Enter your email Address

Pazartesi, Şubat 2, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Komîteya Çand û Huner ya PKK’ê Hozan Mizgîn di salvegera wê ya 30’î de bi bîranîn

Edîtor: Nucan Serdoz
11/05/2022 - 11:48
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Komîteya Çand û Huner ya PKK’ê Hozan Mizgîn di salvegera wê ya 30’î de bi bîranîn
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Çand û Hunerê (TEV-ÇAND) a PKK’ê, têkildarî salvegera 30’î ya şehadeta Hozan Mizgîn peyamek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Şehîd Mizgîn bi jiyan, têkoşîn û bexwedana xwe bû nîşaneya şehîdên tevgera çand û hunerê ya azad. Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Meha Gulanê ji aliyê Tevgera Azadiyê ve weke meha şehîdan hatiye pejirandin. Hakî Karer, Xelîl Çavgûn, Mehmet Karasûngûr, Îbrahîm Bîlgîn, Ferhat, Necmî, Eşref, Mahmût û gelek şehîdên din di vê mehê de tevlî refên nemiran bûne. Yek ji van lehengan jî şehîd Mîzgîn e.

Wekî tê zanîn, hunermenda şoreşger û fermandara efsanewî Gûrbet Aydin, bi navê din Mizgîn, di 11’ê Gulana 1992’ê de li Tetwanê, bi berxwedaneke bi heybet tevlî karwanê nemiran bû. Şehîd Mizgîn li pey xwe modêleke kesayeta jin a azad, hunermend û şoreşger ji bo me hişt. Em di şexsê şehîda nemir heval Mizgîn de tevahî şehîdên xwe bibîr tînin, soza pêkanîna xeyalên wan dubare dikin.

Heval Mizgîn sala 1980’ê tevlî têkoşîna azadiyê dibe. Di wî temenê xwe yê biçûk de barê ji temenê xwe mezintir hildide ser milên xwe. Piştî ku wextekê li qada Bakurê welêt karê şoreşgerî dike, sala 1982’an ji bo rêxistinkirina karên çand û hunerê derbasî qada Ewropayê dibe. Li wir bi şehîd Sefkan re bi awayekî serketî kedeke pir mezin dide û heya roja me ya îro jî em li ser wê ked û mîrateyê dimeşin. Piştî ku demekê li qada Rêbertiyê dimîne, sala 1991’ê derbasî çiyayên Bakurê Kurdistanê dibe. Di asta yekemîn de dibe berpirsyara qada Xerzanê û tevî zorî û zehmetiyan jî erka xwe ya farmandariyê di xeta milîtaniya Apoyî û xeta jin a azad de, bi awayekî pir serketî pêk tîne.

Şehîd Mizgîn xwedî armanc, xeyal, hest, fikir û hewleke pir mezin bû; ji bo felsefeya jiyana azad a Rêber APO di kesayeta xwe de bide rûniştandin, dîsa hunera xwe û kêlî bi kêlî tevahiya jiyana xwe li ser wê heqîqetê bihûne, xwe bi armanca xwe ve kilîd kiribû. Di heman demê de, ji bo rastiya dagirkeriyê, koledariyê û qirkeriyê bide fêmkririn, dîsa êş û qîrîna gelê xwe û jin a Kurd a ku bi hezaran sal e, di bin nîrê desthilatiya zilam û zordestiya dewletê de ye, bi rêya hunerê bigihîne civaka xwe, nêzîkbûn û rêbazên Rêbertiyê ji xwe re kir esas û xeta xwe ya hunerê li ser vî esasî dihonand.

Îro modernîteya kapîtalîst ji bo nirxên civakê bênirx bike û civakê ji hev belav bike, huner û hunermend weke amurekî sereke bikar tîne. Li şûna feraseta kom, komînalbûn û civakbûnê takekesiyeke ji dîsîplîn, felsefeya azadiyê û jiyana bi watedar qutbûyî, dide pêş. Şehîd Mizgîn di meşa xwe ya pêşengtiya jin a milîtanî û pêşengtiya hunermenda civakî û şoreşgerî de li dijî vê feraseta dijcivakî, dijçandî û dijwateyî xeteke azad diyarî me kir.

Em weke gel û tevgera azadiyê îro di hemleya ‘Dem Dema Azadiyê ye’ de ji bo Rêberê we, ji bo welatê xwe têdikoşin. Gerîlayê qehreman li hember dagirkeriyê bi ruhekî fedaî şer dike û pergala dijmin parçe dike. Her hunermend jî pêwiste bi vî ruhê şoreşger tevbigere û têkoşîneke mezin bike. Şehîd Mizgîn ji bo me mînakeke herî bi hêz û watedar e.

Heval Mizgîn bi sekin û jiyana xwe, bi têkoşîn û şoreşgeriya xwe bû sembola şehîdên tevgera çand û hunerê ya azad. Dîsa 11’ê Gulanê ku salvegera şehadeta şehîd Mizgîn e, weke roja şehîdên tevgera çand û huner hatiye pejirandin û îlankirin.

Em, weke şagirt û hevrêyên şehîd Mizgîn, careke din wê bibîr tînin û soz didin ku sekna wê ya hunermend, fermandar û jina azad wê bibe perspektîfa me.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – Dîmenê teqandina baregeha Sîrê

Nivîsa Pêş

Hêzil Ozgur: Divê em hem li dijmin bixin hem jî xwe biparêzin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Hêzil Ozgur: Divê em hem li dijmin bixin hem jî xwe biparêzin

Hêzil Ozgur: Divê em hem li dijmin bixin hem jî xwe biparêzin

Gerîlayên YJA Starê: Li hember dagirkeriyê divê herkes rabe ser piyan

Gerîlayên YJA Starê: Li hember dagirkeriyê divê herkes rabe ser piyan

Manşet

  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin
  • Ciwanên HDK Li Enqerê Ji Bo Rojava Slogan Nivîsandin
  • Li Edenê Ji Bo Rojava Xwepêşandan
  • Ciwanên Kobanê piştî hevpeymanê carekî din li qadan in
  • Ciwanên Welatparêz Li Geverê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bangek Ji Ciwanên Hesekê Ji Bo Ciwanên Bakur Ji Bo Seferberiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji şervanekî Elewî peyamekî ji bo hemû gelê Sûriyê: Demokrasî di QSD de ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.