Enter your email Address

Cuma, Aralık 12, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Ji bo girtiyên nexwaş çalakî – Stenbol, Enqere, Îzmîr!

Saziyên li Stenbol, Enqere û Îzmîrê bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş her hefte çalakiyan li dar dixin.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
09/04/2022 - 18:13
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
Ji bo girtiyên nexwaş çalakî – Stenbol, Enqere, Îzmîr!
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Saziyên li Stenbol, Enqere û Îzmîrê bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş her hefte çalakiyan li dar dixin. Di çalakiya vê heftiyê de bal kişandin li ser rewşa girtiyên nexweş Semîre Dîrekçî, Ozge Ozbek û Nurettîn Başaran.

STENBOL

Bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, her hefteyê çalakiya “Rûniştina F” tê lidarxistin. Di hefteya 524’an de çalakî li pêşiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê hate lidarxistin. Di çalakiya vê hefteyê de çalakvanan bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Semîre Dîrekçî ku ev 25 sal in di girtîgehê de ye û niha jî li Girtîgeha Jinan a bi Ewlekariya Bilind a Amedê tê ragirtin.

Di çalakiyê de endama ÎHD’ê Meryem Bars diyar kir ku li girtîgehan binpêkirinên zêde hene û wiha domand: “Têkildarî mijarê ji bo Wezareta Edaletê û Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclîsê serlêdan hatin kirin. Lê tevî vê yekê jî Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag di daxuyaniya xwe ya di 2’yê nîsanê de îdia kir ku li girîgehan nêzikatiya xerab, îşkence û binpêkirinên mafan nînin. Ev helwest jî rê li ber mirina girtiyan vedike. Herî dawî jî Mehmet Sevînç bi rengekî biguman li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsar a Manîsayê hate qetilkirin. Sevînç, girtiyê 28 salan bû û nexweşiya tansyona bilind pê re hebû. Tevî vê yekê jî di hucreya yek kesî de dihat girtin. Di 3’yê Nîsanê de nexweşiya wî giran bû û jiyana xwe ji dest da. Ev jî nîşan dide ku divê rayedar di zûtirin dem de bi berpirsyartiyên xwe rabin.”

‘EV DU SAL IN BI TENA SERÊ XWE DIMÎNE’

Di berdewamê de Bars, bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Semîre Dîrekçî û ev agahî dan: “Çavên wê ji sedî 90 nabînin. Nexweşiya tansiyona bilind û kolonê pê re heye. Di sala 2019’an de bi mebesta tedawiyê rûviyên wê ji bo 6 mehan derxistibûn lê bi hinceta pandemiyê rûviyên wê di Tîrmeha 2021’an de dîsa xistin hundir. Vê yekê jî kir ku emeliyat baş derbas nebe û rewşa wê ya tenduristiyê xerabtir bibe. Hefteyê herî kêm du caran diçe nexweşxaneyê û nikare bi tena serê xwe sexbêra xwe bike. Tevî vê rewşê û tansiyona bilind jî, ev 2 sal in di karantînayê de bi tena serê xwe tê ragirtin. Pêdiviyên wê jî nayên bicihanîn.”

‘DIVÊ DÎREKÇÎ SERBEST BÊ BERDAN’

Bi domdarî Bars, agahiyên ku xwîşka Dîrekçî dabûn parve kirin û wiha domand: “Di dema girtinê de li cem Semîreyê teqînek çêbû û çavê wê ji sedî 90 kor bû. Piştî emeliyatê, di çavê wê yên din de jî pirsgirêk rû dan. Birînên ji ber emeliyatê yên di zikê wê de hêj baş nebûne. Divê her tim di bin kontrolê de be. Lê piştî emeliyatê her tim di karantînayê de tê ragirtin. Hefteyê du caran dibin nexweşxaneyê lê carnan ji ber rewşên lezgîn carnan 3-4 caran tê sewqkirin. Divê Dîrekçî li gel malbata xwe bê dermankirin. Serlêdanên parêzerên Dîrekçî yên ji bo paşdexistina cezayê wê jî hatin redkirin. Dîrekçî dixwaze bê berdan û li cem malbata xwe bê dermankirin. Rewşa tenduristiyê ya xerab, li ser jiyana Dîrekçî xetere ye û divê were berdan.”

ENQERE

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 396’an de çalakiya xwe ya ji bo balkişandina ser rewşa girtiyên nexweş li dar dixe, li Şaxa ÎHD‘a Enqerê li dar xist. Di daxuyaniyê de pankarta “Tedawî maf e nikare bê astengkirin û bila girtiyên nexweş bên berdan” hat vekirin. Di çalakiyê de Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Enqerê Fatîn Kanat axivî û rewşa Ozge Ozbek ku li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê girtî ye ragihand .

