxa Mişêrfe li dar xist.

Bi sedan şêniyên Hesekê û malbatên şehîdan, endamên navend, saziyên sivîl û leşkerî tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê de endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Hesekê Sûzan Hesekê axivî û şehîd Hakî Karer û şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: “Van şehîdan ji bo projeya biratiya gelan têkoşiya, xaka me prastin, ne ji wan bûya em îro ne di ewlehî û aramiyê de bane.”

Her wiha Sûzan Hesekê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Îsal wê bibe sala azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û felsefeya wî çareseriya herî guncaw ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re ye.”

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Fatme Hisên axivî û got: “Bi saya wan şehîdan û serokê xwe em hene. Em hêza xwe ji malbatên şehîdên xwe digirin.

Di dawiya merasîmê de meclisê, sînevizyonek têkildarî 59 şehîdên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG-YPJ), Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Displîna Leşkerî û Erka Xweparastinê hate pêşanda.

DIRÊBSIYÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê bi heman mebestî, 72 şehîdên di mehên Çile, Sibat, Adar, Nîsan û Gulanê bi merasîmekê li Navenda Çand û Hunerê ya navçeyê bi bîr anîn.

Endamên saziyên sivîl û lekerî tev li merasîmê bûn. Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Edle Misto axivî û hemû şehîdan bi bîr anî û banga xwedîdertina li nirxên şehîdan kir.

Şêwirmenda Meclisa Kantona Qamişlo Zeyneb Şîtka jî axivî û diyar kir ku serkeftinên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine bidestxistin berhemên keda şehîdan e.

Her wiha têkoşer Hakî Karer bi bîr anî û destnîşan kir ku berxwedana wî berdewam e.

Paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Hemîd Miêş navên 72 şehîdan xwend. Di dawiyê de sînevizyonek têkildarî axaftina rêber Abdullah Ocalan li ser şehîdan hat pêşandan.

ŞEDADÊ

Li Şedadê jî tevî şehîd Hakî Karer 50 şehîdên din ên mehên Nîsan û Gulanê  hatin bibîranîn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê merasîma bîranînê li hola Huriye ya Meclisa Navçeyê li dar xist. Bi dehan şêniyên herêma başûrê Hesekê û malbatên şehîdan tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Ebîr El-Nezal navên şehîdan xwend.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Ela El-Îbrahîm axivî, serkeftinên ku li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine bidestixstin, li şehîdan û malbatên wan pîroz kir û diyar kir ku ev serkeftin berhemên keda şehîdan in.

El-Îbrahîm li ser şehadeta Hakî Karer jî got, şehadeta wî komployeke bû ku di sala 1977’an de hatibû plankirin. Her wiha anî ziman ku şehîd Hakî Karer ji bo tevahî nifşan û gelên azadîxwaz mînake

El-Îbrahîm û soza şopandina rêya şehîdan heta tunekirina hemû komployên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî projeya neteweya demokratîk da.

TIL BIRAK

Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Birakê bi merasîmekê li hola Navenda Çandî şehîdên meha Gulan bi bîr anîn.

Di merasîmê de bi dehan malbatên şehîdan û endamên saziyên sivîl û leşkerî amade bûn. Endama rêveber a meclisê û hevseroka Nivîsgeha Kar û Barên Civakî û Xebitandinê ya Til Birakê Hindirîn Sîno axivî û rola şehîdan di pêkanîna jiyaneke azad û bi rûmet de ji gelên herêmê re silav kir.

Her wiha endamê rêveber ê Meclisa Leşkerî ya Til Birakê Ehmed El-Deran axivî û got, şehîd kilîta azadiyê ne û bingeha avakirina welatan e.

Di dawiyê de sînevizyonek têkildarî dîroka têkoşîna rêber Abdullah Ocalan û şehîdan hat pêşandan.

TIL HEMÎS

Şêniyên navçeyê 51 şehîd Gulanê bi merasîmekê bi bîr anîn.

Merasîm li navenda çandî ya navçeyê li dar ket. Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Selma Ehmed axivî û hemû şehîdên azadiyê û rûmetê bi bîr anîn û got: “Şehîd Hakî Karer ji bo rakirina zilmê li ser tevahî gelan, tê dikoşe.”

Selma soza şopandina şehîdan da.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Navçeya Til Hemîsê Xalid El-Nayif axivî soza şopandina rêya şehîdan da.

TIRBESPIYÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê şehîdên Nîsan û Gulanê de bi merasîmekê bi bîr anîn. Merasîm li hola Kluba Siyahî li dar ket.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Dîrok Mele Beşîr axivî û got Tevgera Rizgariya Kurdistanê ji bo têkbirina komployên dewleta Tirk û alîgirên wê û ji bo azadiya gelên herêmê bi hezaran şehîd da.

