Enter your email Address

Cuma, Aralık 12, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Peyama dawî ya gerîla Celal Fedakar a ji tunelên berxwedanê: Em bi ser dikevin, serketin ji xwe ya me ye

Şehîd Adil gabar û gerîlayê HPG'ê Celal Fedakar ji wan berxwedêrên Werxelê bûn, ku di nava şerê giran de jî çavdêriyên xwe qeyd kirin. Herdu gerîla di roja 72'an a berxwedanê de li tunelên şer ên Werxelê ji kamerayê re axivîn.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
10/04/2022 - 9:20
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Li herêma Avaşînê komek ji gerîla ya li tunelên şer ên Werxelê, li dijî êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ku 23’ê Nîsana 2021’ê dan destpêkirin, 5 mehan bi dirûşma ‘Li Zagrosan rê ji dagirkeriyê re nîne’ destana berxwedanê nivîsandin. Berxwedêrên li Werxelê ku artêşa Tirk têk birin, bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin.

Gerîlayan li dijî êrişên leşkerên Tirk ên dûrî ji pîvanên şer û exlaqê li ber xwe dan. Gerîlayan berxwedana xwe li rojnivîskên xwe nivîsandin, fikir û hestên xwe jî ji kamerayên xwe re vegotin.

Şehîd Adil gabar û gerîlayê HPG’ê Celal Fedakar ji wan berxwedêrên Werxelê bûn, ku di nava şerê giran de jî çavdêriyên xwe qeyd kirin. Herdu gerîla di roja 72’an a berxwedanê de li tunelên şer ên Werxelê ji kamerayê re axivîn.

Celal Fedakar ê ji Hewlêrê çavdêriyên xwe yên li ser êrişên leşkerên Tirk û detayên berxwedanê nirxand û diyar kir ku li hemberî wan teknîk û gazên herî bi jehr têne bikaranîn, lê ew ê ti carî dest ji kampên xwe bernedin.

‘HEWL DIDIN KÛÇIKAN BIŞÎNIN HUNDIR’

Celal Fedakar anî ziman ku wê ti carî rê nedin dagirkeran û got, “Em di pêvajoya operasyonê de ne. Demeke dirêj e li eyaleta Avaşînê operasyon heye. Meha destpêkê operasyon li aliyê Mamreşo û Şehîd Serdar bû, hêdî hêdî berfireh bû. Nêzî kampan û qadan bûn. Niha jî hewl didin êrişî kampa me bikin, lê belê em ê dest ji kampa xwe bernedin. Ti ji hevalên me wê dest ji cihê xwe bernedin, bila her kes bi vê zanibe. Bila dijmin zanibe ku em ê cihê xwe ti carî neterikînin. Lewma dijmin niha bi vî rengî êriş dike. Ji ber ku nikare têkeve nava tunelan gazê bi kar tîne. Gazê û teqemeniyan bi kar tîne, her wiha hewl dide ku kûçikan bişînin hundir. Bi vî rengî dixwaze encamê bi dest bixe. Lê belê hevalên me li ber xwe didin.”

Celal Fedakar ragihand ku ew li hundirê tunelên berxwedanê yên li Werxelê ne û li ser çavdêriyê xwe jî got, “Tunel li jorê ye, dijmin li wir e lê nikare xwe nêzîk bike. Heval dem bi dem li wan didin û vedikişin. Niha rewş bi vî rengî ye, gelekî zehmetiyê dikişînin. Li aliyê jorê nikarbin bikin, li quntarê jî nikarin bikin. Lewma mayinan (teqemeniyan) dişînin nava tunelan. Heval li dijî gaz û mayinan tedbîrên xwe digirin.”

‘ME JI BO SERKETINÊ AMADEKARIYÊN XWE KIR’

Şehîd Celal Fedakar di qeyda dîmen de diyar kir ku ji bo serketinê divê di şer de amadekariyan hemûyan bikin û got, “Dema ku tedbîrên cebilxane, lojîstîk û yên din hebin, hingî temam e. Dema ku ev hebe dijmin nikare bê. Ji xwe bi newêre bikeve nava tunelan. Mînak li Mamreşo hevalan bi rojan li ber xwe dan û berxwedana wan li cîhanê deng veda. Dijmin ji ber ku nekarî bikeve nava tunelan jehra kîmyewî bi kar anî, hevalên me bi vî rengî şehîd bûn. Naxwe nikarin bikevin tunelan.”

Celal Fedakar anî ziman ku tevî êrişên artêşa Tirk jî windahiyên wan nîne û got, “Ev yek bi tena serê xwe serketineke. Em li ber xwe didin. Dijmin zehmetiyê dikişîne û wê neçar bimîne vekişe. Lê belê ji bo bi rûreşî venekişe, her cûre teknîka di destê xwe de li dijî tunelan bi kar tîne.”

PEYAMÊN DAWÎ: JI DIL VE EM HEVALAN SILAV DIKIN

Celal Fedakar diyar kir ku dewleta Tirk her cûre çek û teknîkê li hemberî wan bi kar tîne û got, “Hêzên hewayî, helîkopteran timî bi kar tînin. Tenê ji bo ji aliyê psîkolojîk ve bandorê li me bike ewqasî teknîkê bi kar tîne. Lê belê ti carî nikare bandorê li gerîla bike. Hemû hewldanên biçûk in, bi kêr nayên.”

Gerîlayê HPG’ê Celal Fedakar herî dawî ev peyam da: “Em silavên xwe ji hemû hevalan re dişînin ên ku em wan nas dikin an jî nas nakin. Hevalên ji çar parçeyên Kurdistanê ji dil û can silav dikin. Em bi ser dikevin, serketin ji xwe ya me ye. Em dijmin li vir dişikînin û têk dibin. Bila hevalên me zanibin ku em ê ti carî dest ji vir bernedin. Hindik maye ku em dijmin têk bibin.”

* Di encama bikaranîna çeka kîmyewî ya artêşa Tirk de gerîlayê HPG’ê Celal Fedakar (Bestûn Bekir) 26’ê Îlona 2021’ê, Adil Gabar (Yakûp Kizilaslan) jî 10’ê Cotmeha 2021’ê şehîd bûn.

ÇAVKANÎ : ANF

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Pêwistî bi yekitiya ruh û mejî heye

Nivîsa Pêş

Vî çeteyê îtîraf kir: Êrişa Hesekê me bi plana dewleta Tirk ve pêk anî

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Vî çeteyê îtîraf kir: Êrişa Hesekê me bi plana dewleta Tirk ve pêk anî

Vî çeteyê îtîraf kir: Êrişa Hesekê me bi plana dewleta Tirk ve pêk anî

Qedexeya hevdîtinê ya ji bo girtîgehan hate dirêjkirin

Li Amedê îşkence - Telefonê de behsa îşkencê kir, telefon qut kirin

Manşet

  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.