JI GIRTÎGEHÊ BIRIN NEXWEŞXANEYÊ

Fatîn Kanat, agahî da ku ji ber dozeke ku dema xwendekara zanîngehê bûye lê hatiye vekirin 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birin û beriya ku bê girtin weke karmenda Pispora Xizmetên Civakî tayînî Walîtiya Amedê hatiye kirin û wiha got: “Ji ber ku di mêjiyê wê de ûr heye Ozbek di 27’ê Cotmeha 2020’an de li Nexweşxaneya Acibademê ya Stenbolê ji mêjiyê xwe emeliyat vekirî dibe. Piştî emeliyatê ji ber biryara girtinê ya derbarê wê de bêyî ku baş bibe li nexweşxaneyê tê girtin û wê dişînin Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê.”

ATK JI BO BERDANA OZBEK DIBE ASTENG

Kanat destnîşan kir ku ji ber ku rewşa wê giran bûye û di encama serlêdanê ku ji bo wê hatine kirine Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê ji bo 3 mehan biryara taloqkirina înfaza Ozbek daye û piştî 3 mehan ATK’ê biryara xwe dirêj nekiriye û rexmî rapora “nikare li girtîgehê bimîne” ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Darixayê jî Ozbek careke din hatiye girtin. ATK’ê raporê qebûl nekiriye û rapora “dikare li girtîgehê bimîne” ji bo Ozbet derxistiye û mafê wê yê tenduristiyê bin pê kiriye.”

Di dawiya axaftina xwe de Kanat bi lêv kir ku rewşa Ozbek giran û banga taloqkirina înfaza Ozbek kir.

ÎZMÎR

Şaxa ÎHD‘a Îzmîrê çalakiya xwe ya vê hefteyê li pêşiya Sumerbank a kevin a Konakê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Di çalakiyê de pankarta “Bêdeng nemîne û nebe şirîk ji ber ku dimirin” vekiribûn. Daxuyanî ji hêla Sekreterê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Alî Aydin ve hate xwendin. Aydin, bal kişand ser Mehmet Sevînç ku li Girtîgeha Akhîsar a Manîsayê xwîn rijiya bû ser mejiyê wî û jiyana xwe ji dest dabû û girtiyê nexweş Nûrettîn Başaran. Aydin, di serî de serxweşî da malbata Sevînç û qala mafê jiyanê kir.

MAFÊ TENDIRUSTIYÊ TÊ BINPÊKIRIN

Aydin diyar kir ku mafê tenduristiyê yê girtiyê nexweş Nûrettîn Başaran tê binpêkirin û wiha domand: “Nûrettîn Başaran di sala 1981’an de ji dayik bû û di sala 2016’an de jî hate girtin. 25 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Beriya girtinê di sala 2011’an de qezaya trafîkê kir û êdî nekarî her du lingên xwe bi kar bîne. Lewma jiyana xwe li ser kursiya biteker didomîne. Tiliyên piyên wî di qezayê de zirar dîtibûn lewma teşhîs hat kirin ku du tiliyên wî werin birîn.”

DI 5 SALAN DE 255 GIRTIYAN JIYANA XWE JI DEST DA

Bi domdarî Aydin anî ziman ku divê raporên nexweşxaneyên baş ên ji bo girtiyan werin qebûlkirin û wiha bi dawî kir: “Daxwaza me ew e ku biryara erêkirina Saziya Tipa Edlî û rayeya dozgeran bê rakirin. Divê Nûrettîn Başaran ku roj bi roj rewşa wî girantir dibe û hemû girtiyên nexweş bên berdan. Parastina mafê jiyanê berpirsyariya dewletê ye. Ji sala 2017’an heta niha di nava 5 salan de 255 girtiyan li girtîgehan jiyana xwe ji dest da.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Merwan Ulaş, Şehîd Şoreş Amed vedibêje

Nivîsa Pêş

Siyaseta birçîkirinê ve hûn serneketin, hunê bi sernekevin – Gelê Helebê meşiyan!

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Siyaseta birçîkirinê ve hûn serneketin, hunê bi sernekevin – Gelê Helebê meşiyan!

Siyaseta birçîkirinê ve hûn serneketin, hunê bi sernekevin - Gelê Helebê meşiyan!

Ev der Frankfûrte – Li dijî qedexeya PKK îmze tên komkirin

Ev der Frankfûrte - Li dijî qedexeya PKK îmze tên komkirin

Manşet

  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 4. Rewşa Ciwanan di Serdema Dîjîtal de: Dîlgirtina Sanal û Berxwedana Rastîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Divê Îmralî Êdî Ji Sembola Tecrîdê Were Derxistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.