Her wiha diyar kir ku dewleta Tirk bi armanca têkbirina vîna gelan tecrîdê li ser rêber Abdullah Ocalan ferz dike.

Di merasîmê de sînevizyonek têkildarî nirxandinên rêber Abdullah Ocalan ên derbarê şehîdan de û wêneyên şehîdan hate pêşandan.

Di dawiya merasîmê de, wesîqeyên şehadeta şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wê hatin kirin.

ÇILAXA

Li Çilaxa jî merasîmê bîranîna 6 şehîdên mehên Nîsan û Gulanê hat lidarxistin.

Di merasîma bîranînê de, endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Ciwahir Osman axivî û şehîdên tevgera azadiyê bi bîr anîn û got, projeya neteweya demokratîk projeyeke bi qasî mezinahiya şehîdan, mezin e û got: “Ramanê rêber Ocalan demokratîk in, jiyaneke bi azad a dûrî şer armanc dike.”

Di merasîmê de sînevizyonek têkildarî şehîdan hate pêşandan. Her wiha wesîqeyên şehadeta şehîdan hatin xwendin û radestî mablatên wan hatin kirin.

GIRKÊ LEGÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê bi merasîmekê 35 şehîdên mehên Nîsan û Gulanê şehîd bîr anîn.

Merasîm li parka Rimêlan a li bajarokê Rimêlan hat lidarxistin. Hevserokê Nivîsgeha PYD’ê ya Girkê Legê Mistefa Mam Xêr axivî û diyar kir ku bi saya şehîdan û ramanê rêbetî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava aramiyê de û banga xwedîdeketina li nixên şehîdan kir.

Piştre sînevîzyoneke li ser şehîdan hate pêşandain û endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Şehnaz Ebdo nasnameyên şehîdan xwendin.

Merasîm bi diruşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

DÊRIK

Ji bo 57 şehîdên mehên Nîsan û Gulanê, bi pêşengtiya malbatên şehîdan, bi sedan şêniyn navçeya Dêrikê û herêma Berav, li ketina navçeyê kom bûn û ber bi gundê Birûc ê herma Koçeretê ve meşiyan.

Hola gund bi wêneyên şehîdan, wêneyên rêber Abdullah Ocalan hate xemilandin.

Piştî deqeya rêzgitin, ji rêveberên PYD’ê Rûbar Dêrik axivî, di kesayeta şehîd Hakî Karer hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn û got: “Bi saya wan em gihiştine vê qonaxa dîrokî Ji destpêka avabûna tevgerê, planên dewleta faşîst a Tirk û PDK’ê li ser tevgerê ranewestiya ne.”

Dêrik banga xwedîdertina li şehîdan kir û got: “Bîranîna şehîdan erkek dikeve ser mile me. Ji bo azadiya gelê xwe me gelek berdêl dane. Ji ber vê destkeftiyên ku li herêmê hatine bidestxistina berhemên keda şehîdan e.”

Piştre sînevîzyonek li ser axaftinên rêber Ocalan ên derbarê şehîdan de û dîroka Tevgera Rizgariya Kurdistanê de hate pêşandan.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Mehmûd Ehmed nasnameyên şehîdên Nîsan û Gulanê xwendin.

Merasîm bi diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Gelê Minbicê: Em fedayî gerîla ne

Nivîsa Pêş

Yekîtiya Jinên Ciwan ên Minbicê: Emê nehêlbin ku dijmin armancên xwe pêkbîne

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Yekîtiya Jinên Ciwan ên Minbicê: Emê nehêlbin ku dijmin armancên xwe pêkbîne

Yekîtiya Jinên Ciwan ên Minbicê: Emê nehêlbin ku dijmin armancên xwe pêkbîne

Polîsên faşîst êrîşê meresîma bibîranînê ya Şehîdên Gulanê kir

Polîsên faşîst êrîşê meresîma bibîranînê ya Şehîdên Gulanê kir

Manşet

  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr
  • Komîteyên Hişyarkirina Ciwanan a Li hember Hişbirê Hatin Avakirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkek di Roja Şeşemîn a Lîga Dibistanên Jinan de

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 4. Rewşa Ciwanan di Serdema Dîjîtal de: Dîlgirtina Sanal û Berxwedana Rastîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Rêxistina Exlaqî û Siyasî ya Ciwanan: Avakirina Sosyolojiya Azadiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Divê Îmralî Êdî Ji Sembola Tecrîdê Were Derxistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.